بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

ZINGIL BONA KÊ LÊBIDIN?

Rojhilata Naverast dîyare ku ketîye nava merhalek ru, rojên hinekan hemcirîne. Pevçun, berhevdan û hevxwerin bune parçekî sîyaseta rojanî. Konsepta hezar salî ya dijî Kurda gav bi gav dipişire. Ew konsept çîye?! Di qurna rabirdîda çi nuva hate ser wê konseptê? Berê aş bi avê û bahayê dihatin gerandin, dura bi dozitîna kehrîbarê û motoran, aşên modern derketin holê û karxanêyên mezin serîdan. Tu aşek bê enerjî serbixwe nazivirê. Bona gerandina aş; av, bah anjî kehrîbar pêwîste. Bo vana hemuyan roj ango nur pewîste. Eger roj û tava wê nebe gelek tişt disekinin. Di dinya moderda aşê sîyasetê sermayê dizivirînê. Berê sermayêyên piçuk yên navçeyî hebun, dura wan qweta xwe gav bi gav ser axa welatekî an kontînentekî belav kirin, dura glovera me girrtin mista xwe, îro dixwezin li gel glovera me gerdunê bigirin bin kontrola xwe. Li seranserî dinyayê mîrov nikare behsa sermayek netewî bike, piranîya sermayeya dinyayê ji netewetîyê zuva derketîyê. Sermayeya îronî ku dinyayê kontrol dike; bê dîne, bê îmanê û bê neteweyê. Kirasê nu kû îro Rojhilata Naverastra hatiyê birrin alîyê vê sermayê va tê durîn. Dîyare ku dizaynek nu bete Rojhilata Naverast. Rola Kurdan di vê dîzayna nu da çi be? Komara Tirkîya bikaribê bi karên nu jîyana xwe dirêj bike? Hevkarîya dewetên dagirker dijî Kurdan bikaribe berdewam bike?!

“ Kesek serbixwe û tenya giravek nîne, her mîrovek hebek ji kişwerekêye (kontînentekeyê), parçekî parzemîn ya mikeme, dema kermekî piçuk ji erda Ewropa dibizde û dikeve ser behrê, erda Ewropa hinek din kem dibe, ew kêmbun çawa kembuna zmanê erdekê (nîvgiravekê) be, çawa kembuna erda te an ya hevalê te be, kuştina her mîrovekî zerara mine, ber ku ez parçekî mîrovetîyê me, qet tu car pirs meke zingil bona kê lê didin, ew bona te lê didin” Erê wusa gotubu John Donne, durajî pirtukek Ernest Hemingway ra bibu nav: Zingil bona kê lêdidin? Îro li ser axa Kurdistan her roj mîrov tên kuştin, yek, du, deh, sed, her roj mîrov tên kuştin dagirker û hevkarê wan bi xwînê têr nabin, nizanin ku bona kê ledana zingil, bona kê lêdana demê ewqas muhîm nîne, nizanin ku; bi kuştina her mîrovekî parçeyek ji erda mîrovetîyê kem dibe û nava okyanusê da wanda dibe. Qurna rabirdî da sermayêya qîrêj mecal neda ku, Pirsa Kurdistan halbe, wan sînorên nu gor mislehetên xwe li ser axa Kurdistan da kişandin. Gor komên din Kurd jî organîze bun, buna dewlet bune mecal û taqeta wan zedetirîn hebu dîsa jî hinekan bona diwaroja xwe li ser axa Anatolîa û Kurdisana Bakur, Sektora Kemalîste Selanîkî anîn ser hikûm, dewleten wekû Surî û İraqê dan damezrandin, pişta Îranê xwirt kirin, xwîna Kurdan heta îro bê rawstan rijandin. Dema xwîna Kurdan dihat rijandin otomatîkman xwîna gelên cîran jî kem an zêde dihat rijandin. Raste rehetîyek bona koma Kurdan tunebu, feqet gelên weku Tirk, Ereb û Fars jî rehet nedikirin, xof û tirs her tim zikê wanda hebu.

