Ana içeriğe atla
Submitted by Rêvebir on 6 June 2013

Gelo çi qewimî li Stenbolê da ku protestoyeke biçûk li dijî birrîna çend daran di encam de bû sedemê serhildaneke biharî li dijî rejimê ku ev 9 roj in li seranserê Tirkiyeyê û li tarawgeyê belavbûye û bênavber didome û bi sedan brîndar û hezaran girtî û wargehên kavilkirî û şewitandî li pey xwe hişt?

Li meydana Taksîmê ku îro bûye remza vê serhildanê, sala borî di şeva ku li Roboskiyê 34 gencên kurd hatin qetilkirin, şahiyên mezin hatibûn lidarxistin! Îro li wê meydanê ew tirkên ku şeva Roboskiyê direqisîn û kurdên ku heman şev şîn û protesto dikirin niha di milê hev de li dijî hikûmeta Erdoğan ketine kemînê! Posterên Öcalan û Mistefa Kemal yekem car bi saya Erdoğan hatin gel hev û şopdarên wan bê ku bi darên posterê serokên xwe li hev din, li kêleka hevûdû sekinîn!

Aya ev hassasiyeta daniştvanên Stenbolê ya li dijî birrina çend darên parka Geziyê, rêzgirtina jîngehê ye? Dema mirov tîne bîra xwe ku li Kurdistanê di çend salên dawîn de daristanên çendîn car ji xaka Stenbolê mezintir hatin şewitandin û jîngehparêzan rûyê xwe neqermiçand, diyar e ku mesele ji jîngehê wir de jiyan bi xwe ye!
Çawa dibe rastgir, çepgir, nîjadperest, kemalîst, lîberal, xwendekar, mislimanên dij kapîtalîst, jin, holîganên fûtbolê, kurd, alewî, radîkal û anarşîst ku heta şeva 1'ê hazîranê bi tundî li dijî hev bûn, li hember rejima Erdoğan bi hevre raperîn?

Ev yek bi serê xwe xerabeta Tirkiyeyê û ew çend jî nefret û tirsa ji Erdoğan tîne ziman. Li aliyê din şîddet û nefreta polîsê tirk ya dijî xwepîşanderan tirs û nefreta Erdoğan ya ji muxalîfan tîne ziman. Yanê Tirkiye li ser esasê nefret û şîddetê dabeş bûye. Rejim her cûre muxalefetê li dijî hebûna xwe, muxalefet hemû kiryarên rejimê ji bo jiyana xwe wek xeter dibîne û di nav aliyan de yekta dîyalog bi rêya cop û gazên polîsan û kevir û molotofên xwepîşenderan dimeşe! Wateyeke din ya ev dîmenên klasîk yên welatên totalîter û demokrasiya klasa dûyem heye gelo? Dahata salane ya hemwelatiyên Tirkiyêyê bi gotina Erdoğan herçiqas ji 3.500 dolaran dabezîbe 10 hezar dolaran jî, şikesta ku Erdoğan di dilê wan de peyda kiriye bi dolaran melhem nabe, ji ber vê yekê serokwezîr ku wek neo-lîberalekî li jiyanê temaşe dike, li beramber xwe tenê „sergerdeyên nankor" dibîne!

Şîddeta polîs ya li Taksîmê tenê karibû demeke kin sihêtiya vê meydanê bike. Diyar bû ku polîs hinek jî ji bo serhildan berfireh bibe, bi hêz û îmana cemaaetê li hemwelatiyan dida! Defa jop û gaz û ava şeddîd ya polîs di stûyê Xelîfe/Siltan, lê şiva defê di destê Îmam/Xoce Efendî de bû! Êdî an def an şiv ji destê yekê divê derkeve an jî herdû alî li gel hev bireqisin, reyeke din nemaye ji bo xwedanên rejima kevneperestên îslamiyên tirk!

Piştî ku Serokkomar Abdullah Gül, xetera ji derketina kontrola serhildanê dît, bi ruyê xwe yên nerm derket hember kamerayan û got; „Me ji van bûyeran peyamên pêwîst vergirt, demokrasî ne tenê hilbijartin in. Xwepîşandanên aştîyane beşek ji demokrasiyê ye." Piştî vê yekê polîs ji Taksîmê vekişiya û meydanê teslîmê serhildêran kir. Cîgirê Erdoğan, Bulend Arıç jî jî peyamên nerm da, lê Erdoğan ji uslûba xwe ya tund nehat xwarê û bi rojnamevan re diqehirî! Gül û Arınç ji vê firsendê îstîfade bi awayeke sergirtî jî be, memûniyeta xwe ya li dijî brîndarkirina karîzmaya Erdoğan neveşartibûn û heta ji niha ve ev îtîraza girseyî wek rêyeke xelasbûna ji despotiya serokwezîr pêşwazî kiribûn!

