بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rapora PKE bo raya gistî, ya ji bo Yekitîya ewropa sandîye em jî ji xwendevanên Newroz com re di xwazin bi wesînin.

Rapora Platforma Kurdên li Ewrûpa – PKE ê ya ji Yekîtîya Ewrûpayê(YE) re

YE, pêvajoya endametîya Tirkîyeyê û Pirsa Kurd

Yek ji neteweyên herî kevn û mezin yê li Rojhilata Navîn Miletê Kurd e û bi
zimanê xwe, bi çanda xwe û bi dîroka xwe Milletekî cudaye. Loma jî weke hemû
neteweyên cîhanê, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayîn bike;
li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve
bibin.

“Mafê Çarenivîsa Milletan” ya ku di Peymanên Navneteweyî de hatîye
nivîsandin, ji bo Milletê Kurd jî divê derbas bibe. Milletê Kurd jî mafdare
weka hemû milletan xwedîyê mafê xwe yen Neteweyî û Demokratîk e.

Gelê kurd li metropolên Tirkîyeyê ango Istanbul, Îzmîr, Antalya, Adana,
Mersîn û li bajarên din û herweha di dîyasporayê de kêm neteweye, lê belê
gelê kurd li welatê xwe, li ser axa xwe ne kêm netewe ye û nabe wek
kêmnetewe bête binavkirin.
Komara Tirkîyeyê (KT) ji roja damezrandina xwe heta îro polîtîkaya xwe li
ser înkarkirin, jenosîd û asîmîlasyona gelê kurd avakirîye. Serhildanên
kurdan bi awayên nemirovane hatine fetisandin û bi sedan birêvebir û
welatperwerên kurd di van Serîhildanan de hatine daliqandin û hatine
qirkirin.

Bi taybetî operasyonên van 20 salên dawî, ji aliyê aborî û civakî zererek
mezin daye Bakurê Kurdistanê. Bi hezaran gundên Kurdistanê hatine þewitandin
û wêrankirin. Bi milyonan kurd li metropolên Tirkîyeyê penaberin û di vê
rewþê de tu derfeta wan nîne ku bizîvirin ser ax û mal û milkê xwe.

KT li gel bi înkarkirina nasnameya gelê kurd hizir dike ku, pêþveçûnên aborî
û civakî ewê li Bakurê Kurdistanê Pirsgirêka Kurd ”çareser bike”. Divê em ji
bîr nekin ku, Pirsa Kurd Pirseke Siyasîye û loma jî çareserkirina wê, berîya
her tiþtî di qebûlkirina hebûna Milletê Kurd de destpê dike.

Di ”gotûbêjên” di navbeyna YE û hin alîyên din ve milletê Kurd, her dem wek
kêmnetewe tê nirxandin. Di vî warî de kêmasîyeke mezin heye û xeletîyek
dîrokî tête kirin.
Ne dewletên rojava û ne jî dewletên ku îro di siyaseta cîhanê de
desthilatdar in, heta nuha ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu
gavên ciddî neavêtine. Di tu ”Belgeyên YE ê” de bêjeya KURD an bêjeya
KURDISTANê nehatîye dîtin.
Di çareserkirina pirsa kurd de xwedîyê pirsê Gelê Kurd e. Lê mixabin çi di
muzakereyên bi KT û çi jî di ”biryarên” li ser Pirsa Kurd de heta nuha tu
caran Gelê Kurd wek muhattab an jî wek terefê sêyem nehatine qebûl kirin.
Bêgûman di navbêna dewletên YE ê de Pirsa Kurd bi sewîyeyeke pirr nizimde be
jî tê munaqeþe kirin. Lêbelê di van munaqeþeyan de dîtin û pêþniyarên
Milletê Kurd ku xwedîyê dozê ne, nayê wergirtin.

Em wek PKE – Platform van daxwazîyên xwe yên li jêr hatine nivîsandin ku
divê acîl têkeve jîyanê, pêþkêþî YE dikin û careka din dubare dikin ku bêyî
wergirtina Îradeya Gelê Kurd û bêyî bi Rûniþtina Kurdan, Pirsa Kurd çareser
nabe!

• Guhertina sistema KT ya siyasî, aborî, îdarî û hukûkî bi çareserkirina
Pirsa Kurd ve girêdayîye. Ji bo wê jî divê Qanûna Esasî û Qanûnên din yên
Komara Tirkîyeyê bêne guherandin û di Qanûna Esasî ya nuh de nasnameya
kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne
bê qeyd û þert weke mafên kollektîf bên bicîhkirin û garantîkirin.
• Di têkilîyên navbêna Komara Tirkîyeyê û YE ê de divê Milletê Kurd wek
TEREF û muhatab bên naskirin.
• Di prosesa danûsitendinan de ji bo herêmên Kurdistanê çareserkirina pirsên
perwerde, jîngeh, jin û zarokan û herweha vegera koçberan de alîkarîya YE ê
pêwist e.
• Mafê Kurdan li welatê wan Kurdistanê wek Netewe û herweha li metropolê jî
wek kêmnetewe, li gor raya gelê kurd bên zanîn û ew mafana bêne bikaranîn.
• Divê zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî bibe xwedî statuyeke fermî.
• Divê YE zorê bide KT ku Qedexeya li ser Siyasetkirina bi rêxistinên sîyasî
yên bi nasnameya kurdî û qedexeya li ser Azadîya fikir rabe.

09.09.2005
Platforma Kurdên li Ewrûpa
PKE-Platform

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.