Konseptik dizî li dijî Kurdan dihat karanîn, hinekan mecal nedidan Kurdan, dixwestin li ser vê gloverê Kurd ber lepî bimînin. Wan di nava Yekitîya Sovyetê da jî nedixwestin Kurd xwedî pîçek azadî bin. Yektitîya Sovyetê gelek gelara dibu nan û mast tenya bona Kurdan dibû jehr û biryara holê rakirina Komara wan dihat dayîn. Li pîştî 1924 da li ser parçekî Kurdistana Bakur, di nava sînorên Yekitîya Sovyetê da Kurdistana Sor hatibu damezrandin, bi zexta Komara Tirkîya û bêbextên Azerbaycan û Ermenîstanê û taybetî jî înformasyon û dafên Partîya Komunîst ya Tirkîyayê, 1929 da alîyê Dewleta Yekitîya Sovyêtê da, Kurdistana Sor dihat feşilandin, Kurdan ra reya sirgunê dihat vekirin. Îro Ermên û Azerî li ser axa Kurdistana Sor hevûdu dixwin. Heqê gelê Kurdistana Sor, bi zedetirîn bîvila wan va tê derê.

Dem hatin dem çun, yekitîya “pola” ya dagirkerên Kurdistan îro dibê bela serê wan, ew yekitî dipişire, dibe agir û ser wanda dibare. Sîyasetmedarên Komara Tirk dixwezin Rojhilata Naverast serkirdayetîyê alîyê aborî û leşkerî va bigirin bin kontrla xwe. Govenda wan bi NATO û Yektîya Ewropa ra berdewame. Di gorînên Efrîka Bakur da Komara Tirk li gel Ewropa û Emrîkayê cîhyê xwe girt. Recep Tayîp Erdoğan weku serokdewletekî serketî gera xwe ya Efrîka Bakur qedand, bi bindenîvîs û mora xwe di bin biryara kuştina Kazafî da. Dostê „Ezîz“ bi demek kwirt da bu gwirê çav bi xwîn. Kazafî sîyasetmedarên Ewropa yên weku Sarkozî û Merkel baş fehmkirin, heta wî îxtîrama Obama jî girt û sîyaseta Hîllary Clînton jî normal dît. Berku ew dijî wan û dewleta wan bu. Tişte ku wî fehmnekir bêbextîya sîyasetmedarên Tirk bu. Wî dehan salan virda bi derfetên ku Komara Tirkîyayêra peşkêş kiribu, pişgirîyek mezin dabu wan û butçeya wan tijî kirî bu. Şerê Qibrîsê da bi benzîn û mazotê alîkarîya wan kiribu. Dîsa jî Komara Tirkîya ew erzan firot, panav û Îslamîyêt nema, mîrovetî nema. Îro Tîrkîya dixweze li Surîyê Beşar Esad bixesîne û bikuje. Hîna teze salek li ser zîyareta Beşar Esad ra derbaz bu. Di Gulan 2010 da li Stembolê ew û jina wî bi çi şiklî alîyê Abdullah Gül û jina wî va hatibun mêvankirin?! Hîna germa maçan sar nebu. Ew kef hemu jî li ser pişta Kurdan dihat kirin. Li dijî Kurdan “Yekitîyêkî Pola”, îro ew Yekitî pişirîya û bu toz. Beşar Esad “ezîzîya” sîyasetmedarên Tirk û îslamîyeta wan pîçek dereng fehmkir. Ez nizanim ew bi çawa xwe xesandina Tirkan rizgar bike û Kurdan ra bibe dost?! “Li ser bingehya sîyasetêda dostî û dijminatî qe tu car berdewam namînê”. Dostanîya dagirkerên Kurdistan jî tu car berdewam namîne, îro ew dîyarê. Îran û Surîyê bona mislehetên xwe li ser xetekî man. Tirkîya dixweze binva ser xetekî serva li ser xetekî din bimîne. Govenda wan li gel Komara Îslam ya Îranê her roj cîhyekî da dibizde. Li dijî şerkarên azadîyê yên Kurd yekitîya wan peşva neçu. Tirkîya dixwest binra NATO yê ra karê xwe berdewam bike serra jî li gel Îranê yêk be û dijî gelê Kurdistan komkujîyêk mezin darxîne, wan dixwest panîya leşkerên Tirk li ser hemu pişt û tiltilên koyên Kurdistan bikeve. “Mixabin” nebu... Li paş şikest xwerina Îranê dijî PEJAK ê. Îranê dawî û diwaroja xwe dît şer da rawestan. Ne berku taqeta wan bona şer nemabu. Wan şerê mezin yên ber wan nahava dît û xwe di vê şopêda şunva rakişandin. Bi Tirkîyê ra dev ji govendê berdan. PEJAK jî bi înîsîyatîfa sîyasetmedarên Kurdistana Başur û li ser daxwezîyên xwe bêdeng bu. Rewşa sîyaseta dinyayê û taybetî jî peywendîyên sîyasî yên Rojhilata Naverast, Komara Îslamî ya Îranê û PEJAK anîn rewşa patbunê. Patbun bi tenya şerda nebu. Şert û mercan ew anîn vî katî. Li Îran û Surîyê rexbeta Kurdan di “borsayê” da sed car bilind bu. Naha Surîye û Îran naxwezin Kurd dijî wan rabin, ew tirsên xwe ra hinek “reforman” ji bikin. Pirsgirêka Kurdistan da li Îran û Surîyê reform kirin ji Tirkîyayê asantir rêva bimeşe. Berku gelên Ereb û yên Îranê hebuna gelê Kurd weku Tirkîyayê tu car înkar nekirin. Di fermîyeta Îranê da Kordestan (Kurdistan) her tim hebu, ber ku wan nedixwest Kurd hemu axa xwe xwedî derkevin û daxwezîya Komarekî Federel an Otonom bikin, Bajarê Senandejê tenya Eyaleta Kurdistanê îlan dikirin û Kurdan ra digotin Kurdistana we Senandej û derdora wêye. Wan jî bi vî şiklî dixwestin Kurdan bixapînin, ew çiqas serketin ew bi xwe dizanin?!!