Helwest û tehdîdên Erdoğan yên li dijî vê serhildanê Husniyane (Husnu Mubarek) lê ne mubarekane bû! Serokwezîr roja dûşemê beriya seyaheta welatên ereb (Fas, Tûnis, Cezayir) yên ku hîn di bin xezeba bihara serhildanê de ne digot: „Ev ne meseleya darên parka Geziyê ye. Saloxdariya me dizanê kî li pey van bûyeran e. Emê hesabê vê yekê ji wan bipirsin. Em ji bo çend sergerdeyên kolanan dev ji projeyên xwe bernadin. Ger em bixwazin dikarin li Stenbolê 1 milyon kes li dijî van sergerdeyan daxînin kolanan. Em niha ji sedî 50'yên Tirkiyeyê bi zahmetî li malê wan didin rawestan!"

Lêbelê li çend bajarên wek İzmîr û Antakya ciwanên AKP'yî li malên xwe rûneniştin û tevî polîsan êrişên xwepîşenderan kirin!

Dema li Tirkiyeyê medyaya şelaq û şelaf a Erdoğanî bi reşkirin û biçûkkirina serhildana Taksîmê re mijûl bû, Erdoğan di medya ya cîhanî de wek „Despotekî Pûtînwarî" dihat liqelemdan.

Helbet di çend mehên dawîn de kiryarên wek betalkirina gelek mafên jinan yên wek kurtajê, qedexeya meşrûbê, hin îşaretên rêgezên şerîetê û zimanê şedîd yê serokwezîr ji aliyê giraniya şêniya vî welatî ve wek tehdîdeke li ser jiyana komaleyetî tê şîrovekirin. Herwiha îhtîrasa Erdoğan ya pergala serokatiyê, nakokiyên wî yên li gel Fetullahiyan dostên serokwezîr gelek kêmkirine.

Di çend mehên rabirdû de yekta serkeftina Erdoğan betalkirina şerê bi PKK'ê re bû. Lê belê ji ber ku heta niha jî hîç daxwazên kurdan nebersivandiye ev „porseya aştiyê" jî li jêr asoyeke şolî de maye û kes nizane wê çawa û heta kengê wiha bidome! Niha careke din hêvî û firsendekî geş bûye ku Erdoğan di bin zexta daxwaza „zêdetir demokrasî, aştî" ev proseya ku bê xwedî hiştiye bîne bîra xwe!

Kurd û Taksîm

Li meydana Taksîmê di rojên destpêkê de ciwanên kurd bi taybetî di şerê li dij polîsan de bi awayeke eşkere serî kişandin. Herwiha mebûsê BDP'ê Sırrı Süreya Önder ku serkêşiya vê protestoyê kir, ji alî polîsan ve hat brîndarkirin. Piştî ku bûyer belavbûn, komên Kemalîst û alîgirên Ergenekoniyan jî tevlî serhildanê bûn. Bi tevlîbûna wan, di navbera wan û kurdan de pevçûnên biçûk derketin, nîjadperestên tirk, bêtehamuliya xwe ya dijî al û sembolên kurdan nîşan dan û êrişê komên kurdan kirin. Li Taksîm û İzmîrê çend caran di navbera kurd û nîjadperestan de pevçûn qewimî, avahiyeke BDP'yê leqayê êrişê hat.

Piştî ku bi awayeke berbiçav CHP û Kemalîstan di vê serhildanê de cîh girtin, kurd bi awayeke giştî sar bûn û li gelek deveran ji meydanan vekişiyan. Serokê BDP'ê Selahadîn Demirtaş bang li ciwanên kurd kir û got „em bi nîjadperestan re nakevin nav heman ahengê." Hikûmetê ev helwesta BDP'yê çendîn car silav kir!
Di medyaya sosyal de jî di nîqaşên navbera kurdan didomin, gelek kurdan, hemwelatiyên xwe yên ku serkêşiya serhildanê dikin bi xulamtiya kemalîstan tawanbar dikin. Li gor wan dema ku Kurdistan hat şewitandin, kurd hatin qetilkirin tirkan ji kiryarên rejimê re li çepla didan. Niha çima kurd ji bo darên Stenbolê xwe dikin hedefa şîddeta polîsên Erdoğan!

