Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 19 August 2009

Van rojên dawiyê ji nişka ve em û Tirk li hevûdu germ bûn. Çi bû, çi qewimî, kê em li hev germ kirin, mesele çiye em baş nizanin. Ronakbîrên me yên îlelebed wekî her carê evcar jî eqil dan me, riya me rohnî kirin.

Ji me re gotin "de îcar jî bi gotina me bikin. Jixwe ti şanseka we jî nîne. Me serê kaniyan bidest xistiye, gora dilê xwe avê didin. Hûn ê her û her berdestên me ronakbîrên zimantirk bin". Nexşerêyan çêdikin, şîretan li me dikin. De bila bikin, çer hebe pişta me hatiye şikestin.

Hûn ê bibejîn siyasetmedarên Tirk, artêşa Tirk, çapemeniya Tirk şareza bûne, hatine îmanê. Hûn ê bibêjin Ertugrul Ozkok ê ji gerîllayên jin re digot "terorîstên mê" bûye rojnamevanekî normal. Behsa çareserkirina "kêşeya Kurd" dike, pesnê me dide.

Erê, em mecbûr in bi Romiyan (Tirkan) re bibin bira. Lewra pirraniya partiyên me Bakuriyan, pêşengên me zimantirk in, ruhtirk in. Ibrahîm Guçlu bi wê emrê xwe hêj jî lê digere ku çend kelîmeyên Tirkî bixe nava zimanê Kurdî. Bala xwe bidine nivîsên wî, serê wî jêbikin nabêje otonombûn, dibêje ozerkbûn. Eva jî bila bimîne bo nîvîsareke din.

Temam em bibin bira lê gelo Tirk biratiyê bi me re dixwazin?

Temam em nexşerêyan bipejirînin lê gelo Tirk bi ya xwe dikin?

Temam em werin teslîmê çengên bi rehm ên Roma Reş bibin, ma gelo ew me hembêz dikin?

Temam û temam.

Ca hela carekê jî guh bidin dîroka Kurd, serhildanên Kurd, stranên Kurd. Hema guh nedin qet tiştekê Kurdan, tenê guh bidin xelkên cîhanê. Ka çi dibêjin bo Tirk û baweriya bi Tirkan.

Bi sedan gotinên pêşiyên me bi neyînî behsa Romiyan (Tirkan) dikin.

[b]Hin ji wan:[/b]

- Bextê Romê nîne.

- Rom xayîn e.

- Rom kûçikê bê dûçik e.

- Rom neyar e, Osmanî koremar e.

- We Romiyek (Tirkek) dît an bikujin an jî birevin.

- Rom-Tirk bêbav e, Ereb ji me re nabe.

- Nanê Tirkan li ser çokên (jinû) wan in.

- Tirk bi hîz in, bi xap in û nan li ser qap in.

- Rom-Tirk û qanûn, Ereb û paqijî.

- Mêraniya Tirkan ji hovîtiya wan, sincê wan ji rovîtiya wan tê hwd.

Hûn ê bêjin ma bi sedan salan in di navbera me û wan de pevçûn heye, hestên me li gel hevûdu ne xweş in û ev jî normal e. Dibe ku mafê we jî hebe. Lê ne tenê em, pirraniya cîhanê jî wekî me derbareyê Tirkan de wiha neyînî difikirin.

[b]Hin ji biwêj û gotinên bo Tirkan ên gelên din[/b]

- Ji Xwedê re hezar şikir be ku ez Tirk neafirandime (Fars).

- Mêvanê herî nexwestî ji Tirk-Tatarek xirabtir e (Rûs).

- Piştî ku Tirk hatin welatê me, mişkên ser sergoyan bûn şeş-ling (ango ji bo beriya Tirkan xwe bigihînin çopan diviyabû zû bimeşiyan, çar-ling têra wê nedikir - Alman)

- Bi Tirkan re derbaskirin, ji derbaskirina ser Dîwarê Berlînê dijwartir e. (Alman).

- Tork-e khar, ango "Tirkê ker" (Fars).

- Bestemmia come un Turco, ango "wekî Tirkan dijûndan", puzza come un Turco, ango "wekî Tirkek bêhngenîbûn", Mamma li Turchi!, ango "Mama Tirk hatin!" (Îtalî)

- C'est un vrai Turc, ango "Tirkekî xas e", ji bo mirovên nebaş û hov tê bikaranîn (Fransî)

- Εγινε Τούρκος από το θυμό του ango "hêrsa wê ew kir Tirk", ji bo mirovên nikarin xwe kontrol bikin, nayên şarezayiyê û hov in tê bikaranîn (Yewnan)

- Turco, dema Spanyolî bixwazin ji yekê re bêjin "Tu bêhiş, hov û paşdemayî yî", ji wê re dibêjin "Tu Tirk î!"

- Türkten evliya, koyma kapiya, ango "Ji Tirkan ewliya ye, ji derê xwe dûr bigire", ev gotina han a Osmaniyan bo Tirkan e. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, viya kirin Kurd û ji bo Kurdan bikaranîn. Orgînala wê bo Tirkan e. (Osmanî)

- Etrak-î bî îdraq, ango "Tirkê bê-fehmkirin, bêîdraq" (Osmanî)

- Liegt ein Turke tot in Keller, waren die deutschen wieder schneller, ango "Meytê Tirkek li jêrzemînê ye, dîsa Alman ji Tirkan bileztir bûn". (Almanî)

- Getürken, "wekî Tirkek, Tirkîzebûyî", ji bo mirovên guh nadin qanûnan, xelkê aciz dikin û hov in tê bikaranîn.