Di vî katî da Komara Tirkîya pişgirî û alîkarîya Yektîya Ewropa û Yektîya Emrîkayê dixweze suyê Kurdan carek din bade û wan bifetisîne. Tîrkîya îro dixwezê pirsgirêka xwe di bin navê “pirsgirêka Kurdan”da, bi dayîna çend qirşan û bi zagonên Ewropa pesîra xwe ji destên Kuradn xillas bike. Ew dixwezin ku; Kurdan weku kemîyêt bidin naskirin û heştyêkî mafên kemîyetan wan bixapînin. Dixzwezin di bin ala Tirk û nava “sînorên mîsak-i mîllî da” carek din Kurdan întegre bikin (hun bêjin bikujin û tuhne bikin). Bi pişt mizdana NATO yê û Yekitîya Ewropa, Komara Tirkîya di vê katêda hevcetîya xwe bi Kurdanra nabîne. Ji ber vê Serok dewlet û serok vezîrê Tirkîyayê diji Kurdan dengê xwe berz kirin. Abdullah Gül, bi cil û bergên leşkerî dijî Kurdan xwe da nîşandan. Ew Gülê deng nizm û bêdeng, dijî Kurdan bu “şêr” û behsa tolhildanan kir. Abdullah Gül ê bê garij xafilda maskeyê xwe deranî û bu; bi destço, Kurdên derdora wî jî ketin nava heyîrîyêkê. Komara Tirkîya bi alkîrîya “Partîya Kemalîstên Kurdistanê” dixweze îndîrekt BDP, Partîya Karkerên Kurdistan û Bizutnewey Azadîxwezên Kurdistan ya Gişti bigre bin kontrola xwe bixesîne û bikuje. Ew heta naha çiqas serketine û diwaroj da çiqas serkevin ew dizanin?!!! Bawerîya min ewe ku; strukturên Komara Tirkîya di Pirsgirêka Kurd û Kudistan da bona gorînekê îcaze nadin, gorîn dibe sedema mirina wan, berku wan hebuna xwe li ser tuhnekirinan Kurdan avakirine. Bona hînekan ew paradokse: min dibêjim roja ku Komara Tirkîya dev ji tunehkirina Kurdan berde, ewê wê rojê jî taf bimire. Gorîne ku îro derheqa Kurdan da li Anatolîyayê çebune, ew ne gorînên Dewleta Tirkin, ew gorînên growera mene, gorînên gerdunîne. Bla kesek xwe nexapîne nûva ava sar li ser dikê xwe da bernede... 1-Komara Tirkîya xwe nikare bigorê, ji ber vê ewê bimire. 2-Surîyê û Îran îro li ser xetekêne ew li dijî Kurdan xwîne daqulînin û bona hinek gorînan berê xwe vekin, ne berku ew evîndarên Kurdanin, bona hebun û diwaroja xwe. 3-Bi rakişîyana hêzên Emrîkayê ji İraq ê netewkarên Ereb, êrişên mezin bînin li ser Xanîqîn, Kerkuk û Misulê, Herema Kurdistan ya Başur di bin gefên wan da bimîne. 4-Bi an jî bê ruxîna Dara Beşar Esad li Surîya, Komara Tirkîya zedetirîn nezîkî mirina xwe be û pozberîyên nava dagirkerên Kurdistan bi xwe tûjtirîn bidin dîyarkirin. 5-Îran bi dîplomasî, fênûbend û bi pembu mîrov şerjikirina xwe dikare vê cara ji gefên şer ji xwe durxînê, rewşa Emerîkayê, dubendîya nava Dewletên Ewropayê, mislehetên Urizîstan, Çîn û Koreya Bakur bawer nakim bona şerekî dijî Îranê mecal bidin. Îsraîl bi tenya nikare dijî Îranê bikeve şerekî mezin, ji ber vê ew alîkarîyê ji Emrîkayê bixwezin, Barack Hussein Obama mecbur bîmînê biryara xwe bide darek sîyasî bi gel Cihuyan û piştîvanîya wan an jî darek sîyasî bê Cihuyan û piştîvanîya wan.. Gor zanîna min bê piştîvanîya Cihuyan tu darek sîyasî li Emrîka nikare bijî.
Dema pirsgreka hebun û tunebuna Dewleta Îsraîle derdikevî holê, ew mecburin ber xwe bidin û bona paraztina xwe çavên xwe tu tiştekî netirsînin, di katekî wusada “peywîstîya” wan ji Emrîkara jî namîne. Ew biryara xwe ya serbixwe bidin û bibin goga agir. Bawerim Rojhilata Naverast û Îsraîl hîna nehatina katekî wusa. Komara Îslam ya Îranê jî bi hostatî dubendîyan bike nava Dewletên Ewropa li ber yêkdengbuna wan daf û kamênan danî. Rastê bona garantîkrina diwaroja Dewleta Îsraîl, mecbure Komara Îslam ya Îranê bete ruxandin, ew dikare bi destên dijdarên Îranê ji pêkbe, giranîya gelê Îranê ew sî salî zedetirînê bin dara Oldaran da dinalê. Rojhilata Naverast Gelek zmanan da tete gotin; “cîhye ku meşe heye, mîrov bo çi agir bi destan bigire”. Di vê gavê da Cihu bona çi agir bi destan bigirin. Erê cîhyê ku dijdarên sîyasî yên Komara Îslamê hene bona çi biyanî êriş bibin ser Îran?! Ez hevîdarim ew nerînen min puç derkevin û Komara Îslam ya Îranê linge kî zu ji holê rabe û gelê Kurdistan li ser parçê dudîya ji bigehîje azadî û dara xwe ya sîyasi.