Şayanê gotinê ye, kurdên ku tevlî vê serhildanê bûn, zêdetir yên alewî an jî çepgir bûn û bi motîfên şexsî tevgeriyan. Ciwanên ku bi al û sembolên tevgara netewî li meydana ne jî diyar e ku ji ber hewceyî îfadekirina nasnameya xwe vê yekê pêwîst dibînin. Herçend hin bangên rêxistên kurdan hebin jî li Kurdistanê jî ji bo piştgiriya Taksîmê çend xwepîşandan hatin lidarxistin jî bi giştî bêdeng derbasbûn. Bûyerên li Dêrsimê jî bi awayeke eşkere di bin înîsiyatifa çepgiran de maye. Tevgera kurd heta niha jî dûdilî ye û bi hassasiyata „proseya aştiyê" bê siyaset maye. Lêbelê ev helwesta kurdan, argumenta wan ya „piştî vekşîna hêzên çekdar têkoşîna demokratîk, bi gelên Tirkiyeyê re têkoşîna hevpar" jî vala derdixîne. Diyar e ku kurd ji bo helwestek zelal nîşan bidin li benda şêwra serokatiya xwe ne. Hikûmeta AKP'ê jî ji ber vê yekê ji helwesta kurdan ya „bêhelwestî" memnûn e!
Balkêşiyeke din gelek tirkên ku piştî leqayê terora polîsan hatin, zilma li ser kurdan anîn bîra xwe. Hin tirkan di peyamên facebook û tweeterê de wiha digotin: „Ez ji xwe fedî dikim ku min heta niha li dijî kurdan piştgiriya rejimê kir... 30 sal in çapemeniya tirk me derbarê kurdan de xapand, ez ji kurdan lêborînê dixwazim... Ev polîsên ku ev çar roj in li me wiha dikin, li kurdan çi nakin.. ûhw... Gelo ev li xwe mikur hatin wê wek helwestek mayinde bimîne û belavbibe an jî wê wek çav vebûna çend tirkên xwedî ûcdan be, ji niha ve ne diyar e.

Di encama vê xirecira civakî ya li Tirkiyeyê yek ji encamên komîk banga îstîfakirina Esad bo Erdoğan bû. Herwiha diyarkirina „nîgeraniya" Malîkî ya ji serhildana Taksîmê jî, Tirkiyeyê xistibû nav lîga kotegoriya welatên asta Suriye û Iraqê. Helbet peyamên cîddî jî hebûn ji bo Erdoğan bi taybetî ji Yekîtiya Ewrupa û Amerîka, ku balê dikşandin ser şîddeta dijwar ya polîsan û ev yek wek xetereke li dijî demokrasiyê bi nav didan!

Di encama vê tabloyê de hat dîtîn ku tirk jî dikarin kevir biavêjin „dewlet baba" ya xwe ya pîroz! Wiha diyar e werza serhildana Taksîmê ger bibe bihara azadiyê, wê li asîmanên Erdoğan zivistan konê xwe vede!

