Skip to main content

Seyahet bo Başûrê Kurdistanê/ İsmail Beşikçi

Roja 25ê Nîsana 2013an, em, wek vexwendîyê Weqfa Barzanî, çûn Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê. Weqfa Barzanî, Weqfa Îsmaîl Beşîkcî vexwendibû. Em wek heyetek 3 kesî çûn. Di heyetê de ez, serokê İBVê Îbrahîm Gurbuz û mihasib Îsak Tepe hebûn. Bi me re, nûnerê Partîya Deemokrat a Kurdistanê yê Enqereyê Omer Mîranî jî hat. Wek ekîba televîzyonê Onder û hevalê wî yê kameraman jî bi me re hatin.
Em bi balafirê ji Stenbolê çûn Hewlêrê. Balafira me piştî du saetan li balafirgeha navnetewîya Hewlêrê danî. Li balafirgehê, heval Ezîz û heval Mûsa, rêveberên weqfa Barzanîyan, em pêşwazî kirin. Li salonê me hinek bêhna xwe veda. Wêneyê Serok Talabanî û Serok Barzanî bi hev re, li ser dîwar hilawistî, baldar bû. Em pîştî bêhnvedanê çûn otêla Dîwanê. Li otêlê, em û rêveberên weqfa Barzanî, li ser bernameyê axivîn. Me biryara zîyareta herêma Barzan, Laleş û Helepçeyê da. Keleha Hewlêrê jî di nava cihên ku em dê zîyaret bikin de bû.
Di dema hatina me ya ji balafirgehê bo otêlê de, li ser rê dîtina alayên kurd, leşkerên kurd, polîsên kurd, zabitên kurd; bû sedem ku em hemû hestîyar bibin.
Yaşar Kaya, Yurda Kaya û kurê wan Dara, li otêlê me ziyaret kirin. Ji zanîngeha Duhokê Arzu Yilmaz û çend hevalên wê jî em ziyaret kirin.
Li otêlê, terzîyekî, qeysa cilûbergên min, Mele İsak û İbrahim girt. Ji me re gotin em dê ji we re cilê pêşmergeyan bidirûn. Ji bo hilbijartina me ya rengan çend perçe qumaş jî anîbû.
Sibeha 26ê Nîsanê, terzîyê ku pîvanên me girtibû hat otêlê. Cilûbergê min amadekiribû, li min kir. Girêdana piştikê meharetek dixwest. Şêweyê girêdana piştê ya Barzanîyan cihê ye. Ez rojek bi cilûbergê pêşmergeyî gerîyam. Kefî kêm bû. Hevalan ji min re digotin pêşmergeyê dawîn.
Paşê bo devera Barzan em ketin rê. Em bi du wesayîtên ku weqfa Barzanîyan bo me texsîs kiribû derketin rê. Hîşyar Mistefa û Fikrî Evdirehman Elî yên şofêr di hemî seyahetê de, her dem bi me re bûn. Rojnameger Mîrhac Mistefa jî di hemû seyahetê de bi me re bû.
Rûdaw, televîzyonek avadike, ekîba wan Gani û hevalên xwe jî, ji balafirgehê dest bi hevparîya me kirin û heta dawîya seyaheta me bi me re bûn.
Em ber bi bakur ve diçûn. Em di Şeqlawa re bihurîn. Rêya me her bi çiyan ve hildikişî û bilind dibû. Şofêrê me Hişyar Mistefa, hevalek bû ku pêşmergetî kiribû. Ji me re behsa hin şerên ku ew jî beşdar bûbû, dikir.
Nêzî nîvroyê, me li kafeyek li ser Zapê bêhnveda. Li wêderê Felekeddîn Kakayî û hevalên xwe jî beşdarê qafîleya me bûn.
Em gihîştin Barzanê. Her alî kesk û şîn bû… Lê bi rastî ev dever, ev gund, çend caran hatibû hilweşandin, şewitandin. Her alî bi bombebaranê hatibû kambaxkirin. Daristan çend caran hatibû şewitandin… Aniha, dîsa her alî keskûşîn… Li her alî dar û devî tên çandin, ji nû ve gund tên avakirin. Jiyaneke civakî ya zindî heye.
Me xwest ku em mala Mele Mistefa Barzanî tê de hatiye dinê zîyaret bikin. Ji ber ku di serdema Seddam Husên û di serdemên berî wî de her alî, bi bombebaranan hatine kavilkirin, tu bermayî nehatine hiştin, ancax cihekî texmînî dikaribû bête nîşandan. Di dema bombebaranan de, tiştek ji alavên malê ku rojane dihatin bikarînan, wek tas, teyfik, dîzik hwd. jî nemabûn.
Em gihîştin qebra Mele Mistefa Barzanî. Goreke xwezayî. Li gorî qen’eta min herî baş tekoşîna kurdên mezlûm, gelê Kurdistanê ev gor, ev xwezayîya vê gorê vedibêje. Me jî hestên xwe li deftera serdêran nivîsî.
“Di televîzyonê de weşanek heye, bi qasî 50—60 sanîye dajo. Meşa Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên bi çek ku ji çiya têne xwarê nîşan dide. Paşê li ber şikeftekî di bêhnvedanê de, pêşmerge bi Barzanî re diaxivin. Di hin mijaran de agahî dide. Ev dîmenan wek kesekî gelek li min bandor kir. Ev dîmen, moral û hêzek mezin didin meriv. Her cara ku ez vê weşanê temaşe dikim, hestên min ên merivatî ber bi jor ve bilind dibin…” Min hewl da ku ez van hestên xwe li deftera serdêran jî binivîsim.
Li Barzanê goristana şehîdên Enfalê jî heye. Li dora 500 cenazeyên şehîdê Enfalê anîne vir û defin kirine. Di vê rê de bi deh hezaran şehîdên kurdan, Barzanîyan hene.
Li cihekî nêzî goristanê, ji bo serdêran, xan, aşxane, kitêbxane, salona konferansê, ji bo zarokan cihê lîstikê û hwd. têne avakirin. Behsa anîna weqfa Barzanîyan bo vir tê kirin…
Em ji herêma Barzanê ber bi bakurrojava ve çûn. Mêrgesor, Revandiz, Gelîyê Elî Beg… Ev herêmên turîstîk in. Hin robarên bin erdê, li çiya, li hin cihan derfeta derketinê dîtine, li wan deran şelale û çirav çêbûne. Sirûşt pir xweşik e. Potansîyela turîzmê zêde ye… Bi taybetî jî pir bala turîstên ereb dikişîne. Şeqlawa jî wisa ye. Li Şeqlawayê karê turîzm, otêlvanî pir pêşketî ye.
Dema em ji Barzanê ber bi Mêrgesorê ve dihatin me şikefta Şanêder jî zîyaret kir. Bo şikefta Şanêderê divê meriv gelek bi çiya ve hilkişe. Bi pêlikên ku bi îhtîşam hatine çêkirin meriv hildikişe. Lêkolîn û destkeftiyên lêkolînan nîşan didin ku ev der cihekî pir kevnê jîyanê bûye.
Di 27ê Nîsanê de, me Serok Mesûd Barzanî zîyaret kir. Mijara ku Mesûd Barzanî, li ser Mele Mistefa Barzanî vegot pir balkêş bû. Mele Mistefa Barzanî, ji lîderên dinyayê re nameyan dinivîse. Hinekan ji vana bersiva nameyan daye, hinan nedaye. Lê Serokkomarê tirkan Cevdet Sunay, bêyî ku qet nameyê veke, bixwîne, wek ku hatîye îade kirîye.
