Direkt zum Inhalt

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ BI BONEYA KOÇBARBÛNA CEWHER NAMIQ PEYAM

PNA - Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawîyê ya kesatîyê xebatkar û pêşmergeyê kevnar Cewher Namiq Salim ê ku yekemîn serokê parliyamenta herêma Kurdistanê jî bû, peyameka serxweşîyê pêşkêş kir.

Ev jî naveroka peyama serokê herêma Kurdistanê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Mixabin evroj nûçeya koça dawîyê ya birayekî ezîz, dilovan, xebatkar û pêşmergeyê kevnar û navdarê gelê me, rêzdar kek Cewher Namiq gihijt min û ji nav dil ve ez hejandim.

Kek Cewher hevalekî xebatkar bû, em herdem bi hevdu re bira bûn, yek senger em bi hevdu re kom dikirin. Ew di nav karên partayetîyê û pêşmergatîyê de û di karên din ên derveyî ewan karan de herdem li nik min û hevalên xwe cihê rêzgirtinê bû.

Rolê kek Cewher Namiq ê dema serkirdatîya berdemî ti caran ji bîr naçe, ew mêr û xebatkarê rojên sext û dijwar bû û ji ber ewê çendê jî ji destdana wî ne tenê ji bo min, belku ji bo hemû gelê me ziyaneka mezin e.

Ez bi ewê boneya xemgîn serxweşîyê li xwe û malbata wî ya rêzdar û hemû hevalên xebatkarên wî têkoşerê mezin dikim û ez ji xweda daxwaz dikim, ku bêhnfirehîyê bide me û gîyanê xweda jê razî jî bi beheşta ferah şad bike.

Îna Lîlah û Îna Îleyhî Rac`ûn

Serokê herêma Kurdistanê

Mesûd Barzanî

22/03/2011

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.