بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bêdengî û kuştina Ferît Uzun 2


Gîya li ser koka dirêsê, teyr bi perê xwe difirê, lingên kesekî ji kesekî dinra nabin ling, pîl û bask yê tene, lê raste mêju berpirsîyarê hemu organayê, feqet mirinekî normaldê derengtirîn ew dimire, berku dawîyê da dil tenya ji bo xwe dide avitin. Dewlet menfeatê grubekê diparêzin, ew grup dikarê bigore, gruba ku dewlet girtîyê destê xwe û serdarê, gor mezinî û piranîya xwe nezîkî demokrasî an jî dîktatoryalîyê dibe, grub çiqas mezin, fireh û pir dibe ewqas nezîkî demokrasîyê dibe, çiqas piçuk, teng û yêk dengî dibî ewqas nezîkî dîktatoryalîyê dibe. Pîçukbuna grubê, yêkdengî û serdarîyek dest bi ço faşîzmê tîne. Dî dîroka mîrovetîyê da gelek dar û dewletên curebicur hatinê û çune. Dewletên “modern” bingehya xwe li ser xwîn û talanê danîne. Dewletek pak nebuyê û nebejî, dewlet çîqas sist û piçuk be, bona gel ewqas başe, çiqas mezin û şid be ewqas xwîn û keda gel zede bimijê. Grubên ku dewletekê kontrol dikin hemu karên xwe navê gel dikin, gel benîşta devên wane. Kesek nabejî ez bona menfeat û dexwezîyên xwe wusa dixwezim, hemu bona rindîya xelkê wusa dixwezin(!). Bindestkirin, kedxwerin, kontrol, gor xwe perwerdekirin, kuştin hemu nava gel û menfeata wî tên kirin. Di salên 1970 da cîwanên Kurd ku danîşgehan dixwendin bona jîyanek nû li Kurdistan xwe organîze kirin, ew gelek xam û bê tecrube bun. Tecrubeyên wan yê rêvabirina partîyekê, leşkerekî, an dewletekê tunebu. Raste bona welatê xwe amadebun canê xwe bidin û xwe feda bikin, feqet di nava romantîzma çep dabun, rû, fehl û dafên dagirkeran baş nasnedikirin, alîyê teorîyê va gelek tişt dihatin gotin, dagirkerî dihat analîzkirin, tecrubê û şêrê gelên jêrdest yên din dihatin serê zman, bi çavgirtî “sosyalîzma” Yektitîya Sovyetê, a Çînê durajî ya Albanyayê dihat paraztin, feqet li ser fehlên dagirkeran kem serî dihat êşan. Rola Komara Tirkîyayê li navenda me û rîçalên wê yê dîrokî baş bihatina analîzkirin bawerim weneyekî din derdiket hole. Li ser bingehya navnetewî û peywendîyên dewletan ji tecrubeyên me zede nebun, firotina gelekî jêrdest alîyê dewletik “sosyalîst” va, romantîzma me tekdibir û bê mane em berdidan hev. Kirasê sosyalîzma me, wan dewletanra nedibu û be manê me ew kirasê xwe vî alî wî alîva dizivirand.

Dema peyvendîyên aborî , sîyasî û leşkerî yên Çînê, Yekitîya Sovyetêra baş rêva nemeşîyan, wan bona xwe rêyêk din gerîn. Vî katî da li dinyayê du tene pol hebun pola Yekitîya Sovyetê û pola Yekitîya Dewletên Emrîkayê. Herdu pol jî gor xwe xwirt bun û nava berhevdanek mezin da bun, roj derbaz nedibun ku wan çekên nu nedicêribandin. Mabeyna Çîn û Sovyetê ewqas xirab bibu ku; wan çend cara li ser sînor bi çeka galimî hevkirîbun. Ji ber vê Çînê yekhemcar Albanya girt lay xwe û Yekitîya Sovyetê împeryalîst, sosyal împeryalîst îlan kir. Wan xwest li ser çepê dinyayê jî tesîr bikin û alîgaran peyda bikin jî ber vê bi îdeolojîyek “nu” pêşva hatin, nîvîsên Mao Zedong li seranserî dinyayê dihatin belavkirin û vergerandin. Ew kar li Tirkîyayê di bin kontrola Fermandarîya Leşkerî a Tirkîyayêö destê Doğu Perinçek va dihat kirin.