Di van rojên dawîyê da rojnemeyên Îngilîzistanê tarîxa êrişa Îsraîle dijî Îranê dan, ew xeber çiqas bi bingeh û raste emê bi hevra bibînin. Di vî katîda dagirkerên Kurdistan bê yekitî mane, di jêrzemînîda mabeyna wan da pevçunekî dijwar diqewîme. Dikarê rojên Dara Beşar Esad û Oldarên Îranê hemcirî bin, ew rasteyetî jîyana Komara Tirk dirêj nake. Bi mayîna dara van herdu dewletan jî yektîyêk pola ya weku berê nikarê mabeyna wan û Komara Tirkîyêda pêk bê. Ji ber vê naha ewqas muhîm nine zingil Rojhilata Naverast bona kê lêdidin li ber me tevlihevbunek mezin heye, darên sîyasî bên ruxandin yen nû bên avakirin, sînor nuva bên kişandin, sermayeya navnetevî dizaynek nu bînî vê navçeyê, bê quweta Kurdan tu dizaynek sernegire, berku Kurd li vê navçeyê mezintirîn gelin û li ser axa xwene. Bê Kurdan tu quwetek nikarê serkeve. Naha di “borsayê” da bihaya Kurdan rabu, “Îran û Surîye dixwezin Kurdan “nuva” bidozin, Recep Tayîp Erdoğan ewe çend salin bona Kurdan gorînên sîyasî weku benîştekî girtîye devê xwe û dicuy, daxwezîya seroketîya vê mintiqê dike. Li paş kuştina Kazafî û gorînên sîyasî yên Efrîka Bakur, dixweze Beşar Esad jî bikuje û bibe berpirsîyarê vê heremê. Bê şik ew û hevalên wî dixwezin zingil bona serketina wan lê bidin, bawerim ew dengê zingilê gefûxemgînîyê û serketinê ji serhevra nasnakin. Ji ber vê mirin wan xafilda bigre û Dara Sektora Kemalê Selanîkî bibe ser sergwîn. Roj hemcirîne...... Kê dizanîya Kazafî bi vî şiklî bete kuştin?! Ke dizanîya Dara Saddam Husenê Tirkîtî bi vî şiklî dawî be, kê dizanîya dawîya Husnî Mubarak wusa bê...

