بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ji Weşanên HAN sê berhemên nû

Weşanxaneya HAN ev car jî bi sê berhemên cûr be cûr yên wêjeyî ve derdikeve pêşberî xwendevanên Kurd.
Yek ji wan berheman, novêla bi navê Keşîşê Reş yê nivîskarê Rûs û her wisa bavê kurteçîrokan,Anton Çexov e. Wekî dihête zanîn, Chexov hem di wêjeya Rûsî û hem jî bi gelemperî di wêjeya klasîk ya cîhanê de navekî gelek mezin e, heta mirov dikare bêje di cîhanê de yek ji nivîskarên kurteçîrok û novêl yê herî baş û zengîn e. Wek hostayê nivîsaryiê navê xwe di dîroka wêjeya cîhanê de daye nivîsandin.
Pirtûk ji layê nivîskar û wergerê Kurd Husein Muhammed hatiye wergerandin. Weşanên HAN ta niha çar berhemên wergerî yên Muhamemedî weşandibûn.
Pirtûka dûyemîn jî ji xebatên şairê Kurd Abdullah Karabax pêk dihê. Navê dîwanê Sewta Berbang e. Karabax di vê dîwana xwe de bi zimanekî bi bingeh û ûslûbeke nerm bikar aniye û her wisa mijarên wek evîn, dilsozî, helwest û ragirtina zanyariyê û taybetiyên din yên dozvaniyê misra misra hunandine.
Pirtûka sêyemîn jî ji çîrokên nivîskarê Kurd Evdile Koçer pêk dihê. Navê pirtûka çîrokên Koçer jî Pêlava Birîndar e. Berî niha jî sê pirtûkên cîrokan yên Evdile Koçer hatibûn weşandin. Evdile Kocher di vê berhema xwe de cîh dane kurtechîrokan. Chîrokên wî jidil in qasî "birîndariya pêlavekê" û mîna chetel-cemedên warê bilind û sar jî jiyandar û hilweshiyayî... Em bêjin dilê mirov bi her xwendina chîroke Kocher yekser hildiweshe, mîna chiyayekî hilweshiyayî dibe ramana xwendevanan...
Wêshanên HAN di sala 2007 de dest bi weshanê kiriye û ta niha nêzîkî pêncî berhemên Kurdî yên wergerî û telîfî yên wêjeyî weshandine. Li gor ragîhandina berpirsên wêshanxanê, di sê mehên pêsh û sala 2011 de bernameyeke berfireh û dewlemend ya ji wêjeya Kurdî û cîhanî têxin jiyanê.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.