Direkt zum Inhalt

Newroza Plattforma Kurdên li Hamburg ê bi havakî bicoş û bi serfirazî derbasbû

Pîrozbahiyên newroza 2011-an li welat û dervayî welat bicoş dom dikin. Li aliyê dinê li gelek navêndên Ewropayê saziyên kurd, Newrozê bo karê dîplomatîk lobiyek xurt bo bidesxistina mafên netewî û demokratîk, bikaranîn û bi pîrozbahiyên li salonan pêşwazî li Newrozê kirin. Yêk ji wan jî Newroza Hamburgê bu.

Di şeva Hamburg de gelek kesên bi nav û deng, diplomat û siyasetmewan hebûn. Minak: Wek Konsulosê Amarika yê Hamburg, Xanima Karen Bel û Birêz Leonard Martin û Familien wan. Disa Minak: Gelek Partî û Sazîyên , Elman û Kurd wek (SPD, CDU, Partîya –GRÜNE, FDP , Die Linke û gelek Konsulosên din wek Konsulosê Schweden, Italiya û gelêk şaxsiyêtên din ji, wek Hukuknas , niviskar ronekbîr bi şexs û mesajên xwê ji şeva me rê şandin û şeva me zengin kirin û moralekî bilind dan mê. Disa gelêk hevalên me yên hêja û granbûha jî derwî Hamburg ê ji, di şeva e dê amadebûn.

Wek em gişt dizanin gelê me li her çarperçê Kurdistan û hemû dewletên Evrupa ji, ji Amerika heta Qanada û gelek dewlet û deverê din yên dînya ye kurd li ser niga nê û dile wan ji bona Azidî û Serxwebûna Kurdistanê le dixê.
Gelê kurd ji bo Newroza ku bûyê sembole azadi û rizgariyê, roja yekitî û xiretê geleki serhildan û berxwedan, heps û zindan, şehid û birindar, ceza û cafa dayê.

Gele kurd destûre nade ku cejna wî ya Neteweyî û welatê wî bibe erişa dewletên mitinger. Ji bona serkevtina xebata rewa ya gelê Kurd, mercê serekê yekîtî û hevkariya hêzên welatparêz û gelê Kurdê e. Ez hevîdarim kû emê rojêke Newrozê xwe li welatekî SerbûxweEz hevîdarim kû emê Şevekî xweş bi hevrê derbaskin û Azad piroz bikin.

M. Ali Yildirim

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.