Min bi vegotina hin bûyerên ku ez 50 sal berê, di sala 1963yan de, di dema ku min li herêmên Gever, Şemzînanê leşkerî dikir de, jiyabûm dest bi konferansê kir. Ev bîranîn nîşan dide ku hatina îroyîn jî, hatina min a duyem e bo Başûrê Kurdistanê (Pêvek 1). Piştî vê bîranînê li ser doza kurdan konferansek hat li darxistin (Pêvek 2).
Li pey qedandina konferansê, ji Zankoya Selahedîn Ferhad Pîrbalê mamosteyê dîroka hunerê, bi gavên lezgîn hat ser dikê. Di cih de xwar bû hewlda ku pêlavên min derxîne. Derxist. Bi maçkirina pêlavê re wiha ji girseya beşdaran re axifî: “Ez dê vê pêlavê li muzeya Zankoya Selahedîn bi cih bikim.” Mamoste Ferhad wiha domand: “Osmanî 400 sal berê hatin van deran. Welatê me zevt kirin. Bo ku van deran ji xwe re bikin milk hatin. Îsmaîl Beşîkcî jî nîhayet hat vê xakê. Beşîkcî, ji kurdan re vê dibêje: ‘Li axa xwe, li welatê xwe xwedî derkevin; li zimanê xwe, çanda xwe xwedî derkevin.’ Hatina Kurdistanê bi vî awayî, bi vê nîyetê hatin pir bi rûmet e. Bi vî awayî ev pêlav pir bi rûmet e. Ji hemû milkên Osmaniyan bi rûmettir e.” Beşdaran vê helwestê bi çepikên coşdar pêşwazî kir. Salon tijî bû. Guhdarên li ser pîyan jî hebûn.
Di 28ê Nîsanê de, me Laleş zîyaret kir. Me û bav, pîrên Êzdîyan hev nasîn. Ji pisporên Êzdîyan, di heqê mabedê Êzdîyan de, di heqê bawerîya Êzdîyan de me agahî girt. Êzdî, ji hêla ronîkirina bawerî, îbadetên civata kurdan yên berî Îslamê ve grûpek balkêş e. Ji Misilmanên ‘ereb, ji hin Misilmanên kurd pir ezîyet û zilim dîtin.
Polîtîkaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku li hember Êzîdîyan dimeşîne pir jî erênî ye. Ez di wê qen’etê de me ku dê bi vê rêveberîyê Êzîdî, bi awayek azad bijîn û azadîyên xwe berfirehtir bikin.
Li Laleşê me dostê xwe Nejdet Buldan dît. Ev jî hevdîtineke pir xweş û bi mane bû.
Di sibeha 29ê Nîsanê de, em bi rojnameger Mîrhac Mistefa û Ganî re li parka Samî Evdirehman gerîyan. Parkeke pir mezin… Ji alîyê mîmarî ve pir baş hatiye sazkirin. Li Parkê abîdeyek heye. Navê Samî Evdirehman û hevalên wî yên ku di Sibata 2004an de, bi hêrîşeke terorî ya ku di cejna qurbanê de pêk hat de jîyana xwe ji dest dan, jî nivîsandîye. Li parkê busta Mestûre Xanimê bala min pir kişand. Helbestvaneke Erdelanî ye ku di navbera salên 1805-1848an de jiyaye. Rojnameger Ganî, çîroka jiyana Mestûre Xanê ya xembar jî vegot. Paşê di ser Kerkûk re em çûn Silêmanîyeyê ji wir jî çûn Helepçeyê. Di rêya Silêmaniyeyê de, me li Çemçemalê gorên şehîdên Enfalê zîyaret kirin. Li virê goristaneke pir mezin a şehîdên Enfalê heye. Li vê goristanê gorên komî jî hene. Li seranserê rê leşkerên kurd li cihê kontrolê bi awakî rêkûpêk kontrolan dikirin. Alayên Kurd li her derî dimilmilîn.
Bi qasî 10 kîlometre nêzî Silêmaniyeyê, li Baziyanê abîdeyek Şêx Mehmûdê Berzencî hatiye çikandin. Li virê hevalek pispor, di heqê şerê ku Şêx Mehmûd Berzencî di Gulan-Hezîrana 1919an de li hember Îngilîzan kiriye de, agahîyên girîng da. Qadên ku lê şer çêbûbû nîşanda. Şikefta ku Şêx Mehmûdê Berzencî wek biyargeh bikaranîye, li wir şer birêvebirîye jî li wirê ye. Şêx Mehmûdê Berzencî ji aliyê Îngilîzan ve di vê şikeftê de hatiye desteserkirin.
Li Silêmaniyeyê me Hero Xan zîyaret kir. Me û nivîskar, rojnamegerên Silêmaniyeyî hev naskir. Ji Hero Xanê me di heqê Serok Talabanîyê ku li Almanyayê tedawî dibe de agahî girt. Wê got ku tendirustîya Serok Talabanî ber bi başîyê ve diçe, li odeya ku tedawî dibe dikare bimeşe, biaxive.
Me Helepçe, şehîdên Enfalê zîyaret kirin. Li virê gorên komî pir hene. Abîdeyek ku şehîdên Enfalê vedijîne, ewan nemir dike jî heye.
Sibehê dema em ji Hewlêrê hatin Silêmaniyeyê me rêya Kerkûkê bikaranîbû. Êvarê di libaketina Hewlêrê de me rêya Dûkanê bikaranî.
Di 30ê Nîsanê de me parlementoya Kurdistanê zîyaret kir.
Parlemento di betlaneyê de bû. Hin karên tadîlatê jî li parlementoyê hebûn. Lê me derfeta dîtina serokê parlementoyê û cîgirê wî û bi wan re axavtinê bidestxist. Em bi wan û hin wazîfedaran re axivîn.
Nêzî nîvroyê me weqfa Barzanîyan zîyaret kir. Serokê weqfê Şêx Ezîz, cîgirê serok Mûsa li wirê bûn. Di navbera weqfa Barzanîyan û ÎBVê de protokolek hat îmzekirin.
Li kolana ku weqfa Barzanî lê bû, li hember weqfê dêrek hebû. Dêrek piçûk… Derê wê vekirî, ketin û derketin hebûn. Dêr avahîyek wisa bû ku di kolanê de, di nava avahîyan de, dikaribû bête ferqkirin. Dema min vê dêrê dît, hest û ramanên wiha hatin heşê min. Li Stenbolê li Dolapdereyê dêrek heye. Dêra Ermenan… Lê ji bo ku vê dêrê nikaribe bête dîtin û ferqkirin, li pêşî û derdora dêrê avahî hatine çêkirin. Avahîyên bilind, nelihev. Ev dêrê vedişêrin. Dîtina derîyê dêrê jî zehmet e. Dêra rûman a li Taksimê jî wiha ye. Jixwe gelek dêrên li ser axa Anatoliyayê hatine şewitandin, kavilkirin, di rewşeke kambax de ne. Dewlet, ji bo ku tu şopek ji Ermen, Rûman nehêle di nava hewldaneke mezin de bûye. Jiber hin dêrên li Stenbolê ku nikaribûne bêne kavilkirin têne veşartin. Hin dêrên gurcîyan yên li çoltarên derdora Erzirom, Artvînê bi awakî xerab li ser pîyan mane.