Di dîrokê da derheqa afirandina gerdunê û taybetî ji ya glovera me Kurd xwedî konseptekî cuda ya serbixwene. Xweda nasîya wan ji cîranên wan kewntire. Di virda mixabin bexilî û hesudîyek mezin dijî Kurdan heye. Bi dewletbuna Kurdan rupelên dîrokê yêk bi yêk vebin, her berdek bigehîje cîhyê xwe. Konseptên dînî yên hinekan binîva bihêjin. Berku sermayeya navnetewî ya îronî bê netewe, bê din û bê îmanê, paraztina statukoya kewnd jî karê wan nîne. Li ser vê cîhyetê qe tu sermayeyek hezkarê rindîya dagirkeran nîne, li kuder dinyayê li ber wan astengek heye, ew wê ji holê radikin. Quwetên dagirker ku Kurdistan kontrol dikin îro bunê astengên mezin. Kurd dikarin hevhatinên ku dijî wan hatine kirin hurûhewar bikin û dewleta xwe weku sung li ser qefsînga Rojhilata Naverast derxînin holê. Li vir ewqas muhîm ninê zingil bona kê lêdidin, çend kerme ji axa Kurdisan diqedin û diçin ser behrê. Berku bê daxwezîya me her roj mîrov tên kuştin, dijminatî di nava gelan da tête tujkirin. Bi dewletbuna Kurdan heta sînorekî bi ber van kiryarana bete sekinandin û edî tu parçeyekî axa Kurdistanê nebizde û neçe ser okyanusê, kesek ji komên cîranan jî neyê kuştin, mîrovetî jî di bin pêyanda neyê perçiqandin. Ji ber vê derman di ber lepîtîyê da nîne, di serbixweyetîyêdaye.

Werin vî alî!

Bîşar Norşîn

11.11.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.