Direkt zum Inhalt

Romana kurdî û nasname

Nivîsên Haşim Ehmedzade ên li ser romana kurdî bi navê “Romana kurdî û nasname” di nav weşanên Avestayê de çap bûn. Kitêba ku edîtorîya wê Remezan Alan kiriye ji alîyê Fahrîye Adsay ve, ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.
Di pêşgotinê de Haşim Ehmedzade wiha dinivîse:

“Ev kitêb wergera kurdî ya hin gotarên min ên bi ingilîzî ne, ku di dawîya salên 1990ê û dehsalên pêşî ên vê sedsalê de di hin kitêb û kovarên akademîk de hatine weşandin. Gotar bi giştî li ser romana kurdî û wechên wê yên cuda yên wêjeyî, civakî û sîyasî disekinin. Argumenta serekî ew e ku roman, di peywendên din de jî wisa ye, manîfestoya wêjeyî ya modernîteyê ye. A din, qedera modernîteyê ya di peywenda ku romana kurdî jê derketiye û bi pêş ve ketiye de, hin taybetîyên spesîfîk dide vê cureya wêjeyî. Armanca vê gotarê guftûgo kirina van babetan e.
Ji ber sedemên cûr bi cûr ên sîyasî, çandî, dîrokî, ji sedsala 20ê û vir de pir asteng li ber pêşketina zimanê kurdî hatine danîn. Yek ji encamên sîyaseta astengkirinê bûye peydabûna çendîn ortografîyên kurdî. Ev, tevî gelek meseleyên din yên sîyasî, zimanî û çandî, di nav kurdan de bûye sedema parçebûneke çandî. Bi gotineke din kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê nikarin hemû berhemên wêjeyî yên bi kurdî bi dest bixin û wan bixwînin. Wergera van gotarên ku wek cûreyekî wêjeyî der heqê romana kurdî de ne, cudatîyên ortografîk an zaravayî her çi bin, tevkarîya têgihiştina xwendevan û sehkirina wan a wesfê wêjeyî ya romana kurdî û daxwazên wê yên civakî-sîyasî, dikin.

Ez hêvî dikim ev kitêb, tevkarîya têgihiştineke berfirehtir a romana kurdî bike.”

Di pirtûkê de jînenîgarîya nivîskar wiha tê pêşkêş kirin:
“Haşim Ahmedzade
Di sala 1960ê de li Kurdistana Îranê hatiye dinyê. Piştî qedandina xwendina lîseyê li Mahabadê, li Îranê dest bi xwendina zanîngehê kiriye û di sala 1986ê de beşa ziman û edebîyata îngilîzî bi dawî anîye. Ji sala 1988ê heta 2005ê li Swêdê jîyaye. Di sala 1992yê de li Zanîngeha Uppsalayê dest bi xebatên xwe kiriye û di sala 1995ê de beşa Xebatên Rojhilatnasîyê (zanistên siyasî) qedandiye. Sala din xwendina mastir xwendiye. Di sala 1996ê de dest bi xwendina doktorayê kiriye. Sala yekem li Londonê li School of Oriental and African Studies (Dibistana Xebatên Rojhilatnasî û Afrîkayî-SOAS) derbas kiriye û di Adara 2003yê de ji Zanîngeha Uppsalayê dereceya doktorayê wergirtiye. Di heman salê de teza wî, Nation and Novel: A Study of Persian and Kurdish Narrative Discourse (Netewe û Roman: Vegotina Vebêjîya Farisî û Kurdî) ji alîyê zanîngehê ve hate çap kirin. Di sala 1999ê de dest bi dersên li ser dîrok û siyaseta Rojhilatê Navîn û ziman û edebiyata farisî kir. Mamosteyîya wî ya li Zanîngeha Uppsalayê di Îlona 2005ê de dema ku wek dersdarê xebatên kurdî û damezrênerê Navenda Xebatên Kurdî ya li Zanîngeha Exeterê dest bi xebatê kir, bi dawî hat. Di sala 2008ê de bû asîstanê Zanîngehê (Senior Lecturer) û di 2011ê de di heman zanîngehê de bû doçent (Assistant Professor). Bi zimanê kurdî, farisî û îngilîzî gelek gotar weşandine û ji îngilîzî û swêdî gelek gotar wergerandine bo kurdî.”