Dewletên dagirker ku Kurdistan mabeyna xwe da parvakiribun bona menfeatên xwe pişta xwe dabun herdu polan. Surîye û İraqê pişta xwe dabun Sovyetê û bibun hevkarên wan, Îrana vî katî û Tirkîyayê pişta xwe dabun Yekitîya Dewletên Emrîkayê û NATO ye. Başurî Kurdistan dijî Baasîya berxwedanek mezin hebu. Gor Sovyetê İraq û Surîyê bê şer di nava aşitîyê da derbazî sosyalîzme dibun û ew du quwetên “şorişger” bun. Dema ew dibun “şoreşger” em jî otomatîkman dibun kewneperest û hevkarên împeryalîstan, tabetîjî yên împeryalîstên Emerîkayê. Ji ber vê dijî Mistefa Barzanî dîwarêk dihat çêkirin, Rejîma Baasîya bi çekên Sovyetê hardibu. Rojekê roja Pêşmergan li MIG ek Baasîyan dabun û gêrkirîbun, pîlot bi zindî ketibu destên Peşmergan, pîlot Rus derketîbu û Kurd nava heyîrîyêda mabun. Saît Kiziltoprak (Dr. Şivan) bi dayîna înformasyon û pirtukên xwe Ruyê Baasîyan û Sovyetê li Bakurî Kurdistan paskirîbu. Dema li seranserê dinyayê di bin seroketîya Çînê, li dijî Yekitîya Sovyetê û hevkarên wan kampanyek vedibu, bona gelek ronakbirin Kurd di vê kampanyayêda cîhgirtin ewqas zexmet nedibu. Bona ronakbirên Kurd yên çavhedar dîyarbu ku, Sovyete sîyaseta înternasyonalîzme nedimeşand û gelên jêrdest yên weku Kurdan bona mislehetên xwe dida firotin. Faşîyên weku Baasîyan li Surîyê û İraqê şorişger û pêşevtîxwez îlankirîbun. Yektîya Sovyetê heta wê kate Kurd sê cara bona mislehetên xwe firotubun. Firotina yekem 1918-1922 bu, Kurd yekhemcar Partîya Taşnakra kiribun qurban û avitibun hemêza dagirkerên Tirk durajî li ser senîyekê weku xelatekê Sektora Kemalê Selanîkîra pêşkeşkirîbun. Bi ruxandina Komara Qersê û belavkirina Şurayên ku li paş rakişandina leşkerê Urizîstenê hatibun rexistin, Kemalîstara rê vekirin. Kemalîstan dev ji Baku yê berdan, Bolşevîka jî bona vê qencîyê dev ji alîkarîya Kurdan berdan. Gor zagonên Sovyetê li ser dexwezîya Lenîn 23 Gulan 1923 da li ser axa Kurdan a kewnd (Laçîn, Zengilan Kelbajar û Qubatlîyê) Komara Otonam a Kurdistana Sor hate îlankirin. 1929 da plan, lihîstik, daf û kamênên dewleta Tirk û nokerên wan yên Azerbeycanê ew Komar hate feşilandin. Stalîn nedixwest peywendîyên wan li gel Tirkîyayê xirab bibin. Komara Sor a Kurdistan sincek bu di nava çavên dagirkerên Tirk da. Cara sisîya li paş şerê alemê yê duem bu. Di ruxandina Komara Mehabadê da bi bêdengîya xwe, rê dagirkerên Îranê ra vekirin, li ser soza xwe neman. Bona mislehetên dewleta xwe Kurd dîsa kirin qurban. Stalîn taybeti li paş ruxandina Komara Kurdistan a Sor, hezaran Kurd sirgunî Qazaqîstanê kirin, gelek birin Sîbîryayâ, tirsa ku înformantên Tirk kirbun zikê wî ew bu ku: “Kurd weku gel Aryanin, ewê alîkarîya Hîtler bikin, berku Hîtler Alamanan Aryan dihesîbîne”. Di cara dawîyê da ew bi alîkarîya xwe İraq û Suryêva li paş 1970 carek din dijî Kurdan derketin. Ji ber vê Ferît Uzun û hevalên vî yên çavhedar li dijî Yekitîya Sovyetê derdiketin û ew weku quwetekî împeryalîst didîtin. Hersa Kurda dijî Sovyetê kewnd bu, dema seranserî dinyayê dijî împeryalîzma Sovyetê “perekî nû” yê “sosyalist” derket, hemîyan zedetir Kurdên peşkevtîxwez şahbun, serdarên Tevgera KAWA bi şîvekî tund li dijî siyaset û kirinên Sovyetê bun. Lê rast bu Emrîkayê di wê katê da bê sînor alîkarîya dagirkerên Tirk û Fars dikir, mixabin Sovyetê jî bê sînor alîkarîya dagirkerên Ereb dikir. Ferq çi bu? Di bingehya herduyanda jî mislehet û pere hebun.

Dumayîk heye

Bîşar Norşîn
05.12.2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.