http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4285

Dr: Joanna Bochenska: Divê malbatên kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin 30/05/2013 Êrîş Qoser Moskow: Jina Polonî Dr. Joanna Bochenska, di Enstîtuya ZankoyaJagillonian a Polonya de, di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û wêjeya kurdî dersê dide. Dr. Bochenska destnîşan kir, ku zarok pêşeroja civakê ne, lewma bang li malbatên kurd kir ku bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Dr. Joanna Bochenska, di Enstîtuya Zankoya Jagillonian a Poloniya de, di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û wêjeya kurdî dersê dide.  Dr. Joanna Bochenska cara yekem çand û wêjeya kurdî çawa naskir, di çanda û wêjeya Kurdî de tiştê herî bala wê kişan çibû, ev çend sal in bi vê xebatê re mijûl dibe, di vê derbarê de heta niha çi kar kirine, li gor wê wêjaya kurdî çiye û berbarê projeyên wê yên li ser çand û wêjeya kurdî de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axifî. “Di nav gelên din yên cîhanê de dema bahsa kurdan tê kirin kuştin, êş, pênaberî, şer û mexdûrî tê bira mirovan” ev gotinên Dr. Joanna Bochenska ji bo civaka kurdî gelek tiştan îfade dike. Ji ber ku di qada navnetewî de gelê kurd zêde nehatiye naskirin, di warê çand û wêjeyê de jî zêde nayê naskirin. Ji ber vê yekê li welatên xerîbiyê kar û xebatên ku li ser çand û wêjeya kurdî tên kirin pir bi wate ne. Bi taybet çand û wêjeya kurdî ku îro xwedî kevneşopiyek dîrokî ye ji hêla netewên din jî naskirina wan ji bo kurdan serfiraziyek mezine. Di vê derbarê Dr. Joanna Bochenska ya ku di Enstîtuya Zankoya Jagillonian ya Poloniya de di beşa Xebatê Ariental de li ser çand û hunera kurdî dersan dide, me xwest kar û xebatên wê ji nêzî ve nasbikin. Cara yekem we çand û wêjeya kurdî çawa naskir. Tişta herî bala we kişand çibû. Hûn dikarin vê bi me re par vekin? Min cara yekem kurd û çanda kurdî 13 sal berê naskir. Ez ji bo li ser wêjeya rûsî û akademiya sînemayê bixwînim hatibûm Moskowayê. Li vir min kurd naskirin û bala min kişandin. Di serî de min çend pirtûkên ku li ser çand û wêjaya kurdan bi rûsî hatine nivîsandin xwendin. Ev mijar ji bo min nû bû û bala min pirtir dikişand ser xwe. Ji ber vê yekê min xwest teza xwe ya doktora li ser wêje, çand û rewşa kurdên Bakûrê Kurdistanê bikim. Ji ber vê yekê di serî de min xwest zimanê kurdî fêr bibim. Beriya ku ez fêrî zimanê kurdî bibim bi alîkariya werger min çanda kurdî dixwend. Lê niha ez fêrî kurdî bûme, mirov wêjeyê bi zimanê wê yê orjînal bixwîne xweşe û evna min kêfxweş dike. Ez dixwazim ev berhemên kurdî ji bo zimanên din jî werin wergerandin. Bi taybet ji bo zimanê min yê zikmakî zimanê polonî. Li ser çand û wêjaya kurdî ti berhemên we hene. Hûn di çi astê de li ser çand û wêjeya kurdî kar dikin? Di sala 2011’an de li ser çand û nasnameya kurdî pirtûka min hat çapkirin. Navê Pirtûkê bi kurdî “Di nav tarî û ronahiyê de nasname û wêjaya kurdî” ye. Piştî min pirtûk nivîsand û şûne min dest bi wergera çîrokê kurdî kir. Ji ber ku çîrokên kurdî xweş û balkêş in bala mirovan pir dikşînin. Ji van çîrokan çend ji wan bi zimanê polonî dê bên çapkirin. Di vê dema dawî de min û çend hevalên xwe yên polonî ji bo pêşxistina Kurdolojiyê li Polonya me projeyek nivîsand. Ev projeya me hat qebûl kirin û niha em di çerçoveya pêşxistina wêjaya kurdî de karê xwe berdewam dikin. Bi saya vê projeyê em hewil didin ku bi cihana derve re jî têkevin tekîliyê. Ez hewl didim ku her sal biçim Kurdistanê bi taybet jî Bakurê Kurdistanê lê di van salê derbasbûyî de ez çûm Başûrê Kurdistanê jî. Li gor we di civakê de rola çand û wêjeyê çiye? Li gor min pêwîste mirov civakê tenê bi mile wê yê siyayî negre dest. Ji ber ku ew ji beşekî yê