Direkt zum Inhalt

“Şeva 22ê Pûşberê çiraya mala xwe vemirînin”

Hewlêr:Partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyê didin banga Serokê Girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Mihemed Sidîq Kebudwend ku daxwaz kiribû 22ê Pûşberê (13 Temûzê) bikin roja şermezarkirina terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo.
13ê Temûza îsal, 22 sal li ser terorkirina Rêberê Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo re derbaz dibe ku li Viyana paytexta Ewustûrya hatibû teror kirin.

Ji ber wê mûnasebetê Serokê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Sidîq Kebudwend ku niha li girtîgeha Ewîn ya Îranê girtiye û namzetê xelata Nobel a aştiyê ya 2011an e, dûşema borî ji girtîgehê nameyek pêşkêşî gelê Kurd kir. Di nameyê de daxwaz kir ku roja terorkirina Qasimlo şermezar bikin û bi çalakiyên sivîl wê rojê bibîrbênin. Kebudwend berê peyama xwe dide rûniştvanên parêzgehên wekî; Îlam, Kirmanşah, Kurdistan, Azerbeycan, Rojava, Hemedan û Xuresana Bakûr.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi belavkirina çend belavokan piştgiriyê didin banga Kebudwend. Polîtborûya Partiya Demokrata Kurdistanê bi wê boneyê daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Partiya Demokrata Kurdistan-Îran pêşwazî û piştgiryê li vê helwesta sivîl û her di vê demê de wêrekiya birêz Mihemed Sidîq Kebudwend dike. Em piştrastin gelê Rojhilatê Kurdistan û Kurdên li her cihekê Îranê, wê 22ê Pûşberê wefadariya xwe ya ji bo armancên rêberê şehîdan û bêzariya xwe li ser rejîma terorîst û terorperweriya Komara Îslamî bi awayên cûrbecûr nîşan bidin.”

PDK-Î daxwazê ji gelê Rojhilatê Kurdistan dike ku ji salên berê zêdetir bi awayek hevgirtî wê rojê bîrbênin û çend daxwazan pêşkêş dike.

1- Roja 22ê pûşberê bikin roja greva giştî. Li gel girtina dikan û bazarê, li bajar û bajarokan xwe ji çûna bo kar bi parêzin.

2- Saet 08.00ê roja çarşemê, 22ê pûşberê li gor dema Tehranê ji bo deqeyekê li her cihê ku hun lê bin, bi taybet jî di nava bajar û cihên giştî de, ronahiya otomobîlên xwe ronî bikin û li horinê bidin.

3- Roja 22ê pûşberê bi awayên cûrbecûr salvegera şehîd Dr. Qasimlo bilind bikin. Guh bidin gotinên wî, gotinên wî bi SMSan ji dost û hevalên xwe re rêkin. Herin serdana malbatên şehîdên Kurdistanê, herin ser gorên şehîdan û wefadariya xwe ya ji bo armancên wan dûbare bikin.

4- Şeva 22ê li ser 23ê pûşberê saet 22.00an li gor dema Tehranê 3 deqîqeyan ronahiya mala xwe ji bo salvegera tawanê Viyana bigrin û slogana “Qasimlo, Qasimlo berdewama rêya te heye” dûbare bikin.

5- Di roja 22ê pûşberê, rojên berê û piştre li ser hest û amade bin, ji bo di dema êrişên hêzên serkutker ên bo ser dikan, mal û giyanê her hevwelatiyekê amade bin û bi awayek kom bi ser wan de herin.

Cavkanî: Rûdaw.net

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/7812.html

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.