Li Hewlêrê ev dêra li hember weqfa Barzanîyan hest û ramanên awa anîn bîra. Li Hewlêrê taxek bi navê Ankawa heye, li vê taxê Mesîhî dijîn. Li wirê ji Misilmanan re sendina milkan qedexe ye. Evan tedbîran, Mesîhîyan diparêzin, nahêlin kes wan nerihet bike. Li Herêma Kurdistanê tê dîtin ku Mesîhî di nava jîyaneke bêtir azad de dijîn.
Li Hewlêrê buroyek Partîya Aştî û Demokrasîyê heye. Em ji weqfa Barzanîyan çûn zîyareta vêderê jî.
Ji wir jî em çûn mala Sînem Xana keça Celadet Bedirxanî... Sînem Xanê di konferansa li Zanîngeha Selahedînê me vexwendibû mala xwe. Sînem Xan jineke xwedî li nirxên neteweya kurd derdikeve. Mala wê weka muzexane ye… Dema meriv li mala Sînem Xanê Alaya Xoybûna 1927an dibîne, hestên meriv bilind dibin. Li hember vê alayê hest û ramanên meriv berz dibin, bilind dibin. Ev alaya hanê bû ku li Mehabadê bû alaya Komara Kurdistanê… Alaya ku li Asoyê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê dimilmile jî ev ala ye…
Sînem Xanê nexşeya cîhanê ya ku ji aliyê Îtalyanek ve, di sala 1782an de, hatîye çêkirin nîşanê me da. Li ser vê nexşeyê Kurdistan jî tê dîtin. Li ser xaka ku îro kurd lê dijîn Kurdistan hatiye nivîsîn.
Li mala Sînem Xanê tişt, pirtûk, belgeyên ku ji Bedirxanîyan mane jî hene.
Paşê em çûn buroya Serhat Tepeyî. Buroya reklaman... Di van rojan de, me hevalên ku li aliyên Şemzînanê, Rûbarok, Çemê Girana, Devera Bênavik çalakîyên gerîllatî birêvebiribûn jî naskir. Min derfeta sihbetê jî bi van hevalan re dît. Êvarek li otêlekê bi Nizamettin Taş û hevalên wî re jî me sihbet kir. Yaşar Kaya û lawê wî Dara jî hatin vir. Ew êvar Şivan jî ji Ewropayê hatibû Hewlêrê. Bi demeke kin be jî me derfeta dîtin û sihbetkirina bi Şivanî re bi destxist.
Hevalekî me yê karsaz ji Stenbolê li Hewlêrê apartmanek çêdike. Daîrekî wê apartmanê dibexşîne ÎBVê. Me wê înşaatê jî dît. Li Hewlêrê li cihekî navendî ye. Dema ku înşaya apartmanê biqede dê karê bexşînê jî biqede…
Roja 1ê Gulanê me Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî zîyaret kir. Avahîya Serokwezîrtîyê li Hewlêrê li ser qadeke pir fireh sazbûye. Di hevdîtinê de hin burokratên wezîfedarên li serokwezaretê jî hebûn.
Nêçîrvan Barzanî kesekî ciwan, dînamîk e. Bi rêveberên tirk re pêwendîyên baş sazkirîye. Hewldide ku van pêwendîyan baştir bike.
Di hevdîtinên salên ewil de, behsa Kurdistanê kirin, ji aliyê burokratên tirk ve wek şaqizîtî hatîye têgihîştin. Bi demê re navê Kurdistanê li ser wan rûniştîye. Nêçîrvan Barzanî got, em dixwazin li navenda Hewlêrê bo ÎBVê avahîyekê çêkin, bona vê jî em di amadekarîya plan projeyan de ne.
Ji Bakurê Kurdistanê gelek kes hene ku li herêmê kar dikin. Karsazekî Muşî jî heye, xwedî froşgeheke tuhafîyeyê ye. Bo min, Serokê weqfê Îbrahîm Gurbuz û Îshak re diyarîyên cur bi cur jî dan.
Me ew êvar carekî dî derfeta zîyaretkirina Şivan Perwerî li mala wî bi dest xist.
Sibeha 2yê Gulanê me ji Hewlêrê hereketê Stenbolê kir.
Pêvek 1 Serdema Leşkerîyê
Di navbera salên 1962-1964an de min leşkerî kir. Serdema perwerdeyê li Tuzlayê, di Dibistana Sûbayên Berdest ên Pîyade de derbas bû. Serdema 59em (Çiriya pêşîn 1962-Adar 1963).
Wê demê becayîş (cihguherîn) hebû. Ez bi becayîşê çûm Bedlîsê, dostê min Yilmaz Ozturk çûbû Çorluyê, Suleyman Saim Tekcan çûbû Trabzonê.
Ez li Bedlîsê, bo Alaya Pîyadeyan a 34. hatibûm tayînkirin. Alaya Pîyadeyan a 34. li ser rêya Bedlîs û Tetwanê bû. Piştî perwerdeya şeş mehî ya Tuzlayê, di Nîsana 1963yan de, min li vir dest bi wazîfeyê kiribû. Li liqa sêyem fermandarê tîmê bûm.
Wê serdemê, li Iraqê, di serperiştîya Mele Mistefa Barzanî de di navbera kurd û dewleta Iraqê de şer hebû. Jiber vî şerî bo parastina sînor, ji alayên pîyadeyên li Bedlîs, Mûş, Bîngol, Erdîşê, liqayên giran bo Hekarîyê, wek hêzên teqwîyeya sînor şîyandina wan dihat axaftin. Salek berê jî yanî di 1962yan de hêzeke wiha bi alîyê Hekarîyê ve hatibû şandin.
Wiha dihat gotin: “Di navbera eşqîyayan û dewleta Iraqê, artêşa Iraqê, de şer heye. Di dema ku hêzên artêşa Iraqê, bi eşqîyayan re, heydûdan re şer dike de, dê wan têxe tengasîyê. Dê eşqîya heta sînor werin ku mecbûr bibin dê bikevin nav axa Tirkiyeyê, divê bo ketina wan destûr neyê dayîn. Divê wisa tedbîrên baş bêne girtin ku dema ev eşqîya heta sînor hatin, girtina, teslîmkirina wan bo hikûmeta Iraqê mimkin be…”
“Van heydûtan di 1946-47an de li hember dewleta Iraqê îsyankirine. Wê demê artêşa Iraqê, eşqîyayan xistibû dengasîyê, wan jî sînor derbaskiribû, ketibûn xaka tirkan, di ser Geverê re derbasî xaka Îranê bûne, paşê jî xwe avêtine Yekîtîya Sovyetan. Divê em îro li sînor tedbîrên wisa bigirin ku rewşa 1947an dubare nebe.”
Di wan serdeman de kurd bi navên heydût, eşqîya, xayîn, sergerde dihatin bîranîn. Ji Mele Mistefa Barzanî re jî sereşqîya dihat gotin. Ez di liqa alaya ku ji Bedlîsê sewqê sînor bûbû de bûm. Ez sûbayê berdest bûm, fermandarê tîmê bûm. Liqê, piştî 21ê Gulana 1963yan yanî piştî teşebusa Talat Aydemir a darbeya duyem, ber bi Wanê, ji wir jî ber bi Qelqelîyê hereket kir.
