Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 9 October 2009

CEJNA CEMAYA ŞÎXADÎ PÎROZ BE

EM LI SER NAVÊ "NAVENDA ŞÊWIRDARIYA ÊZIDIYAN LI ELMANYA" (Zentralrat der Yeziden in Deutschland) CEJNA CEMAYA ŞÎXADÎ LI HEMÛ HEVAL Û HEVALBEND, ENDEMÊN XWE Û MALBETÊN WAN, CIVATA RÛHANI, MIRÊ ŞÊXAN, EXTIYARE MERGÊ, MICEWIRÊ BER MALA SIXADÎ Û HEMÛ ÊZÎDIYÊN CIHANÊ Û XÊRXWAZÊN WAN PÎROZ DIKIN Û WAN RA SERKETIN, SAXÎ, SILAMETYÊ DIXWAZIN.

Navenda Şêwirdariya Êzîdiyan li Elmanya

Zentralrat der Yeziden in Deutschland
Eidechsenstraße 19, 26133 Oldenburg
www.yeziden.de, [email protected]

Cemaya Şîxadî

23-ê meha îlonê (bi saljimara rojhilatî, ango salnameya yûlîyanî) yan jî 6-ê çirîya yekê bi salanmeya girîgorî cejna «Cemaya Şîxadî ye» û rojên çûyîna ber Lalişê ne. Tê hesibandin, ku rojên vê cejnê bi qedemguhastina Şêx Adî va girêdayî ye, ango wan rojan Şêx Adî terka vê cîhanê kirye û hevraman û şagirtên wî hatine xatirê xwe jê bixwazin. Bi tembî û wesyatên Şêx Adî êzdyan heft rojan şîna wî kir û di gêlî da veşartin. Ji wê rojê û şûnva her sal heft rojan êzdî tên Lalişê û ziyaretî dibin, rêûrismên dînî tên derbaskirin. Êvara qewal şîreta li hazira dikin, rêya rast didin pêşya êzdiyan, qewla dixwînin û tekstên pîroz şirove dikin. Paşê qewal dest bi lêdana def û şibaban dikin û bi deng û awazê mîstîk, kubreke xweş qewla distirên. Rîtûalên (merasîm) sereke roja çarê, pencê, şeşê û heftê ên cejnê tên derbas kirin. Hinek ji wan ji zemanê kevnar ji bawerîyên binecî yên Mêzopotamîyayê gihîştine roja îroyîn. Yek ji wan serjêkirina gay ye li ber quba Şêşims (xudanê Rojê) roja çaran ya cejnê. Ji goştê wî gayî xwarina pîroz – «simat» (şîlan) çêdikin û di nav mêvanên Mala Şîxadî da belav dikin.

Roja pêncan û şeşan rêûrismên ku veşartina cenazê Şêx Adî sîmbolize dikin, tên derbaskirin. Wê rojê darebestê, ya ku cenazê Şêx Adî li ser bûye (dibêjnê «Berê Şibakê»), ji gundê Behzanê tînin Lalişê û tom dikin. Dema tomkirinê têksteke pîroz «Qewlê Texte» tê xwendin û tê da behsa afirandina cîhanê û Textê Xwedê (Kursya Xwedê) tê kirin. Piştî vê şîrnayî û êmîş (fêkî) li haziran tên belavkirin.