civakê ye. Lê çand û wêje dîroka civakê ne. Pêwîste ew bên famkirin û bên xwendin. Bedewiyên çanda kurdî pir girîng in lê, mixabin dema îro qala kurd û Kurdistanê tê kirin şer, pevçûn, mirin, penabertî û hwk. Tişt tên bîra mirovan. Ev ne raste li gor min pêwîste aliyê din yê jiyanê jî bê dîtin. Çand û wêjaya kurdî pir dewlemende, ev dewlemendî pêwîste nebe qurbana van pêşbiryaran. Pêwîste kurd jî bê tirs û xem têkevin nav çanda û wêjaya xwe. Bi taybet wêje tiştekî wiha ye ku heta mirov bi giştî nekeve nav wê û pê ve mijûl nebe mirov tiştekî jê fam nake. Di çand û wêjayê de rola fîlma hûn çawa dinirxînin. Bi vê ve girêdayî hûn fîlmên kurdî dişopînin an na? Di van salên dawî de sinemaya kurdî jî pir derdikeve pêş. Bi taybet di warê çand û wêjeyê de serkeftinên baş bidest dixe. Ez ji xwe gelek caran qala sinemaya Bahman Ghobadî dikim. Bi saya flîmên wî cîhana derve jî çand û wêjeya kurdî nas dike.  Ji ber pirtûkên kurdî kêm tên wergerandin û di cîhanê de çand û wêjaya kurdî zêde nayê naskirin mirov li ser vê mijarê zêde lêkolînan nakin. Lê bi saya van flîmên sînema gelên din jî çand û wêjaya kurdî nas dikin. Di warê çand û wêjeya kurdî de çavkaniya herî mezin dengbêjiya kurdî ye. Hûn dengbêjiyê çawa şîrove dikin. Li gor wê dengbêjî çiye? Bêgûman keveşopiya dengbêjî tiştekî pir girîng e. Di wêjeya kurdî de gelek nivîskar di nivîsê xwe de bi awayekî pir hêja qala dengbêjiyê dikin. Piştre ez bi wêjeya kurdî re mijûlbûm û şûn ve dengbêjan jî gelek bala min kişand. Ji ber vê yekê ez çûm Diyarbekirê mala dengbêjan. Tişta min bi çavê xwe dît tiştê pir hêja û delal bû. Li gor min dengbêjî ferhenga ziman û wêjeyê ye. Dengbêjî di warê ziman, wêje, civakî û axlaqî de civakê jî perwerde dike. Ji ber ku di sitranên denbêjî de şêwazê jiyanê tê gotin. Ji ber ku dengbêjên kurd jiyana xwe kirne stran evna kevneşopiya kurdan ya bi hezar salan radixe ber çavan. Ev kevneşopiya dengbêjî ji bo pêşeroja gelê kurd jî pir girînge. He wiha niha gelek kes bi vê çandê re mijûl dibib, min evna li Diyarbekirê li mala dengbêjan dît û ez bi vê gelek kêfxweş bûm. Di heman demê de çanda degbêjî ji bo wêjeya kurdî ya nûjen jî çavkaniyek mezine. Niha gelek nivîskar, helbestvan, çîrokvan, senarîst û hûnermend ji vê çavkaniyê sûd werdigrin. Ji ber vê yekê çand û wêjeya kurdî her roj xwe nû dike û pêş dikeve.     Rola ziman li ser wêjeyê çiye. Hûn jî fêrî zimanê kurdî bûne, zahmetiyê ziman li ser çand û wêjeyê hûn çawa dinirxînin? Bi vê ve girêdayî kurd bi zimanekî ne fermî çand û wejaya xwe diparêzin hûn li ser vê çi dibêjin? Gelo ziman pêşnekeve çand û wêje pêş dikeve? Bêgûman wêje bi ziman, ziman bi wêje pêş dikeve. Gelê kurd heta roja îro zimanê xwe parastiye. Lê pêwîste ev ziman bibe zimanê perwerdê jî. Ji bo vê gelê kurd tekoşînekê dide meşandin. Niha hêdî hêdî encamê xwe digre. Lê ne wek tirk dibêjin ji sala pêncemîn û şûn ve pêwîste ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn. Ger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê wê demê di warê wêjeya kurdî de jî dê gelek pêşketinên baş çêbibin. Wê demê gelek ciwan jî dê bi vî zimanî kar bikin. Ziman wiha pêş dikeve. Ez bi xwe polonî me û heta demekê zimanê me jî qedexe bû. Lê me bi zimanê xwe kar û xebatên xwe dikirin. Em li benda biryarekî nivîskî yên dewletên serdest neman. Pêwiste gelê kurd jî, ji bo pêşxistina zimanê xwe yê zikmanî ji xwe re ti astengiya nebîne. Dibe ku dewletên serdest mafê perwerde û bi zimanê xwe yê zikmakî axaftin nede yan jî dereng bide ger mirov li benda van bîne ziman pêş nakeve. Niha li Tirkiyê li kolanan axaftina bi kurdî neqedexe ye ji ber vê yekê pêwîste kurd bi zimanê xwe biaxifin û çi bi turîst yan çi jî bi kesên tên heremê re kurdî biaxifin. Zimanê xwe bi wan bidin naskirin. Evna min li Bakûrê Kurdistanê dît lê kêm e, pêwîste pirtir pêş bikeve. Bi vî awayî bala kesên din jî mirov dikare bikîşîne ser zimanê xwe, çand û wêjeya xwe û bi wan bide naskirin.  