Liqa, di Hezîranê de demek li Qelqelîyê ma. Paşê dawîya hezîranê întîqalê Geverê kir, ji wir jî bo Şemzînanê… Di Tîrmehê de li devera Harûna-Tîsî ma. Paşê bi qasî demek jî li Şapatanê ma. Li deverên Şapatan, Derebanî, Sîrînus, Bembo, Nogaylan, Bîgoltayê jî ma. Dawîya Tîrmehê ji Şapatanê bo Şemzînanê hat sewqkirin. Ji bo ji Şapatanê derbasî Şemzînanê bibe divîya bi çîyayên bilind ve hilkişe.
Di Tebaxê de ji Şemzînanê sewqê sînor kirin. Ji bo bigihîje sînorê Rûbarûk divîya ji gundê Şapatanê hilkişîya çîya. Ev, Şapatana duyem bû. Divîya hilkişiyana çiya. Paşê dadiket gundê Nehrîyê, paşê jî di ser Bênavîk, Bêsosin, Zêrîn, Mavanê re gihîştin Rûbarûkê. Yekîne demek dirêj li Rûbarûkê ma. Ji Şemzînanê heta sînorê Rûbarûkê 90 km. mesafe hebû. Bi qasî çend caran bi hilkişîn û daketina ji çiya meriv digihîşt Rûbarûkê, em bi pîyan diçûn. Çekên giran bi qantiran dibirin.
Zû zû derketina keşfê dihate rojevê. Ji bo fehimkirina mijarên wek gel çawa dijî, tekoşîna li Iraqê çawa têdigihîje, çi diçîne, çi didûre, çi distîne, çi difiroşe, polîtîka û tetbîqatên dewlet û hikûmetê çawa fehim dike, helwesta wî ya li hember artêş, jendirme, mamoste, tehsîldar û îmaman çi ye, timûtim derketina keşfê dihat rojevê. Wê demê sûbay û yên wekî wan keşfê wek karekî piçûk yê leşkerî didîtin, nedixwestin derkevin keşfê. Min jî vê wazîfeyê bi dilxwazî dikir. Di dema keşfê de bi tevî gundên ku min li jorê navên wan nivîsî ez diçûm gundê Gîranayê jî. Ev jî gundekî li ser sînor bû.
Ji biryargehên lîvayên ku li Colemêrgê, Wanê bûn, timûtim ferman dihatin. Di van fermanan de, ji bo Mele Mistefa Barzanî û hêzên kurdan agahîyên wek “ketin tengasîyê, her gav dibe bêne desteserkirin, direvin, ber bi sînorên tirkan ve direvin, birçî mane, nikarin xwarin peyda bikin…” didan. Dihat xwestin ku baldar bin, destûra derbasbûna sergedeyan di sînor de neyê dayîn, li ser sînor bêne desteserkirin. Beşeke 8-10 km.yî, li ser sînor ku ez jê wek fermandarê tîmê berpirsîyar bûm jî hebû.
Di meha Tîrmehê de, rewşeke ku di van fermanan de behsa wê nedibû pêk hatibû. Hêzên “kurd” yên girêdayê Mele Mistefa Barzanî na, mensûbên êla Bradostan ku li hember van hêzan tekoşîn dikirin, ji alîyê Mavan ve sînor derbas kirin xwe avêtin Tirkiyeyê. Di wan rojan de êla Bradostan hikûmeta Iraqê destek dikir, li hember Mele Mistefa Barzanî û hêzên wî têdikoşîya. Jiber vê jî Hikûmeta Iraqê êla Bradostan çi madî çi manewî pir destek dikir. Bradostî, gundê ser sînor yê alîkarên Barzanî dişewitandin. Barzanîyan jî di dema şer bi artêşa Iraqê re dikirin li hember Bradostîyan jî şer dikirin. Di dema vî şerî de Bradostî ketine tengasîyê, mecbûr mane gundên sînor derbaskin xwe bavêjin Tirkiyeyê. Jiber ku Bradostî hêzên dostê hikûmeta Iraqê bûn ji alîyê Tirkiyeyê ve baş hatin pêşwazîkirin. Şêx Reşîtê lîderê wan derhal ji sînor biribûn fermandarîya tûgaya ku li wanê bû. Di wan rojan de bo Şêx Reşît, kesekî kalê nexweş dihat gotin.
Bradostî wek grûpekî zêde ku ji jin mêr, zav zîrç, ciwan û pîran pêk hatî, hatibûn. Bi tevî pez, qantir, ker û mirîşkên xwe hatibûn. Jîyanê dom dikir. Wek ji taxa jêrîn derbasî taxa jorîn bûbin bûn. Hinan kon vedikir, hinan hevîr dikir, hinan xwarin dipaht, hinan cilan dişûşt, radixist, hinan zarokên xwe dişûşt… fa’ilîyetek mezin hebû. Jinan sê kevir dihanîn ber hev kuçik çêdikirin, beroşa şîvê didan ser. Zarok di zarotîya xwe de bûn. Hev vir de, wê de dibirin, dianîn. Jîyan bi awakî dînamîk didomand. Gundîyên derdorê jî dostanî şanî nûhatîyan didan.
Rojek di dema meşa keşfê de em rastê pêşmergeyan hatin. Em tîmeke 11 kesî bûn, fermandarê wan jî ez bûm. Dema em rastê wan hatin ez behitîm. Pêşmergeyan hin tişt digotin, min qet fehim nedikir. Ez di rewşeke zehmet de mam. Di wê demê de leşkerek got “fermandarê min ez dikarim biaxivim?” Axivî. Leşker ji navçeya Cilawûza Qersê bû û bi pêşmergeyan re bi hêsanî diaxivî, fehim dikir. Pêşmergeyan gotine we sînor derbaskirîye. Em bi qasî çend kîlometre bi navê de çûne. Wan rojan li sînor astengên cidî, têla direhî û hwd. tinebûn, bi 5-6 km. navber kevirên sînor hebûn.
Ji çi gotin û axatina leşker û pêşmergeyan bêtir, bi hev re axatina wan û hevtêgihîştina wan bala min kişandibû. Çunku di wê serdemê de, piştî 27ê Gulanê tirkîtîya kurdan, tirkbûna wan mijareke ku pir dihat axatinê bû. Mijarên ku bi navê kurd gelek nîne, bi navê kurdî zimanek nîne pir dihatin axaftin. Di vê mijarê de propagandayek mezin a dewletê hebû. Ev dîtina dewletê ji aliyê çapemenî, unîversîte, darazê ve bi awakî bêgengeşe û pir ji dilûcan dihat destek kirin. Dihat gotin ku zimanek bi navê kurdî tune ye, kurd hev fehim nakin, gundîyekî kurd gundîyê gundê cîran fehim nake jiber vê jî ew bi tirkî diaxivin. Kitêba Mehmet Şerîf Firat a bi navê “Bajarên Rojhilat û Dîroka Warto” bi pêşgotina Cemal Gurselê Serokê Komîteya Yekîtiya Milî û Serokê Dewletê, ji nû ve hatibû weşandin. Ev kitêb li ser tirkbûna kurdan bû, li ser tunebûna zimanek bi navê kurdî bû, hewldida vê îsbat bike. Ji alîyê wezareta perwerdeya milî ve çap bûbû, bo universîteyan, lîseyan, mamosteyan bêpere dihat şandin. Li vir jî kurdekî ji Qersê bi hêsanî bi pêşmergeyan re dida û disend. Di navbera Barzanê an herêma nêzî Barzanê û Qersê de herî kêm 700 km. mesafe heye. Ev diyarde, di heqê dîtina fermî de, di heqê kurd û kurdî de, tesîrek mezin di mejiyê meriv de çêdike.