Roja şeşan oldarên êzdîyan, feqîr û kesên ji çend eşîrên taybet yên êzdîyan li gel mîr li ber Berê Şibakê disekinin. Hingê qewlbêj qewla dixûnin û paşê bi ava Kaniya Sipî mor dikin di bin melodya def û şibêban da. Berê Şibakê dibin avayê perestgehê û li wir dihêlin. Paşê êzdî yek bi yek diçin ber û ziyaretî dibin. Roja heftan ya dawiyê ye, û gel seredana hevdu dikin û cejna hev pîroz dikin. Li Gelîyê Lalişê dîlan tê girtin û êzdî li ber aqideyên xasa û nîşangehên pîroz ziyaretî dibin. Her yek xêra xwe dibe ber nîşanga babçakekî. Heman rojê rêûrismên siwarkirina «perîyan» tê derbaskirin. Peyva perî tê wateya parçeyekî qumaşî û roja cejnê xizmetkarên Lalişê perî bi ava kaniyê mor dikin û li ber dengê def û şibêban, û dûkela bixûrê tînin hindurê avayê peristgehê. Êzdî perîyan didin ser sere xwe û her yek xêra xwe datîne. Paşê wan perîyan dibine ser qubehê û li raserî wê girêdidin. Para bêtir perî ji sê parçeyên qumaşê yê sê rengan: kesk, sor û zer pêk tên. Xêncî vê, stûnên peristgehê di hindur da jî bi perçeyên rengîn hatine xemilandin û êzdî girêyan li ser çê dikin û mirazê xwe dixwazin. Bi vî awahî pênc stûnên ziyaretê hatine xemilandin: stûnên Melek Nasirdîn, Siltan Êzdî, Melek Fexredîn, Şêşims (Şêx Şems), Melek Şêx Sin. Êvarên her heft rojên cejnê oldarên êzdî dîlana olî «Sema» yê dikêşin û bawermendên amade bi ruhî paqij dibin. Sema rojê jî li ber quba Şêşims (Celsa Şêşims), li ber Kaniya Sipî, û ber avayê Şêx Ebdil Qadir tê kêşandin.

Heft rojan dema Cemaya Şîxadî «sema» tê kêşan. Êvarê, êzdî li hewşa Lalişê ber Derê Qapîyê li «Celsa Şîxadî» kom dibin û her yek cîyê xwe digire, li ser berik û kulavan rûdinên. Oldar li ber dîwarên peristgehê li herdu alyê Derê Qapîyê rûdinên, lê Extiyarê Mergehê, Bavê Şêx û dîwana wî li bin rewaqê da rûniştîne. Qewal pêşberî Derê Qapîyê li cîyê nîşangeha Pîrê Kemal di cîyê xwe da rûniştine û hazirya xwe ji bo qedandina wacibê xwe dikin. Yek ji oldaran radibe û ji qewalan hîvî dike, ku ew dest bi mishebetan bikin û rêya dîn nîşanî hazira bikin. Paşî mishebetê dema kêşana «Semayê» tê, feraş diçe hindurê peristgehê û çirayê «çeqeltûyê» dertîne, ji bo ku li nava hewşê li ser çirayê merîfetê hilbike. Qewal bi def û şibaban dixin, feqîrê bi xerqe diçe peristgehê û «Tac û hilê» Şîxadî li xwe dike û ji Derê Qapîyê va derdikeve. Hemû radibin ser pêyan. Feqîr bi dest û pêyaê xwe hereketên (livandinên) mîstîkî dike. Destê rastê dide ser mile xwe yê çepê û hêdî hêdî dibe ser destê çepê. Herwisa gavekê davêje û lingê çepê hêdî-hêdî digehîne yê din. Ev livîn paqijbûna dil sembolîze dikin. Herweha Sema wek dîlana mileyketan (firêştêyan) jî tê hejmartin. Pey feqîr ra oldarên semakêş tên û ew jî mîna wî dilivin. Qewal rîtma mûzîkê zêde dikin û gotinên (têkst) pîroz dibêjin. Ji nav gelê amade car bi car merivek dike gazî: «Hole Hola Siltan Êzdî ye!», «Hola Tawisî Meleke!» Çaxê feqîr nêzîkî qewalan dibe, rêza din bi pêşîkêşiya Pêşîmamê Bavê Şêx û Bavê Şêx dû feqîrî va diçin û semakêş dibin du rêz. Wisa sê caran dora çirayê (çeqeltu) dizivirin, paşê jî feqîr ber Derê Qapîyê disekine, û semakêş yek bi yek pey wî di rêzê da disekinin. Pey vê ra feqîr li ber derçika Derê Qapîyê ziyaretî dibe û li ber dergeh disekine. Pey wî ra semakêş jî wisa dikin, û li tac û hilê Şîxadî jî ziyaretî dibin. Xelkê amade jî dide dû wan û ziyaretî dibe. Peyva «Sema» cem êzdiyan tê wateya «reqasa pîroz».*

(* Têksta peşgotinê ji albûma (pirtûk) „ Lalişa Nûranî- Perestgeha êzidiyan", Yekaterinburg / Rusiya, 2008)

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.