بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(1)

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(1)
Hîkayeta Sûto û Tato

Sûto axayê eşîreta Doskanî ji gundê Oramarê ji ocaxa mala Mîrîye. Tato, axayê eşîreta Rêkanî ji gundê Rezge ji mala Mîkaîl Axa bû. Eşîreta Rêkanî ji zemanê qedîm heta nuke daîmî jêr destê axayêt Oramarîya/Horamarîya bûne û zemanê Sûto Axa zêdetir ketine bin destê Horamarîyan û Sûto û kurêt wî û brayêt wî. Hemî mezinêt ocaxa wî gellek zulim û tedayî li Rêkanîyan kirin, zêde aciz kirin. Êdî taqet û tehemul nema. Tato tazecahîl bû. Mirovekî gellek cesur bû di nav axayêt Rêkanîyan de. Kesek wekî wî peyda nebûbû. Çîdî xîreta wî tehamula zulma Horamaryan nekir. Gote brayêt xwe Temo, Hadî û Resul, hersê jî ji wî mezintirbûn: “ ez wekî hingo qebulnakim!! Xo di destê Sûto da nakim ço. Bo me mirin xweştire ji jîna ho. Ez bitewfiqa xwedê pence xo dê deme ber pence Sûto çi mirim çi mam. Brayêt wî û milletê wî gotin: “Tu çawa minasib dizanî ji xeberê te dernakevin, ema em dê mehfbibin. Me taqeta Horamarîyan nîne. Tato got: “ Bila mehfbibin, hîç zerar nîne. Eger galîp bûn ewe me heta qîyametê nav û namus qazanç kir, eger maxlub bûn dê mirin û rehet dibin. Bi her terzê bît, ez gellek razî me.”
Xulase hemîyan qerar inane ser dujminîya digel Horamarîyan. Rojekê wetu qewmî Heyo brayê Sûto dîsa li sira adetê xo hate gundêt Rêkanîyê dest kir bi qurtî tişt standinê. Tato û Temo digel deh mirovan çûne nik Heyo û gotin: “ derkeve ji nav millet me ji evro paş qebul nakin hung hat û çûyîna Rêkanîyê bikin.”
Heyo got: “ Em dê hêyîn, hung bi tiştekî nizanin”.
Wextê Heyo ho got, Tato derê Martînê da layê Heyo fîşekek li wî xisar kir. Li wê derê Heyo kuşt û xulamêt Heyo jî hindek kuştin û hindek helatin çûne Nêrwekê Gundê Sûto, ku mabeyna Nêrvekê û Rezge du saet kêmtire. Roja paşî Sûto hemi eşîreta Doskanî û Horamarî cima kirin û got: “ dê çim mala Mîkaîl Axayê Rêkanî bicarekî birînimeve û cîyê Rêkanî bi temamî zewtkim bo tola Heyo”.
Hemîyan gotin: “ Em hazirin tu çawa emir di fermoyî, tecawizê ji emrê cenabî axa nakin. Elbete tola brayê axa li ser me hemîyan lazime. Bi gotina axa wacîbe em şev û roj bixebitin li tola Heyo”.
Xulase Sûto digel leşkerê xo hate ser gundê Rezge û destkirin bi şerî. Mirovêt Tato kêm bûn, neşîyan ji derve şer bikin û xo havitine Qesra Tato. Di qesrê da şer digel leşkerê Sûto kirin û kewtine muhaserê. Leşkerê Sûto hicum dikirine derê Qesrê. Tato li ser tîrendaza hindavê derî rûniştibû, her care çar û penç ji wan dikûştin û didane paş.
Sûto got: “ Ho nabit. Lazime bi çirpe biçine bin Qesrê”
Çend darêt li gundê Rezge hemi birîn, qed qed kirin û kirine çirpe û çûn bo bin Qesrê. Şev saet çar û penç çirpe gehandine Qesrê. Hindek mirovêt leşkerî li ser çirpê çûne serbanêya Qesrê. Mirovêt Tato tengavbûn.
Tato got: “ Hîç netirsin mêr bo rojeke hone. Girtin û kuştin rêka mêrane , sebirkin, noke dê wan belavkim.”
Tato çar pênç lihêf di nav niftê helînan bi sere cilan vekirin, dirêjkirine nav çirpê. Agir berda çirpê. Swandêt Qesrê hemû ber bûn û nedisotin. Wextê gurrîya agirî ji çirpê bilind bû, hemû qiraxêt Qesrê ronabûn. Tato û xulaman şîlkêt tifingan liduyêk kirine leşkerê Sûto. Wê defhê bîst û çar kes temam kirin. Dîsa leşkerê Sûto ji Qesrê dane paş. Çirpê jî fayde nekir.
Sûto gazî kire Tato: “hingî dê çim te mehf kim. Ewe noke dê çirpê beran çêkim. Êdî tu neşê wî bisojî, dumahîye”.
Tato cewaba wî da û gazî kir: “ Min babe te ga, çirpê daran fayde nekir. Heta tu çirpê beran digîhînî Qesrê gellek dê dûr kêşit . Belku heta hinge xwedê bo me çareyekê biket.”
Destkirin bi çêkirina çirpê beran, emma wekî çirpê daran sanahî nebû.
Di wê mabeynê da xeber gehîşte hukumeta Amêdîyê, ku ewe 12 roje leşkerê Sûto li ser Qesra Tato ye û Tato digel mirovêt xo di mihaserê da ye. Qaymeqamê Amêdîyê zabitê cenderman digel bîst cendirman hinartine Rezge, ku bi her terzê dibit leşkerê Sûto ji ser Tato defh bikin.. Zabit û cendirme hatine Rezge, dîtin qelebalixekî mezine li ser Rezge. Fikirkirin ku ev şûle bi tundî çênabit. Bi tedbîr û hekîmane dê mumkîn bêt. Çûnkû gellek mirov hatibûne kuştin. Bi bîst cendirme bi şer defhkirin nedibû. Bi hîwî qebulkirin jî ji aqlî dûr bû. Zabit gote Sûto: “ Ez hatime mexsus bêjime te ku ez hez nakim mala te xirap bibît. Çûnkû tu axayekî xandan û muhteberî. Ewe hinde roje te ev leşkere înaye ser cîyê Rêkanî û şerî dikî. Deng gehîştîye wîlayeta Musulê. Walî xeber daye Qaymeqamê Amêdîyê min tiştekî ho zanîye tehqîqa maddî bike. Eger raste zû xeberê bide min, da xeberê bideme Walîyê Wanê eskerê şahane ji Wanê binêrim bo ser eşîreta Sûto û ji Wîlayeta Musulê jî du tabûr esker digel du topan dê hênin bo terbîya Sûto û mihafiza Tato. Mademke hoye selaha hale te eweye, yek saet ewil wê cemîhîyetê belav dikî. Em jî dê cewaba Walîyê Musulê didin, ku tiştekî mûcîbî ehmîyetî waqîh nebûye. Çend qulamêt Sûto û Tato li pişta gundî li ser mesela dizîya rezan du sê saetan şer kirin û ji yêk webûn, du ya sê mirov hatine birîndarkirin. Hingê tu mesul nabî. Eve min gote te qebûl dikî keyfa te ye, qebûl jî nakî keyfa teye”
Wextê zabitî ho got, hemi millet gote Sûto: “ em mala xo xirap nakin bi serê dewletan, ji me zêdeye. Eger sere eşîretane em hemi hazirin xo bo te bidine kuştin. Ema layê hukumetê bi me mumkîn nabit”
Dom dike

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.