Pêvek 2 Kurd li Rojhilata Nêzîk û Navîn
Karikaturek, di rojnameya Miliyetê de ku sala 1930ê li Tirkiyeyê dihat weşandin, cih digirt. Li ser karîkaturê gorek di navbera çîyayê Agirîyê mezin û piçûk de hatibû çêkirin, li ser gorê jî “Kurdistana Xeyalî li vir veşartî ye” hatibû nivîsîn. Gor, bi betonê hatibû girtin.
Bûyerên ku di 40-50 salên dawîn de tên jiyîn nîşan didin ku gora bi beton ser girtî hatiye perçekirin, kurd vejîyane. Dînamîka bingehîna vê pêvajoyê bêguman tekoşîna kurdan a ku bênavber bi awakî bibiryar li başûr, li bakur, li rojhilat, li rojava dimeşînin e. Helbet divê îşaretê tekoşîna gerîlatî ya ku di nava 1980yan de dest pê kir û niha dimeşe jî bikin.
Divê tekoşîna DYA û hêzên koalisyonê di 20ê Adara 2003yan li Iraqê jî wek dînamîkek derva bê nirxandin. Piştî vê midaxeleyê rejîma Sedam Husên hate rûxandin. Di vê pêvajoyê de Partîya Baas, artêş, El-Mixaberat hate belavkirin, çekên îmhakirina girseyî ji holê hatin rakirin. Bi rabûna van tehdîtên diyar rêya kurdan vebûye, bi tekoşîna kurdan a bibiryar pêwîstiya Iraqa Federal hate zimên, li gor vê ferasetê destûr hate amadekirin, Hikûmeta Herêmîya Kurdistanê hatîye sazkirin. Ev êdî statuyeke navnetewî ye. Bi vî awayî, li Rojhilata Nêzîk, di statukoya ku salên 1920an hatibû avakirin û tu statuyek nedida kurdan de qulek girîng vebûye. Zelale ev pêvajoya ku li Başûrê Kurdistanê tê jîyîn, dê tesîrê li kurdên ku li Bakurê Kurdistanê, Li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dijîn jî bike. Ev her du dînamîk yanî dînamîkên hundir û yên derve bi lihevtesîrkirin û hevbirêxistinê kurd û Kurdistanê anîne rewşa îroyîn. Êdî kurd li Rojhilata Navîn û Nêzîk hêzeke pir girîng in. Êdî dema ku ev herêm ji nû ve reorganîzekirin nikare dînamîka kurd ji balê bê dûrxistin.
SALÊN 1920an, SERDEMA CEMÎYETA MILETAN
Di vê çarçovê de divê li salên 1920an bête nêrîn.
Di salên 1920an de, di serdema Cemîyeta Miletan de Kurd û Kurdistan hatiye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Hêzên emperyal yên serdemê, Brîtanya Mezin û Fransa, vê bi hevkarî û hêzyekirina rêveberîyên tirk, ereb û farisan pêk anîne.
Salên 1920an serdemek e ku têgihîştina mafê netewan yê dahatûya xwe te’yînkirinê herî pir tesîr li gelan dike. Lîderên Yekîtîya Sovyetê Lenîn, Stalîn, Troçkî ji bo vê prensîbê vejînin di nava hewldaneke pir girîng de ne. Dîsa Serokê DYAyê Wîlson jî di nava hewldaneke wiha de ye. Di serdemeke wiha de dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê rewşeke balkêş e.
Ev, cara sêyem a dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê ye. Ev pêvajoya ku di 1920an de di serdema Cemîyeta Miletan de tê jiyîn bi me nîşan dide, ger netewek di dîroka xwe de bibe hedefa dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê êdî xwe nûkirin û lisernigmana wê netewê zehmet e. Ev êdî tesîreke wisa çêdike ku ev rewş her diçe zêde dibe, kûr dibe û bêtir dibe.
Wek tê zanîn dabeşkirina yekem di çaryeka yekem a sedsala 16. de bi destê împaratorîya Osmanî û împaratorîya Îranî pêk hat. Di wê serdemê de şerê Osmanî û Îranê li Kurdistanê çêdibû, her du alî jî artêşên ji kurdan avadikirin û ev artêşan li ser navê Osmanîyan û Îranîyan bi hev re şer dikirin.
Dabeşbûna duyem, piştî şerê salên 1812-1813an, 1826-1828an ku di navbera Îranî û Rûsan de bû, pêk hatîye, bakurê Kurdistanê ku di nav sînorê Împaratorîya Îranê de bû, ketîye bin desthilatdarîya Împaratorîya Rûsî. Li Kafkasyayê di navbera Ermenistan û Karabaxê de di salên 1923-1928an de, Kurdistana Sor a ku hat avakirin li ser vê axê bûye. Divê kurdên ku li Gurcistanê, Ermenistanê û Azerbeganê dijîn jî bi vê rewşê re têkildar bin.
Ev dabeşkirin, parçekirin û parvekirin dem deman ‘eşîran, malbatan dabeşdike heta birayên ji malbatekî dabeşdike. Xebitandina alfabeya erebî ya kurdên Başûrê Kurdistanê û kurdên Rojhilatê Kurdistanê; xebitandina alfabeya latînî ya kurdên Bakurê kurdistanê dîsa bi vê rewşê re têkildar e. Di dawîya Şerê Cîhanî yê Yekem de Cemîyeta Miletan, ji bo aştîya navnetewî sazkirin û parastin, hatîye avakirin. Ji bo nakokîyên navnetewî, nakokîyên nava dewletan bêşer çareserbibe, bi rêya aştîyane çareser bibe hatîye avakirin. Lê di vê serdemê de tevî ku kurd doza mafên xwe dikin jî, wek mînak li Başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûdê Berzencî ji bo mafên kurdan şer dike jî, kesên ku Cemîyeta Miletan avakirine nexwestine daxwazên kurdan guhdarî bikin, bibihîsin. Kurd û kurdistan hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Li Rojhilata Nêzîk û Navîn statukoyek ku tu statuyek nade kurdan hatîye avakirin.
Cemîyeta Miletan tiştê ku jê dihate hêvîkirinê, yanî nikaribîye aştîya navnetewî sazbike, nikaribîye li hember derketina Şerê Cîhanî yê Duyem bibe asteng. Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de û piştî şer jî têgihîştina sazkirin û parastina aştîyê dom kir. Di 1945 de Netewên Yekbûyî li ser vê rê avabû. Di pêvajoya Şerê Duyem ê Cîhanî de jî li ser pîyanbûn. Avabûn û hilweşîna Kovara Kurd a Mahabadê rewşeke balkêş e. Lê di vê serdemê de jî kurdan dengê xwe negihandîye sazkarên Netewên Yekbûyî. Sazkarên Netewên Yekbûyî wek mînak Brîtanya, Fransa, DYA, Yekîtîya Sovyetan, nexwestin kurdan bibînin, nexwestin daxwazên kurdan bibihîzin guhdarî bikin. Piştî Şerê Cîhanîyê Duyem li ser ruyê sîyasîyê dinyayê guherînên pir mezin çêbûn. Wek mînak li Afrîkayê berî Şerê Cîhanîyê Duyem bes du dewletên serbixwe hebûn, îro 57 dewlet hene û ewan 1950yan de, 1960an de serxwebûn bidestxist lê li Kurdistanê tu tişt neguherî. Di vê statukoya ku tu satatuyek nedida kurdan de tu tişt neguherî. Divê haya meriv ji vê hebe.