Xwendin û Nirxandin
Ev pirtûka giranbiha ji deh gotarên hêja yên li ser romana kurdî pêk tê. Ez dê hewl bidim ku yek bi yek li ser naveroka van gotaran rawestim. Di dawîya nivîsê de jî dê çend têbinî li ser zimanê wergerê û redaksîyonê hebin.

Gotara yekemîn bi navê "Di romana Kurdî de Guherînên Şêweyî û Babetî" tê pêşkêş kirin. Nivîskar, ji destpêka romana kurdî (wek tê zanîn romana Erebê Şemo "Şivanê Kurmanca" destpêka nivîsîna romana kurdî ye) ta sala 2010ê, bi berfirehî li ser guherînên di romana kurdî de, li gor pîvanên wêjenasên navneteweyî yên wek Frederic Jameson, Lucien Goldman û hwd. radiweste. Bi kurtahî li ser bandora "realîzma sosyalîst" ku di romanên Ereb Şemo de vekirî li ber çavan e, agahîyên balkêş dide. Paşê balê dikşîne ser "realîzma efsûnî, surrealîzm, postmodernîzm û 'romana nû' " ya kurdî. Mirov dikare bibêje ku ev gotar ji hêla çavkanîyan de gotara herî dewlemend a vê pirtûkê ye ku pêwîst e her wêjenasê kurd ji van çavkanîyan agahdar be.

Gotara duyemîn bi navê "Di Romana Kurdî de Nîşaneyên Bêdewletbûnê" tê pêşkêş kirin. Nivîskar di vê gotara xwe de li ser van romanan radiweste:
1. Janî Gel (Îbrahîm Ehmed)
2. Dirîk û Gul (Îbrahîm Ehmed)
3. Şar (Husên Arîf)
4. Êwarey Perwane (Bextîyar Elî)
5. Mergî Taqaney Dûhem (Bextîyar Elî)
6. Dwahemîn Henarî Dunya (Bextîyar Elî)
7. Gulî Şoran (Eta Nîhayî)
8. Balindekanî Dem Ba (Eta Nihayî)
9. Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê (Mehmed Uzun)
10. Karmamiz (Elî Hesenyanî-Hawar)
11. Rêya (Muhemmed Mewlûd-Mem)
12. Komele Şaxe Berz û ... (Kurdan)
13. Rawemasî (Fazil Kerîm Ehmed)
14. Hesar... Segekanî Bawkim (Şêrzad Hesen)
15. Tarmayî Helepçe (Rêbwar Reşîd)
16. Jîyan Bedem Ziryanewe (Teyfûr)
17. Koç (Mahabad Qeredaxî)
18. Bilind û Newî (Nesrîn Caferî)
19. Sobarto (Helîm Yûsif).
Bêdewletbûn, wek babeteke serekî ya romana kurdî ye. Ew romanên ku me navên wan li jor pêşkêş kirin, di vê babetê de hevbeş in.