Çareseriya pirsa ziman ne tene problema dewletê ye. Li gor min ger dilê mirov bixwaze û xwesteka mirov hebe ti astengî nîne. Min zimanê kurdî qet nebihîstibû, cara yekem çîrokek kurdî ji bo rûsî hatibû wergerandin min ew xwend û pir bala min kişan, gelo ev bi zimanê resen çawa hatiye nivîsandin. Ji bo vê ez bi zimanê kurdî re mijûl bûm û fêrî ziman bûm. Ger mirov bixwaze ti astengî nîne. Ji bo pêşketinê pêwîste mirov di serî de sînorê di mejî de ji holê rake. Niha rojname, kowar, pirtûk û gelek sîteyên înternetê yên bi kurdî hene. Di vî warî de derfeteke pir baş heye. Pêwiste gelê kurd vê bibîne. Di serdanê xwe yên Kurdistanê de min dît ku kurd bi çanda xwe re mijûlin û dest ji çanda xwe bernedane. Nabêjin qedexe hene. Raste dibe ku astengî hebin lê ji bo pêşxistin û berdewamiya çanda xwe jî tekoşînek tê dayin, bi xwedî derketina çandê ev tekoşîn bi wate dibe. Tekoşîna gelê Kurd ya ji bo pêşxistina çand û wêjaya xwe hûn çawa dinirxînin. Li gor we karên tên kirin besin an na? Gelê kurd ji bo çanda xwe pêş bixe gelek saziyên çandî jî avakirine. Di serdana xwe ya Kurdistanê de min serdana Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn û Nûbaharê kir. Ez bi wan gelekî kêfxweş bûm. Bi saya rêxistinên bi vî rengî çand pêş dikeve. Kurd van derfetên ku bi dest xistine baş bikartînin. Ji bo kurdên ku dixwazin bi çand û wêjeya kurdî re mijûl bibin gelek derfet hatine afirandin. Evna cihê kêfxweşiyê ye. Pêwiste malbat bi zakorên xwe re bi Kurdî biaxifin. Ji bo malbat bi zarokan re biaxifin pêwistî bi ti destûran nîne. Ger malbat xwe li benda dewlet û desturê bihêlin ziman pêş nakeve. Ji bo vê jî ez dibêjim kurd dikarin bi taybet jî malbat bi zarokên xwe re kampanya bi zimanê dayikê axaftin bidin destpêkirin. Ji ber ku zarok pêşeroja civak û çanda kurdî ne û ji bo ev çanda kevnar neyê wendakirin bi zarokan xwedî lêderketin ya herî başe. Çand û wêjeya Kurdî kevnar e. Lê hûn zêdetir bi milê wê yê nûjen ve eleqedar dibin. Li gor we di roja me ya îro de wêjeya kurdî ya nûjen di çi astê de ye? Di nav kurdan de gelek nivîskarên cûrbecûr hene. Dibe ku hemû nivîskar wek hev nefikirin û heman tiştî nenivîsînin. Car caran tiştê cûda dibe bên nivîsandin. Bi vî awayî fikrên nû derdikevin holê. Her dem bi gotinên xweş û şêrîn xeletiyên civakê nayên naskirin û nayên famkirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi her rengê nerînan heye. Di vî warî de wek Ahmedê Xanî jî dibêje “pêwîste mirov riya xwe ya tarî jî bibîne, daku riya çareseriyê bibîne.” Ji bo pêşerojê çi projeyên we hene. Hûn dixwazin di vê derbarê de çi bikin. Di xeyalê we de çi heye? Ji bo li Poloniya li ser çand û wêjeya kurdî kar bê kirin û rê ji ciwanan re were vekirin ji dewleta polonî yan jî ti saziyên cûda ti alîkarî me nedît. Lê di vê çerçovê de ger alîkariya kurdan bi me re nebûya me nedikarî karê xwe ewqasî pêş bixin. Ji bo alîkariya hevalên min ên Kurd bi riya we ez sipasiya wan dikin. Di rojên pêşiya me de emê derbarê çand û wêjeya kurdî de li enstutiyê dersan bidin. Ev yek ji bo me girînge. Ev derfet bi hesanî nehatin bidest xistin. Niha bi baldariyek mezin em li ser vê disekinin. Evna ji bo gelê polonî jî başe. Herwiha ji bo gelê kurd jî pir başe ku çand û wêjaya civaka wan tê naskirin. Li ser çand û wêjeya kurdî lêkolînên me berdewam dikin. Ger em encamên baş di xebatê xwe  de bidest bixin emê di demên pêş de derbarê vî karî de senterekê vekin. Bi vî awayî dê çand û wêjeya kurdî baştir bê famkirin.   

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.