Nîzama navnetewî ya ku di 1920an de, di serdema Cemîyeta Miletan de sazbû, nîzameke navnetewîya antî-kurd e. Sazkarên Netewên Yekbûyî jî ev nîzama navnetewîya antî-kurd ‘eynî parastine. Îro jî ev nîzama navnetewîya antî-kurd ‘eynî tê parastin. Domandina tekoşîna kurdan a lihember vê nîzama navnetewî ya antî-kurd jî pir mihîm e.
Behiskirina çend bûyerên di mijara nîzama navnetewî ya Antî-Kurd de dê sûdwer be.
Di 16ê Adara 1988ê de, rejîma Sedam Husên li Helepçeyê kurdan bi gazên jehrê fetisand, jenosîd kir. Li hember vê jenosîdê li tu derê dinyayê tunebûna bertek, rexne, tewanbarkirinê rewşeke baldar e. Ne li Parisê, ne li Londonê, ne li Berlînê, ne li Washîngtonê, ne li Qahireyê, ne li Şamê di vê mijarê de meş, mitîng çênebûn. Lê divê bête gotin ku li Tel-Avîvê mitîngek, meşek ku vê jenosîdê protesto dike hat çêkirin. Tevî ku rejîma Sedam Husên li ser mijara “kîjan gaz bêtir bijehir e, kîjan gaz bêtir kuştina girseyî pêk tîne” ji sala 1983yan vir ve lêkolînan dikir. Ji bo vê jî wek kobay gundîyên kurdan, mehkûmên kurdan yên li zîndanê bikardihanî. Hejmara kurdên ku di serdema ceribandinên ku ji 1983yan vir ve ye têne kirin de haitne qetilkirin ji hejmara kurdên ku li Helepçeyê di carek de hatine qetilkirin pir zêdetir in. Ev jenosîdeke ku li demê û mekan hatîye belavkirin.
Di rojên ku ev jenosîd dihat kirin de Konferansa Îslamê li Kuweytê di civînê de bû. Kenan Evrenê Serokkomarê 7. Li konferansê Tirkiyeyê temsîl dikir. Di wê serdemê de 53 endamên Konferansa Îslamê hebûn. Li hember vê jenosîdê bertek nedana Konferansa Îslamê rexnenekirina rejîma Sedam Husên, tewanbar nekirina wê mijareke balkêş e. Di wê demê de li Bûlgaristanê operasyona guherîna navê tirkên kêmar, navê bûlgaran li tirkan kirinê hebû. Hikûmeta bûlgar ji tirkan re digot “Ger hûn navên bûlgaran bigirin, hûn dê di Partîya Komunîsta Bûlgaristanê de û di burokrasîya dewleta Bûlgaristanê de cih bigirin, hûn dê zû payebilind bibin. Lê ku bi navên tirk bimînin, di jîyana we ya rojane de dibe ku hûn bi zehmetê re rû bi rû bimînin.” Konferansa Îslamê, di danezana encamê de, jiber vê helwestê Bûlgaristanê rexnedikir. Jiber sedemkî wek vê, jiber polîtîkaya perwerdeyê ya ku li ser tirkên rojavayê Trakyayê dimeşand, Yûnanistan jî dihat rexnekirin. Ji alîyê hikûmeta Yûnan ve qebûlnekirina alfabeyek ku li Tirkiyeyê hatiye amadekirin ji bo zarokên tirkên rojavayê Trakyayê, xebitandina alfabeyek ku hikûmeta Yûnan bi xwe amade kiriye… ji alîyê Konferansa Îslamê ve dihat rexnekirin. Lê, Konferansa Îslamê li hemberî jenosîda kurdan bertekeke piçûçik jî nişannedabû. Ev zelal nîşandide ku nîzama navnetewî çi qasî antî-kurd e, Konferansa Îslamê çi qasî antî-kurd e.
Bi qasî du meh piştî vê jenosîdê li ser mijara jenosîdê li Ewropayê civînek hat li dar xistin. Kurdan bi gotina “yên ku herî pir hatine jenosîdkirin em in, Kurdistan e” serlêdana beşdarbûna vê civînê kirin lê sazkarên civîna Jenosîda Navnetewî bi gotina “hûn ne dewlet in, ancax dewlet dikarin beşdarê vê civînê bibin” bersiva erênî nedan serlêdana kurdan. Ji kurdan re hat gotin “Hûn ancax bi navê dewleta Iraqê dikarin beşdar bibin. Ger Iraq beşdarbûna we bipejirîne hûn dikarin beşdar bibin.” Ev hemû nîşan didin ku nîzama navnetewî çi qas antî-kurd e, her dem bercewendîyên dewletên ku li kurdan zilim dikin li ber çavan têne girtin. Ji kurdan re gotina ku ancax bi pejirandina dewleta ku wan jenosîd kirîye dikarin beşdarê civîneke wiha bibin, careke din nîşandide ku nîzama navnetewî çi qasî bi awakî antî-kurd, bi awakî bêdadî hatîye sazkirin.
Di 13ê Tîrmeha 1989ê de, Lîderê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê Evdirehman Qasimlo û du hevalên wî li Vîyanayê di odeya otêleke de hatin kuştin. Yên ku wan kuştin Pasdarên Îranî bûn. Ew wek hevdîtox, dîplomat ji alîyê hikûmeta Îranê ve hatibûn şandin. Dewletê di mijara meseleya kurd de bi Evdirehman Qasimlo re hevdîtinan çêdikir. Hevdîtin nepenî bûn, ji çapemenî û rayagiştî re vekirî nebûn.
Di dema rûniştina hevdîtinê ya li odeya otêlê de, ji alîyê pasdarên ku dewleta Îranê wan wek dîplomat, hevdîtox wezîfedar kiribû ve hatin kuştin. Yên ku vê qetlîamê pêk anîn di demeke pir kin de otêlê terk kirin. Di demeke pir kin de Vîyanayê, Awusturyayê terk kirin. Ji alîyê Îranê ve bi xelatên madî û manevî hatin pêşwazî kirin.
Hevsera Evdirehamn Qasimlo Helene Krulich, ji bo di heqê vê cînayetê de doza sezayê vebibe serî li hikûmeta Awusturyayê, Dozgerîyê da. Hikûmeta Awusturyayê di vê mijarê de nexwest doza sezayê veke, lê Helene Krulich di vê mijarê de pir israrkar bû. Bi xwestina alîkarîya rêveberîyên Fransiz, Alman, Amerîkan, Îtalyan, Îngilîz û hwd. ji bo vekirina doza sezayê pir xebitî. Hevdîtinan bi merivên dewletên cur bi cur re çêkir. Li ser vê takîbata biisrar hikûmata Awusturyayê lêpirsînek vekir, ev dosya li valayîyê de ma û hat girtin.
Hikûmeta Awusturyayê bi hinceta pêwendîyên du alî yên wê û Îranê xeranebin dozek wiha venekir. Difikirî ku doz veke dê pêwendî birîndar bibin. Kurd jî qet nemihîm bûn. Pêwîstî bi liberçavangirtina rayagiştî ya kurdan nedihat hîskirin.
