بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Alaya Kurdistanê ditirsîne!!!!

  Ev çend rojin li Kurdistanê, li Iraqê û li welatên din ên dagirkerên Kurdistanê di derheqa alaya Kurdistanê de diaxivin...Serokê Kurdistanê hefteya borî biryarek derxist, ku li Kurdistanê li ser sazîyên fermî tenê Alaya Kurdistanê bête dardekirin..Gelê Kurdistanê çi li Kurdistanê, çi li derveyî welêt ji vê biryara Serokê Kurdistanê dilşah û kêfxweşbû... Bi rastî jî wê dema mirov bala xwe dide li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî piştî Serhildana sala 1991‘ê gellek bûyerên balkêş û nakok di derheqa Alaya Kurdistanê de qewîmîn.Ji bilî Partî û Yekîtîyê hemû hêzên sîyasî ên Kurdistanê Alaya Kurdistanê li ser nivîsîngeh û sazîyên xwe dardedikirin.. Yekîtî û Partîyê rewşa ne libar a Kurdistanê û devêrê ji bo vê yekê wekî sedem nîşandidan... Bi rastî jî helwestê dagirkerên Kurdistanê jî beramberî rengên Kurdan û Alaya Kurdistanê neyarene bû..Herdu partîyên desthilatdar an serekî, hêdî-hêdî destpêkirin Alaya Kurdistanê bilindkirin û karanîn.... Piştî ruxandina rejîma Saddamî, li her derê li Kurdistana Azad Alaya Kurdistan wekî semolekî niştimanî cîyê xwe girt... Lê pêwîste vê yekê jî bibêjim ku, demeke dûr û dirêj sembolên zer û kesk yên Partî û Yekîtîyê ji Alaya Kurdistanê zêtetir dewsa xwe girtibû....Piştî nemanê rejîma Saddamî, Alaya Iraqê li deverên Partî têde desthilatdarbû, nema... Partîyê ew Alayên Iraqê hemû rakiribûn.. Lê deverên Yekîtî têda desthilatdarbû herdu Ala, a Kurdistanê û Beh’sîyan hebû...Bi vê biryara Serokê Kurdistanê ve ev duberkî jî di navbera herdu deverên Kurdistana Başûr de nema.Çawa Parlamena Kurdistanê, Hukumeta Kurdistanê yekgirtin, çawa herdu şirketên telefonan hevgirtin, em dil û can şad bûn... Ev biryar jî dilxweşker bû..Di vê pêvajoya aloz û xeternak de yek helwestîya Kurdan wekî nan û av pêwîst e..Kurdan piştî ruxandina rejîma Saddamî hewl dan ku jibo Iraqa Federal Alayeke nû bête destnîşan kirin... Wê dema desthilatdarîya Encumena Hukim, li ser amadekirina Alayek nû hinek xebat hatin kirin û Alayek nû hate destnîşankirin.. Lê kes ji wê Alayê razî nebû... Ji ber hinek sedemên navxweyî û deverî li ser vê meseleyê nehat rawestandin..Eşkere ye ev çendîn salin Serokê Kurdistanê bi awayekî vekirî dibêje: „Em vê Alaya Beh’sîyan qebul nakin... Li jêr vê Alayê Kurd hatin Enfalkirin, qirkirin,kîmyabarankirin û di encamê vê yekê de 182 hezar Kurd şehîd bûn“ ..Ji bilî vê, ev Alaya ku li ser sê stêr hene, sembola yekxistina Surîyê, Misir û Iraqê ye... Ev hersê welatên Erebî yeknegirtin, lê ew stêr her li ser Alaya Beh’sîyan man.. Dema Mîrîtîyê Alayek Iraqê hebû, dema Abdulkerîm Qasim jî Alayeke din hebû... Beh’sîyan jî Alayek din hilgirtin.. Saddam Huseyîn wê dema şerê Kendavê ê yekemîn bi kêfa xwe peyva „Allahuekber“ li ser Alayê zêdekiribû.Saddam çû, lê Saddamên piçûk û Alaya wî her man... Îro li Iraqê gellek kes vê Alaya xwînavî xudanderdikevin û dixwazin wê li ser Kurdan jî ferzbikin.Kurd dibêjin ku pêwîste em Alayeke nû, Alayeke bikaribe bibe sembola hemû pêkhatîyên Iraqa Federal amadebikin.. Her federasyonek li Iraqê dikare bibe xwedanê alaya xwe...Bila herkes bi alaya xwe, bi rengê xwe, bi taybetmendîyên xwe xwedan derkeve û wan di jiyana rojane de karbîne... Lê keleka wan jî sembolên ku hemû pêkhatîyên Iraqa Federal li ser hevhatine bi navê Hukumeta Navendî karbînin.Lê neyarên azadîyê û demokrasîyê ji vê yekê razî nabin.... Ew wisa bawerdikin ku, ew dê dîsa bi rêya terorê û dîktatorîyetê gelê Kurd bicewsînin û hemû mafên xwe ên rewa bêparbikin..Endamê Parlemana Iraqê Salih Mutlaq(Sune) li ser helgirtina Alaya Kurdistanê bi awayekî tund êrîş anî li ser Kurdan.... Serokê Cepheya xwefiroş a Turkmenan jî wî kêmtir nebû..Serwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî jî telimata „„heta Parleman li ser vê pirsê biryareke negire, li gor Desturê bilindkirina Alaya Iraqê li ser her cm axa Iraqê“ da..Îro(03.09.06), Serokê Kurdistanê Kek Mesud, li ser vê mijarê daxuyanîyek dabû AFPê..Di vê daxuyanîya xwe de Kek Mesud wisa dibêje: „Biryara ku heta Alayeke nû bête amadekirin, li şûna Alaya Iraqê a niha, bilindkirina Alaya Kurdistanê piştî rawêjî li gel Serkomar Celal Talabanî û Serwezîr Nurî El Malîkî hate girtin“..Min bi tenê ev biryar negirt... Ew Kesên ku li dijî vê biryarê ne, kesên nijatperest in, nikarin deverên xwe rêvebibin û dixwazin problemên xwe bişînin Kurdistanê.. Lê dema gef û hereşan derbasbûye.. Kes nikare gelê Kurd mecbur bike, li dijî daxwazên xwe hereket bike“...Ev daxuyanîya Serokê Kurdistanê bersivek baş bû ji bo Malikî, Mutlaq htd...Iraq federal be yan konferal be, Irak bimîne yan nemîne Kurdên Alaya xwe her bilndkin... Ev yeka hanê mafekî sirûştîye... Hemû neteweyên dewletên Federal û Konfederal avadikin, Alayên wan hene.. Ji bo çi Kurd bê ala bimînin?z[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.