Gotara sêyem bi navê "Çar Vebêj û Cimaetek Muxayyel" tê pêşkêş kirin. Nivîskar di vê gotara xwe de li ser rola romanê ya di pêşketina nasnameya neteweyî de radiweste. Di vî warî de xwe dispêre zanyarên wêjeyê û teorîsyenên din ên ji qada zanistên beşerî û civakî. Di destpêka gotara xwe de wiha dinivîse: ”Piştî hilweşîna Împaratorîya Osmanî, li Rojhilatê Navîn avabûna çar netew-dewletên nû di dabeşbûna axa ku kurd li ser dijîn di nav sê netew-dewletên nûava, Iraq, Tirkîye û Surîyê de encam da. Parçeyekî Kurdistanê, ku destpêka sedsala 16. û vir ve di bin hakimîyeta Împaratorîya Safewîyan de bû, wek parçeyek ji netew-dewleta Îranê ya nûava re ma ku ew di sala 1920ê de hate damezrandin.”(r.68) Ji her parçeyekî romannivîsek bi berhemên xwe tê analîz kirin. Heft romanên M. Uzun (Tirkîye) “Tu, Mirina Kalekî Rind, Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Sîya Evînê, Bîra Qederê, Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê û Hawar Dicleyê-Du cild” tên analîz kirin. Sê romanên Helîm Yûsiv (Surîye) “Sobarto, Tirsa bê Diran û Gava Masî Tî Dibin”, sê romanên Eta Nihayî (Îran) “Gulî Şoran, Balindekanî Dem Ba û Grawî, Bextî Helale: Dwarojekanî Balindeyekî Koçer“ tên analîzkirin.
Bextîyar Elî (Iraq) nûnerê şêweya wêjeyî ya realîzma efsûnî ye. Mijara gotara çarem bi tevayî li ser romanên Bextîyar Elî ye. Romana wî ya yekemîn Mergî Taqaney Duhem di nav wêjenasên dunyayê de hatiye şirove kirin. Di hemû romanên kurdî de nasnameya kurdan û welatê wan hêmanên hevpar in.

Nivîskar di gotara xwe ya pêncem de bi tevayî li ser romana kurdî ya li Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) radiweste. Wiha dest pê dike: “Di warê wêjeya kurdî de yek ji zehmetîyên mezin, parçebûyîna wê ye. Ji ber dabeşbûyîna civakên kurd û tunebûna yekîtîya siyasî û netewî, niha wêjeya kurdî wek ‘wêjeyeke netewî’ ku jêderka wê netew dewletek kurd be, nikare bê bi nav kirin.”(r.111). Gotarên nivîskar yên 4-5 jî nîşan didin ku nivîskar di analîzkirina romanên bi zaravayê kurmancîya jêrîn de serkeftîtir e.

Gotara şeşem bi navê “Li Pey Romana Kurdî ya ji Me re Vedibêje ku Kurd Kî ne” tê pêşkêş kirin. Di vê gotarê de li ser meseleya nasnameyê û vegotina wêjeyî tê rawestin. Bi giştî romana kurdî tê raçav kirin.

Gotara heftem bi navê “Cîhana Romanên Jinên Kurd” hatiye nivîsîn. Ev gotar li gor deverên ku romannivîs lê dijîn hatiye saz kirin.
1) Romanên ku ji alîyê romannivîsên li dîyasporayê dijîn, hatine nivîsandin;
2) Romanên ku ji alîyê romannivîsên li başûrê Kurdistanê dijîn hatine nivîsandin;
3) Romanên ku ji alîyê romannivîsên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn hatine nivîsandin.
Di vê mijarê de nivîskarê gotarê dide diyar kirin ku ew derbarê romanûsên jin ên bi kurmancîya jorîn nivîsîne, ne agahdar e, bes romannivîsên jin yên bi soranî nivîsîne pêşkêş dike. Ew jî ev in:
1. Gelawêj (Le Ser Balî Sîmirx)
2. Mahabad Qeredaxî (Koç, Evîn Awî Jîyan e)
3. Rêwas Ehmed (Jin, Pertawî Lektrazan).
Divê em li vir romana Mizgîn Ronak a bi navê “Em Bûn Baran” jî li lîsteya romanên ku jinên kurd nivîsîne zêde bikin.

Gotara heştem bi navê “Ji Çîyayên Kurdistanê ber bi Kolanên Ewropayê” hatiye nivîsîn. Ev gotar li ser întîbaqkirina penaberan bi çand û civatên bîyanî re, radiweste. Ji bo vê mijarê jî du romanên kurdî tên analîz kirin. Yek jê ‘Rawe Masî’ ye û ya din jî ‘Komele Şaxê Berz û...’ ye.