Li nava Ewropayê, li cihekî ku têgihîştina mafên merivan pir bipêşketî ye mihîmnedîtina kurdan, liberçavannegirtina hest û ramanên kurdan bûyereke ku divê bi awakî hûr û kûr li serê bê rawestin.
Hikûmata Îranê, ji vê bêwicdanîya Awusturyayê, Ewropayê sûd digre vê carê li Berlînê, Sadik Şerefkendîyê ku piştî Evdirehman Qasimlo wek serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê hat hilbijartin û hevalên wî di 17ê Îlona 1992yê de, di aşxaneyek de qetilkir lê vê carê hikûmata Alman di heqê cînayetê de lêpirsîn vekir.
Li gor qen’eta min li Almanyayê ji milyonekî zêdetir kurd dijîn. Dikare bête gotin ku milyon û nîv in jî lê Almanya kurdan hê jî wek kurd qebûl nake. Ger ji Tirkiyeyê çûbe wek tirk, ji Îranê çûbe wek faris, ji Iraqê an Sûriyeyê çûbe wek ereban qeyîd dike.
Endamên girêdayê Konseya Ewropayê ya xwedî 47 endamî, serjimara Andorrayê, San Marinoyê Monacoyê û Liechtensteinê yanî bi tevayî serjimara van çar dewletan bi qasî du sed hezarî ye. Yanî serjimara van çar dewletan bi qasî pênc yeka kurdên ku li Almanyayê dijîn jî tune ye. Ev jî dîsa nîşan dide ku nîzama navnetewî çi qasî antî-kurd e.
Piştî sazbûna Rêveberîya Herêmî ya Kurditanê li Iraqê di sala 2005an de, tê gitin kurdên ku ji vê herêmê diçin Almanyayê êdî wek kurd têne qeyd kirin. Li dewletên wek Îngilistan, Fransa jî rewşên wek li Almanyayê tên jîyîn cereyan dike.
Li vir di balêkişandina ser mijareke girîng a din de jî sûd heye.
Li Rojhilata Nêzîk û Navîn hemû dewletên ku mafê kurdan asteng dikin, li kurdan zilmê dikin, bi her awayî hewldidin ku kurdan asîmîle bikin dewletên Misilman in. Ev dewlet bi pêşxistina dirûşma biratîya Îslamê hewldidin mafên kurdan, azadîya wan asteng bikin. Li Iraê, Îranê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê dema ku kurd mafên netewî, azadîyan dixwazin di cih de dirûşma biratîya Îslamê dihîne rojevê. Tê gotin ku ev daxwaz bi zîhnîyeta biratîya Îslamê re li hev nake, di Îslamê de qewmîyetî qedexe ye. Li van dewletan saziyên bingehîn yên wek çapemenî, unîversîte, daraz jî ramanên ku ev dîtina dewletê tînin zimên diparêzin.
Ji vê hêlê ve di nirxandina dirûşmaya biratîya Îslamê û lêkolînkirina tekoşîna gelê Bengal li hember Pakistanê de sûd heye.
Me li jorê balê kişandibû ser helwesta Konferansa Îslamê ku li hember jenosîda Helepçeyê çawa xwe ker kiribû. Gelê Bengalê yê Misilman maf û azadîyên xwe çawa ji rêveberîya Pakistana Misilman sendîye, mijareke ku divê bête lêkolînkirin.
Hindistanê di 1947an de serxwebûnê bi dest xist. Bi derketina Brîtanyaya Mezin ji Hindistanê re li Başûrê Asyayê du dewlet derketin holê. Hindistan, Pakistan. Di pêvajoya vekişîna Britanyaya Mezin ji Hindistanê de lîderên Mislimanan, wek mînak Cînnah, ji rêveberên tevgera rizgarîya Hindê re got ku ew dê bi Hindîyan re nejîn, anî zimên ku ziman û çanda gelê Misliman pir cuda ye. Gandî û Nehrû nîqaşan kirin. Di dawîyê de Pakistan jî wek dewleteke serbixwe bi Hindistanê re derket holê. Wê demê Pakistan du perçe bû. Ji Pakistana îroyîn re Pakistana rojava dihat gotin. Pakistana rojhilat welatek bû ku gelê Bengalê lê dijîya. Di nava Pakistana rojava û rojhilat de bi qasî 1200 km. mesafe hebû. Welatê Bengalê jî du parçe bû. Ji rojavayê Bengalê jî re Pakistana rojhilat dihat gotin. Rojhilatê Bengalê eyaleteke Hindistanê bû. Îro jî rojhilatê Bengalê ji eyaletên mezin ên Hindistanê yek e. Eyaleta ku paytexta wê Kalkuta… Qada ku robarê Ganjê digihîje okyanûsa Umanê. Li Hindistanê dewleteke federal heye.
Li Pakistanê çawa dewletek ava bû gelê Bengalê yê Misilman ji rêveberîya Pakistanê dest bi xwestina maf û azadîyên xwe kir. Wê demê rêveberîya Pakistanê ya Misliman digot daxwazên gelê Bengalê li dij biratîya Îslamî ye. Digot, di Îslamê de li pey qewmîyetê çûndin, qedexe ye. Gelê Bengalê jî digot “Esas polîtîkaya ku hûn li hember me dimeşînin li dij Îslamê ye. Hûn maf û azadîyên me xesp dikin. Hûn zimanê Bengalî qedexe dikin. Hûn dixebitin ku zarokên me ber bi zimanê Ûrdûyî ve asîmîle bikin. Rewşa bingehîn a ku li dij Îslamê ye ev e.”
Li Pakistanê di serdema Eyub Xan, Yehya Xan de salên 1950yan, 1960an wiha bihurîn. Gelê Bengalê yê Misliman bi gotina, esas polîtîkaya ku rêveberîya Misliman a Pakistanê li Bengalê dimeşîne dij Îslamê ye, rexnekir.
Di 1970yan de tekoşîna gelê Bengalê bi pêşket. Di mijara welatê Bengalê de hişmendîyeke mezin û berfireh bipêşket. Di bihara 1971ê de hilbijartin çêbûn. Partîya Yekîtîya Ewamê Misilman ku lîderîtîya wê Mûcîburrahman dikir di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist. Gelê Bengalê di çarçoveya têgihîştina xwe bi xwe rêvebirinê û dahatûya xwe tayînkirinê de mebûsên xwe hilbijartibû lê rêveberîya Yehya Xan vê hilbijartinê qebûl nekir. Ji civîna parlementoya Bengalê re bû asteng. Parlementoya Bengalê bê civîn belav bû. Li ser vê li hember rêveberîya Pakistanê şerê çekdarî dest pê kir. Lê di zerfê vê pêvajoyê de rêveberîya Pakistanê li Bengalê terora dewletê zêdekir. Bi nêzî 300 hezarî kuştin hebû. Artêşa Pakistanê li Bengalê qetlî’am kir. Di tekoşînê de avantajeke wiha ya gelê Bengalê hebû. Hindistanê midaxeleyê pêvajoyê kir. Artêşa Hindê ket nava axa Bengalê. Yekîneyên Pakistanê dîl girt. Di dawîya 1971ê de serxwebûn bi vê rê çêbû. Bengladeş ji alîyê dewletên wek Hindistan, DYA, Yekîtîya Sovyetan, Îngiltere ve hat naskirin. Piştî serxwebûn çêbû artêşa Hindê ji Bengladeşê vekişîya. Di wê serdemê de serokê Hindistanê Îndra Gandhî bû.
