بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Bîşar Norşîn on 21 March 2013

Serdarî û seroketî du pêyvên cuda yên nezîkî hevin. Peyva serdarîyê ji darê tê, dema
mîrov dara komekê, êlekî, gelekî anjî neteweyekî digre bin sîya xwe û kontrol dike; dibe serdar. Serdarî
dikare bi Koma Rusipîyan rêvabiçe anjî tenya di destên mîrovekîdabe. Serdarî çiqas destên yêk kesidabe, anjî
destên komek piçuk dabe ewqas ji gel dur dikeve, dijî gel dibe û li ser stuyê
gel dibe nîrê zordarîyê. Serdarî çiqas destên komek mezindabe, çiqas ew koma bi
dengê gel bête hilbijartin û bi dengê gel şunda bête rakişandin ewqas nezîkî
gel dibe. Serdarîyê bi xwe; bi karanîna dar, mertal hun bêjin ço destpêkirîye.
Di dîroka mîrovetîyêda çeka yêkem ku ketîye destên mîrovan yêkhemcar dar e,
ango ço ye, durra lê gel ço berd (kevir) jî hatîye karanîn. Hinekan di nava pavejoyda bi zora ço, ango zora dar
kontrola hinek koman girtin destên xwe. Hemû darên modern yên îronî ku; naha
destên komên pêşketîda hene, bi
xwînrijandina û mêtina keda gel avabune. Dara Împaratorîya Osmanî û ya
Kaçarîyan li Îranê, li ser entrîka û birakujîyê avabibun. Kêm Împaratorên
Osmanî û Kaçarî hebun ku birayên xwe nedanê kuştin, Fatîh Sultan Mehmedê
Tirkan birayê xwe yî pizezk yê şeş mehî
bona diwaroja dara xwe daye xendiqandin,
Sultanên Osmanî kuştina birayên
xwe bi “Qanunnamê” xwera kiribun helal.
Li Ewropa û Emrîka heta darên gelan gîhîştin vê mertebê gelek xwîn rijî. Bîsmarkê
Alamana bînîn bîra xwe, şerê Komûnarên Parîsê
bînin bîra xwe, şerê Îngilîzîstan, Îrlanda û Îskoçyayê bînîn bîra xwe,
ma şerê Emrîka Başur û Bakur hindik berdewamkir?! Li ser glovera me qe tu darek
tune ku; li ser kedmêtinê û xwînrijandinê avanebuye.

Dîrokameda; pir
rengî û pirdengîya me, romantîzim û serbestîya me; bona yêk serdarî û yêkdarîyê
îcaze neda. Li seranserî Kurdistan, mîr, beg anjî her şêxê Kurd xwest ku
navçeya xweda azad bije û nekeve bin bandura kesekî din. Lê belê ew neketin bin
bandura hev, feqet şert û mercên nu yên
navçeya me ew kirin bin bandura bîyanî ya dagirker, bandura împeryalîstan.
Hinek Kurdên me axek mezin dikişînin rexneyên tund (tuj) dikin. Berku Kurd û
Serdarên Kurd rêya Bîsmerkê Alaman û Sultanên Osmanîda neçune, berku wan
birayên xwe û cîranên serdar yên navçeyî nekuştine û li ser xwîn û keda wan
darek ava nekirine. Di vê babetêda berkû ez naxwezim li ser sedema
nexwedîdarbuna Kurdan bisekinim, dîsa vedigerim ser Serdarî û seroketîyê. Eger
îro hun min bipirsin min divet serdarîya Kurdan bi destxistina darê va
girêdayîye. Pêwîste serîda aşîkar bête gotin ku; Kurd bi dara Faris, Ereb û
Tirka li ser axa xwe nikarin bibin xwedî dar. Pewîste Kurd di her qonaxêda xwe bipirsin, bila weku komên din
yên gilovera me destêmeda jî darek hebe an na, eger dixwezin, pewîste bê guman
armanc destxistina darê be. Dara biyanî,
darek dagirker nikare bibe dara me. Li vê cîhana kesak naxweze darê bide
destên yên din, bêdar li ser golvera me
tu qiymetek Kurdan nabe, di vî katîda bêdarbun bona gelekî xulametîyek
şilfe, ji ber vê Kurd bona destxistina dara xwe pevîste şev û roj bixebitin,
bona dara gelê xwe ne ji bona darek din.

