Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 15 April 2009

Cejna Çarşemba serê Nîsanê li hemû Êzîdîye(n) û li gelê Kûrd pîroz be!!
Eve bi hazarên salaye kû kûrdên Êzîdî di bin bandora kolonyalist û hinek komên radîkal´de dijîn
û bi sedê salayen kû sahmetî, katliam û jenosîd ê re rû bi rû mane...
Lê vê ola kavnar, Kûrdên resen, ji bo çand, hûner wejeya kûdî gelek zahmeti û zorî ditine! ez cejna çarşemba sor lihemu Kûrden resen (Eyzîdîye) pîroz dikim û her waha ji bo vê zahmetîyê jî ez spasîye rêber û serkêşê vê olê dikim..
carekdin sersala we pîroz be
Diyar Aydin

Serok Barzanî Çarşembe Sûrê Pîroz Kir Bi minasebeta cejna sersala nû yê Îzdiyan Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahî pêşkeşî Îzdiyan kir. Bi minasebeta cejna sersala nû pîrozbahiyeke gerim pêşkeşî xeşik û birayên xwe yên Îzdiyên Kurdistanê û yên Cîhanê dikim, hîvî dikim cejna han di bin ezmûna bihevre jiyana Kurdistanê de bibe sedema xêr û xweşiyê. Tekez dikim ku, Îzdî Kurdin herî resenin û ez soz didim wan ku em hewlên xwe hîn zidetir dikin takû Navçeyên veqetiyayî yên wan jî vegerin ser Kurdistanê û em di her warê de ji niha û pêde hîn zêdetir xizmeta Îzdiyan dikin. Careke din cejna we pîroz dikim, her di nav xêr û xweşiyan da bin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî 14.4.2009

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî sersala êzdiyan pîroz kir Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî sersala êzdiyan pîroz kir PUKmedia/2009-04-14 Bi mûnasebeta sersala kurdên êzdiyan, serokkomarê Iraqê Celal Talebanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevaya êzdiyan kir. Teksta peyamê wiha ye: Bi mûnasebeta sersala nû ya êzdiyan, ji dil gerimtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xwîşk û birayên êzdî yên Iraq û cîhanê dikm. Êzdî nifşekê resen yên vî welatî ne. Bi dirêjahiya hezaran salan beşdarî çêkirina şaristaniya Iraqê bûne û niha jî ji bo xurtkirina esasa demokrasî û wekheviyê li Iraqê bang li wan tê kirin, bi awayekî berfireh beşdarî jiyana siyasî bibin. Bi vê mûnasebeta pîroz em soza piştevanîkirina hertimî ya daxwazên rewa yên birayên êzdî dubare dikin. Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî 14/04/2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.