بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

GELÊ KURD Û ZIMANÊ KURDÎ

Gelê kurd, yek ji kevintirîn û qedîmtirîn gelê Mezopotamyayê ye. Li gorî belgeyên dîrokî; Hûrî, Mîtanî, Lûlû, Gûtî û Qasîdên ku bixwe ji milên kurdan e, Beriya Zayîna Îsa (B.Z) 3 hezar sal berê li dorhêla Gola Wanê û Herêma Zagrosan bingeha gelek dewletan avêtine. Her wiha belgeyên dîrokî şahidiya dewleta mezin a MED’an dikin ku ji bakurê rojavayê Îranê heta Kizilirmaka Anatoliyayê berfireh bûye, dikin.

Gelê kurd, di avabûn û geşbûna şaristaniyên Misir, Yewnan, Roma û di kemilîna Şaristaniya Mezopotamyayê de xwedî roleke berbiçav e. Kurd, îro di navbera 4 dewletên Rojhilata Naverast de (Îran-Îraq-Sûriye-Tirkiye) ligel ku raserî 40 milyon kesî ne jî, ji gelek mafên xwe yên sirûştî û însanî bêpar in.

Gelê Gelê kurd, xwediyê ziman û çandeke dewlemend e. Zimanê kurdan kurdî ye. Kurdî zimanekî tewangî ye û di nav malbata zimanên ‘Hînd-Ewropî’ de cih digire. Bêjeyên kurdî; nêr, mê û nêtar in. Ligel ku gelek zaravayên zimanê kurdî hene, bi gelemperî 3 zaravayên bingehîn têne bikaranîn: Kurmancî-Soranî-Dimilkî (Zazakî). Zaravayê ku herî zêde tê bikaranîn kurmancî ye.

Ziman, piştgir û hilgirê çandê û bingeha civak û gelan e. Heta ku ziman, di nav bazarê de neyê bikaranîn pêşketina wê jî ne pêkan e. Zimanê ku di nav raya giştî û civakê de neyê axaftin marjînal dibe, asta wê dadikeve bes di nava asteke elît û bijare de dikare hebûna xwe biparêze. Çanda demokrasiyê û feraseta demokratîk tu carî rê li ber pêşketin û bikaranîna zimên nagire, nexasim ji bo ku zimên bipêş bikeve hewl û xebatê dike.

Kurdî, zimanê zikmakî yê komeke neteweyê ye ku ji sisê yek nufûsa Tirkiyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê, zimanê kurdî divê li qada gelemperî û li saziyên perwerdehî û hîndekariyan bê bikaranîn. Feraset û çanda demokratî û plûralîst, ji bo ku ziman xwe bikaribe îfade bike û pêş ve bibe, derfetan amade dike.

Asta şaristaniya îro, ji hêla çandî ve bêjeya ‘dewleta homojen’ avêtiye ber şekalan! Hiştiye ku pirengî û pirdengiya di nav dewletê eşkere xuya bike. Bingeha nasnameyên neteweyî û etnîkî di cîhaneke global û di normên bazirganiya serbest de her diçe diguhere, geş dibe.

Di cîhaneke ku bi bayê bezê diguhere de; nirxên demokratîk, azadiya mafî û însanî jî wekî ‘bêjeyên pîroz’ têne qibûlkirin. Lewre jî pêwîst e ji bo ku komên neteweyî, ziman û çandên cuda bi hev re di nav azadiyeke hevpar de bijîn, hewl û xebat bê kirin.

Ne ramanên dogmatîk-doktrîner û sazûmanên totalîter-despotîk, lê feraseta demokratî û şaristaniya demokratî dikare mirovahiya dinyayê bi hev re û di nav aştiyê de bide jiyandin.

Xaniyê fîlozof di destana xwe ya Mem û Zîn de gava dewleta dadmend a demokratîk formîle dike, dibêje ku “jêderka jiyîn û xweşiyê yekîtî ye, yekîtî bi zanistê, dadê û hezkirinê pêk tê, dad bi zanistê digihîje.”

A. HIKMÊN GIŞTÎ

Xal: 1

Navê Saziyê: Navê saziyê Enstîtuya Kurdî ye û li gorî peymana ‘Dezgeha Lîmîted a Zanist, Çand û Perwerdehiyê ya Zendê’ hatiye damezirandin.

Xal 2:

Navenda Saziyê: Navenda Enstîtuya Kurdî li Stenbolê ye û li gorî ‘Destûra Bazirganiya Tirk’ hatiye qeydkirin. Dema ku pêwîstî bê dîtin, sazî dikare li nav welêt û li derveyî welêt şaxên xwe ava bike. Dîsa li gorî pêwîstiyê Enstîtu dikare navenda avahiya xwe biguherîne.

B. ARMANC

Xal: 3

3.1. Enstîtuya Kurdî, di warê ziman, dîrok û wêjeya kurdî de, etnografya û hunerê; bi giranî li ser çanda kurdî û mîrata ramyarî lêgerîn û lêkolînan dike, nirxên çandî û hunerî yên ku hatine texrîbkirin û talankirin di navendekê de berhev dike, diparêze û pêşkêşî xizmeta gel dike. Berhemên ku bi dest xistine rapêşî gel dike.

3.2. Enstîtuya Kurdî bi enstîtu, akademî, navendên çandî û bi saziyên din ên li ser zimên, dîrok, edebiyat, folklora kurdî dixebitin re têkiliyan datîne, dan û standinên ramanî pêk tîne, bi wan re çalakiyên hevpar ên wekî konferans, semîner û sempozyûman li dar dixe. Ji bo piştgiriya çandî bingehê amade dike.

3.3. Enstîtuya Kurdî, gava bi saziyên çandî re têkiliyan pêk tîne, zanîna hevpar a zanyarî, pêşvebirina çanda demokratîk, karên çandî û zanistî ji xwe re esas dibîne.

3.4. Enstîtuya Kurdî li dijî hêzên cerdî û mêtingehiya çandî ya ji aliyê sazî û dezgehên piştgirên fermî dikin û jihevdaxistina çandê, bernameyên alternatîf amade dike û pêşvebirina çanda zanyarî û demokratîk tenê li ser mîrateya neteweyî ya modern gengaz dibîne.