Seroketî
pêşvigarîyeke, her seroketî bona
desxistina darekê nîne. Seroketî dikare destên mîrovekîdabe, destên komek piçûkdabe
anjî di destên komek mezin ya ruspîyandabe.
Ew yekser nayê wê maneye ku berê xwe
bona destxistina darekê dide. Ew dikarê berê komê bide alîyekî, ew alî
dikare doj be, bihişt jî be, dikarê bona
xulametîyê û xidametîye jî be. Îro dema mîlyonan Kurdên me li ser
kolan û holan qirika qîştikin û
“Bijî Serok” diqîrin, pevîste bizanin çi seroketîyera dibejin bijî, pewîste ew
baş bizanin ew ahwaz û qîrina wan bo çîye?
Naha ez li vir dipirsim, ew serkoketîya ku hun vêra dibêjin bijî, bona serbixweyetî û yekitîya Kurdistanêye,
bona Gerîla û Pêşmergeyên Kurdistane, bona Yekitîya Komarên Kurdistanê an bona
yekitîya Îran, Iraq, Tirkîya û Surîyêye? Dema seroketî bona yekitîya dewletên
dagirkere be dikarê bibe seroketî
mixabin nikare Dara Kurdan avabike, nikare darekê bide destên gelê Kurdistan. Li vir pevîste her tim
tiştek li ber çavan bête girtin; seroketî û serok bona çi darêne, bona kêne? Ew
çi dixweze û gelê Kurdistan kuda bibe? Doj an bihişt?

Doj; dara
dagirkerane. Bihişt dara gelê Kurdistane, darek demoqrat ya pir rengî û pir
dengîye. Di mêhên dawîyêda bi hostatî û hîlebazî hêzên tarî yên dagirkerên Tirk
li Bakurî Kurdistan carek din berê sedhezarên Kurd dan Enqarê û
parlementoya dagirkerên Tirk. Ma we
ewe sî salan virda Kurdan bona
yekitîya Dara Tirkan û Mîsak-i Mîllîya
wan xwîna xwe dan rijand? Na, sed carî na, hezar carî na....

Di nava vê
çarçovêda min divet ji mera serdarî pewîste, serdarîya gelê Kurdistan pewîste,
seroketî her tim dar û destxistina dara sîyasî nîne, dikarê berê gelê Kurd bide
dojê jî. Bêçekkirina Gerîlla û Pêşmerge
gelê Kurd ji dara xwe tête durxistin. Eger destên Gerîlla û Pêşmergeda çek
nebe, hun bêjin dar, ço nebe gelê Kurd
her roj zedetirîn bikeve bin sîya dagirkeran û ew li ser pişta gelê Kurd
bireqisin. Ji ber vê pewîstîyek dîrokîye ku; Pêşmerge û Gerîlla li Kurdistan zêdetirîn
ço bigirin destên xwe, seranserî glovera me hemû darên sîyasî di tiltila lûla
tifingêdanê, dara sîyasî bê lûla tifingê
nabe. Bi hostatî karanîna ço, Kurdan zedetirîn nezîki dara xwe dike, ji ber vê
bila kesek Kurdanra nebêjî çoyê destên xwe bavejin erdê, bikin nava axê an
bisotînin. Dema dagirkeran û gelên cîhanê yên din ji dev çekan berdin em jî ser
vê pekhatina nû bifikirin û mehleze bikin. Dara sîyasî bê ço nabe, yên ku
bêçekkirina gelê Kurdan dixwezin, nikarin ji Kurdanra bibin yar û dost, ew bi yek peyvê: Neyarin!

Ji ber vê û carek
din darek sîyasî bona Kurdistanek Serbixwe û Yekitîya Kurdistan!

Darek ji bona
Yekitîya Komarên Kurdistan!

Bi vî avayî Newroza gelê Kurdistan pîroz be û
mîrovperwertirîn dar ya we be!

Bîşar Norşîn

19 Adar 2013

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.