Gotara nehem bi navê “Raçavkirinek li ser Jîyannûsîya Kurdî” hatiye nivîsîn. Nivîskar di vê gotara xwe de li ser jîyanûsîya (jînenîgarî, bîranîn) kurdî radiweste. Giringîya vî cure nivîsan ya di warê dîroknasî (mêjûnasî) û wêjenasîyê de tê bi bîr xistin. Nivîskar li ser binyad û rewşa jîyanûsîya kurdî radiweste. Nivîskar balê dikşîne ser kêmanîya jîyanûsîya kurdî di nav jinên kurd de. Bi tevayî li ser taybetmendîyên hevpar ên jîyanûsîya kurdî radiweste. Ji hêla ewlebûna bi çavkanîyên jîyanûsîyên otobîyografî wek çavkanîyên dîrokî çend têbinî tên pêşkêş kirin.

Gotara dawîn bi navê “Di Berhemên Eta Nihayî de Nasnameyên Dijber” hatiye nivîsîn. Eta Nihayî tevî sê romanên xwe sê pirtûkên çîrokan jî nivîsandine. Nivîskar ji Culler di derbarê têkilîya roman û nasnameyê de vê têbinîyê digre: “Wêje hertim bi meseleyên derbarê nasnameyê re mijûl bûye û berhemên wêjeyî ji van meseleyan re, bi eşkereyî an nixumandî, bersivan dide.”(r.224). Di her sê romanên Nihayî de jî meseleya nasnameyê bi eşkere li ber çavan tê raxistin.

Bi kurtî em dikarin bêjin ku kesên têkilîya wan bi wêjeyê re hebe, pêwist e vê pirtûka ku ji deh gotarên bi metoda zanistî li ser romana kurdî hatine nivîsîn, pêk tê, bixwînin û li ser wê nîqaşan bikin.

Ji hêla daçekan ve hinek kêmasîyên wergerê hene, ez dixwazim balê bikşînim ser wan:
"Hin nivîskar hene ku ji civakên xwe yî Rojhilatî qet derneketine, lê ji alîyê şekl û şêweyê di afirandina romanên wek yên Rojavayî ve serkeftî bûne."(r.15).
Divê wiha bê nivîsîn:
"Hin nivîskar hene ku ji civakên xwe yî Rojhilatî qet derneketine, lê ji alîyê şekl û şêweyê ve, di afirandina romanên wek yên Rojavayî de serkeftî bûne." (ji ... ve, di ... de wek pêş daçek û paş daçek ên qalibî ne. r.48).

Li ser wergerê bandora perwerdeha bi zimanê tirkî xuya ye. Wek mînak: "Îspat", "tespît", "şehis", "teşhîs" û hwd. Hinek peyv jî şaş hatine bi kar anîn: Wek mînak, "Çespandin" di cîyê "çewsandin"ê de (ji serî heta rûpela 155an), "îdraq" di cîyê "îdrak"ê de û hwd.

Ji bo redaksîyonê jî dixwazim çend kêmanîyan bînim zimên. Bîyografîya (Têbinîya 67. r.77) Eta Nihayî bi şaşî ji bo Bextîyar Elî jî wek bîyografî (Têbinî 83. r.81) hatiye nivîsîn. Di rûpela 157ê de wiha hatiye nivîsîn:"Ya din Rezanê ye û bi zilamekî ku gelekî ji wê mezintir û du zarokê wî hebûye, zewicîye." Divê wiha bihata nivîsîn:"Ya din Rezanê ye û bi zilamekî re ku gelekî ji wê mezintir û du zarokên wî hebûne, zewicîye."

Amed KANÎ

Têbinî: Ev nivîs di Le Monde Diplomatique Kurdî hejmara 26an de hatiye weşandin.

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.