Dikare nirxandineke wiha bête kirin. Zîhnîyeta biratîya Îslamê kurdan pir dixapîne. Kurd jî bi vê dirûşmê pir qani’ dibin lê gelê Bengalê yê Misliman bi vê dirûşmeyê qani’ nabûye. Ji bo maf û azadîyên xwe bi dest bixe ketiye nava hewldaneke mezin. Nivîsa Îbrahîm Sedîyanî ya Biratîya Îslamî ya ku Kurdan Xapandîye lê Nikaribîye Gelê Bengalê Bixapîne ji vê hêlê ve bi nirx e. Nivîsên Kadir Amaçî yê ji Însîyatîfa Azadîyê, bi vî rengî hene.
Divê meriv binêre ku tekoşîna gelê Bengalê ji alîyê Komara Tirkîyeyê ve çawa tê fehimkirin. Di dema vê tekoşînê de Tirkiye her gav alîkarîya dewleta Pakistanê kiriye. Tu car pişgirîya gelê Bengalê yê Misliman nekiriye. Her dem rêveberên tekoşîna mafdar a gelê Bengalê wek “eşqîya, sergerde, heydûtan” dihatin nirxandin. Dewleta tirk Bengladeşê, piştî naskirina wê ya ji alîyê Pakistanê naskir. Di 1975an de di civîna Konferansa Îslamê de…
Di ramana sîyasîya tirk de dîtineke wiha heye “Tirkiye, gelê tirk, ji hemû netewên mezlûm re ji hêla rizgarîya netewî ve rêberî kiriye. Ji wan re di rêya rizgarîya netewî de îlham daye.” Dema em helwesta Tirkiyeyê ya li hember tekoşîna gelê Bengalê digirin ber çavan, ev dîtin derhal pûç dibe. Di pêvajoya tekoşîna rizgarîya netewî ya Cezayirê ya 1954-1962yan de jî Tirkiyeyê her gav li kêleka Fransayê cih girtîye. Tu car piştgirî nedaye tekoşîna rizgarîya netewî ya Cezayîrê.
Îro Partîya Aştî û Demokrasiyê, pêvajoya PKKê, BASKê, İRAyê, pêvajoya Başûrê Afrikayê çawa geşbû lêdikole. Dixebite ku rêyek ji xwe re bibîne. Ev lêkolîn dibe ku birûmet bin. Ev dikarin rêya tekoşîna kurd ronî bikin lê karê esasîyê ku rêya tekoşîna kurd ronî bike, mînaka esasî mînaka Pakistan-Bengalê ye.
Bi kurtî em behsa pêvajoya aştî û çareserîyê jî bikin. Ji mecbûrî rojekî hemû şer bi dawî dibin û aştî pêk tê. Çi qasî zû ev pêvajo pêk bê, ji bo aliyên şervan ew qasî baş e.
Ez dê hewlbidim ku hin guman û metirsîyên xwe yên bi pêvajoya aştî û çareserî re têkildar, bînim zimên.
Mehek berê dirûşmeyek Partîya Aştî û Demokrasiyê wiha “Ji Kurdistanê re Statu, ji Ocalan re Azadî” hebû. Van rojan behsa azadîya Ocalanî dîsa tê kirin lê behsa statuya Kurdistanê nayê kirin, êdî ev dirûşme nayê bikaranîn.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan digot “mesele hebûna çekdaran e. Ger çekdar welat terk bikin dê mesele biqede.” Digot “bila çekdar çekên xwe deynin vî welatî terk bikin.” Rêveberîya PKKê ya li Qendîlê, wek mînak Murat Karayilan jî wiha digot: “Ev der Kurdistan e, welatê me ye. Tu welatê me terk bike. Ma em ji bo seyranê derketin çîya?” Rêveberên ku li Qendîlê ne îro van gotinan nabêjin. Dibêjin “serokê me got vekişin em vedikişin”, dibêjin “em bi serokê xwe bawer û ewle ne.”
Dirûşmeya “Minafiq Erdogan” heta salek berê ji alîyê Partîya Aştî û Demokrasîyê ve her gav dihat bikaranîn. Ev li qadên wek Dîyarbakirê, Êlihê, Wanê, Hekarîyê, Stenbolê, Edenaê, Mêrsînê, Îzmîrê, li Almanyayê, li her cihên ku kurd lê dijîn, bi taybetî ji ji alîyê jin û zarokan ve pir berz dibû. Niha jî hin parlementerên BDPê ji AKPê, ji hikûmetê re dibêjin “em destûrnameyê bi hev re çêkin.” Dibêjin “Sih parlementerên me hene, 320 yên we hene em dikarin bi hev re destûrnameyê çêkin.” “Ji minafiq Erdogan” çawa hat “em destûrnameyê bi hev re çêkin”ê helbet mijareke balkêş e.
Helbet statu mijareke pir mihîm e. Dema statu tê gotin, meriv dikare ji bihêzkirina rêveberîyên herêmî heta dewleta serbixwe behsa têgihîştineke berfireh bike. Dema statu bê gotin divê bi hindikî federasyon bê parastin. Bêyî bidestxistina statuyê çareserkirina meseleya kurd/Kurdistanê ne mimkin e.
Rewşên ku çavkanîya gumanan e di heqê pêvajoyê de ev in. Di rastîyê de divê dema ku aştî bê gotin, terkirina welat a gerîlayan na, hatina kurdên li Qendîl û Ewropayê jî bê fehimkirin. Ev jî ‘efûya giştî dixwaze. Di daxuyanîyên hikûmetê de jî behsa vê nayê kirin. Berevajî vê qereqolên nû têne çêkirin. Karê jimara cerdevana zêdekirin tê rojevê. Zelal e ku ev karan li dij helwesta aştîyê ne. Wekî din divê bête gotin ku zimanê serokwezîr, zimanê hikûmetê jî ne zimanê aştîyê ye.
Tê gotin ku serokê PKKê Evdilah Ocalan bi misteşarê MÎTê Hakan Fidan re rûdinê, li hev dike, mitabiq e. Lê tê gotin ku naveroka lihevkirinê nedîyar e. Tê gotin ku li hember paşvekişanê heqê wek çi bi dest xistine dizanin.
Binavkirina van hevdîtinan wek “mizakere” ne rast e. Li vir bes vekişîna gerîlayan di demeke dîyarkirî de di rojevê de ye. Dibe ku hêvîyeke wiha hebe. “Me Leşkerên dîl berdan, em paşvekişîn, divê êdî hikûmet di mijara çareserîya meseleyê de hin tiştan bike, hin gavan bavêje…” Dîtina serokwezîr a bi navê meseleya kurd, meseleyek tune ye helwesteke pir neyînî îfade dike. Dibe ku hikûmet gavan navêje lê divê PKK, BDP di mijara statuyê de, di mijara xwe bi xwe rêvebirinê de, di mijara dahatûya xwe te’yînkirinê de biheter/biisrar be. Divê mafê bi zimanê dayîkê perwerde, mafê perwerdeya mecbûrî bi kurdî mafên jê veneger bin.
Wergera ji tirkî ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatîye kirin.
(20.07.2013-Amed)

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.