بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Ser Jîyanê Axiftinên Taybet (Beşa II.)

*** Jiyan bi xwe razeke/sirake. Mirov çiqas li raza jiyane digere jiyan ewqas li ber mirov xerîb dibê. Hem dabûna jiyane ji bo carekê teneye. Jiyan bi du awaya tê jiyandin.
1- Di jiyanêde tiştin dibin, bê destura mirovin. Hem hêza mirov nikare pêşîya van bûyera bigre. Bi awayekî li hemberê mirov dertên.
2- Di jiyanêde tiştin hene ku bi kirinen mirov çêdibin. Ji bo destxistina va na xebata mirovan pêwistdibê.

*** Her sal darek diçênim,
Duwazdeh çiqile/şax e,
Sê sed û şest û penç pel e,
Her roj yek pel diwêşê.

*** Mirov zaroktîya xwe û xortanîya xwe ji bo kamilîye/gihiştine diqadînê. Hemû kar û xebat ji bo navekî bi rûmet bi dest bixê. Piştî bi destxistina nave xwe demeke kin bi vî navî, xwe bi miroven dî dide naskirin. Piştî mirovan ew kes naskirin li gor naskirina xwe pêre danûstandine dikin. Pişti bi nave xwe tevgera xwe kirin li hemberê mirov astengeke dî derdikevê. Ev asteng parastina nave xwe ye. Parastina nav pirr zor û zahmetîye dixwazê.

*** Carna koçberkin ji mala xwe, ji wêlate xwe. Koçberî mirovan dikemilênê. Kesa xwedî hêzdikê.

*** Hûner ji siyasete azade. Lê hûner siyasete terbiye dike.

*** Tevgerîya mirovan li gor sedema ye. Ger sedem li pêşîya mirov ne amadebê, mirov nikarê ti tiştî bikê.

*** Mirov bi qasî duaye le hatine kirin dijê. Li ser mirovan bandûra duaya bêhed û bêhesab e. Ger li mirovekî dua werin kirin û li rexê dî nifir lê werin kirin ê ku dijwarbe ew kes bi saya wana jiyana xwe didomê.

*** Di dîroka jiyana dinyêdê heta neha bi hezara şer û pêvçûn çêbune.
Bi mîlyonan mirov di bin doza xwe de jiyana xwe ji dest dana.
Gelo van mirovan ji bo çi şer dikirin? Çima xwe didan kûştin? Ji ber çi? Ana ger di deste wan miroven ku xwe dane kûştinde firseteke hatina dinye hebana yê bi hazar carî bi heyf gazin û gilîye xwe ye bênin ziman û ye li zaroke xweyî pişt mayî nifira bixwînin.
Lê belê ev ji heye ku mirov ji bo tiştna dijê. Ya yekem ji bo rûmeta xwe dijê. Ya duduyan ji bo bi dest xistina hesanîyeke jiyane ye. Hem hin mirov armanceke pîroz li pêşîya xwe dibînîn.

*** Her dewletek terorîst e xwe bi destê xwe avadikê. Di dinyede tu kes ji rojbûne ve ne terorîst e. Lê belê mercên jiyanê mirovan di çavên hina de dixê terorîst. Hem xwestina mafe mirovanî, xwestina azadî ji rexê dewletave bi navê terorîst tê binavkirin. Heyfe ku maf xwazî bi navê terorîst tê binavkirin.
Hem balkeşîyeke jiyaneye ku terorîstê her dewletekê heye. Heye ku dewlet ji bo nebaşîye xwe, zilm û zorîye xwe, bê dadîya xwe perdebike bi deste hilanî rexistinen terorîstî avadikê.

*** Parsek; ji xîzana dirava û alîkarîye dixwazin. Pêwiste ku ji maldara û ji dewlemenda bixwazin.

*** Li welatême hezkirin û evîn ji mecburîyetê ye. Derdême gelekin lê derman hindikin.

*** Mirov mîna keştîyekê ye. Jiyan deryaye. Ba dem e. Xwe li ber ba berde. Le dema ba tu birî rêyeke nebaş berê keştîya xwe ji ber ba vegerîne.

*** Marîfet ne bi zilme debarkirina gel e, belkî marîfet bi dadî idarekirina mirovaye.

*** Mirov xwedî hêz e. Lê ev hêz li hember qudreta Ellah bêçare dimênê. Hêza di deste mirovde û hêza bikaranîna mirov heta sînore qudreta Ellah e. Mirov nikarê germa roje rakê lê belê kare xwe ji germe biparezê. Hem nikarê belaye sirûştî ji masete rakê. Lê belê kare bi xisareke kêm û hindik xwe ji belaye sirûştî biparezê.

Dilazad ART, Ramanên Azad, Weşanên Zanîngeh, Nisêbîn 2010
www.zaningeh.net

[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.