- Dayikên Ermeniyan zarokên xwe bi hatina Tirkan didin tirsandin.

- Mela jien xi Tork, jew? ango "Ma çima qey ez Tirk im? (Maltayî)

- Sint som en tyrker, ango "bihêrs, hov wekî Tirkan". (Norwecî)

- Măi, turcule, ango "tu Tirko" (Romanî)

- Õ°Õ¸ Õ©Õ¸Ö‚Ö€Ö„ Õ¹Õ¥Õ½?! ango "ma tu Tirk î çiye?!" (Ermenî)

- Eruit zien als een Turk, ango "dinêre wekî Tirkek" (Holandî)

Herwiha dibêjin gelek gotinên Gurciyan, Azeriyan, Îngîlîzan û Çîniyan ên wiha neyînî jî hene. Heger kesên Îngîlîzî dizanin vana berhev bikin dê em ê jî bizanibin.

Oldarê mezin ê Austriyayî Johann Faber (1478 - 1541) gotiye "Nîjadek din ê bê-rehm û bê-kûltûr ê wekî Tirkan nîne ku ji her temen û cinsê zarok û pîran bikuje, heya bigire zikên jinên bicanî biqelişînin".

Di sedsala 16emîn de li Ewropayê derbareyê barbariya Tirkan de nêzîkî 2.500 pirtûk hatine nivîsandin (1000 ji wan tenê li Almanyayê hatine weşandin). Di van pirtûkan de Tirk wekî "qewma ku bi xwînê û talanê dijî" tê şayeskirin. Hin ji van roman in ku nivîskaran fantaziyên xwe vegotine.

Piştî hatina Tirkan a Balkanan, îmaja Tirkan li wir jî gelek xirab bûye. Dibêjin bi dehan stranên Makedonan, Bulgaran û Slavên herêmê hene ku behsa zilmkariya Tirkan dikin.

Philipp Melanchthon ê hevalbendê reformîstê mezin ê ola Xrîstiyaniyê Martin Luther e, Tirkan wekî "Cihûyên sor" binav kiriye. Melanchthon bal dikişand ser hevpariya çanda Tirk û Cihûyan (sinnet hwd) û ferqa Tirkan ji Cihûyan jî wekî "xwînxwarî" dida nîşandan. Ango Tirk Cihûyên xwînwar in, digot.

Martin Luther jî Tirkan wekî "cezayê Xwedê bo gunehkaran" dida nasandin. Di pirtûka xwe ya bi navê "95 Angaşt" a di sala 1518'î de çapkiribû de, Tirk wekî cuzzam, erdhej, weba û şer yek ji cezayên Xwedê bo mirovên gunehkar dida nîşandan.

Gelek olnasan digotin bêjeya Tirk ji "torquere" tê ku wateya xwe êşkence ye. Hinekan bingeha Tirkan digihandin Skîtan kû bi êrîşkariya xwe dihatibûne nasîn.

Îmaja Tirkan bi şaşî navê Îslamê jî xirab kiriye. Ji ber ku Tirk misilman bûn û heya Ewropa hatine, îmaja Îslamê jî gelek xirab bûye. Bi taybetî di çanda Swêdiyan de dibêjin gelek mînakên wê hene. Sîmbola Îslamê heyva teze ye. Di serdema navîn de gelek caran vê sembola han şibandine "şûrê bi xwîn ê Tirkan".

Di pirtûka "Tewanên organîzebûyî" ya Cyrille Fijnaut û Letizia Paoli di sala 2004'î de çapkirine (Yekîtiya Ewropa û têgihên derveyî, Rewş û polîtîkayên kontrolê, rp. 206) de, bi dûr û dirêj behsa dîroka neyînî ya Tirkan tê kirin.

Di pirtûkê de wiha tê nivîsandin "Di dema Selçûkî û Osmaniyan de qewmên Îranî, Gurcî û Slavî serdest tên girtin, Tirk û Tirkomen tên binpêkirin. Tirkî zimaneke bênirx ê xelkê bû. Selçûkiyan nivîsîne ku Tirk derfetê bibînin êrîş û talanê dikin lê heger dijmin êrîş bîne ser wan jî direvin".

Dîroknasê navdar ê Osmaniyan Naîma, ji bo Tirkan têgihên wekî Tûrk-î bed-lîka (Tirkê bed-rû, nerind), Nadan Tûrk (Tirkê cahil) hwd bikar tîne (pirtûka bi navê Serhildanên Anatolyayê).

Voltaire derbareyê Tirkan de wiha nivîsiye:

"Dîktatorên jinan, dijminên hunerê"

David Lloyd George, serokwezîrê Brîtanyayê yê berê di sala 1914'î de Tirk wekî "nexweşiya şêrpenceyê" binavkiriye.

Şoreşgerê mezin ê Yewnanistanê Eleftherios Venizelos gotiye "Heger Ewropa têkilî bi Tirkan re dayne, dê Tirk me bişînin cihên ku em ji dayika xwe bûne. Wan pêncsed salên dagirkeriya Balkanan de Şeytan dan fedîkirin".

Rojnameya Amerîkayî New York Tribune di sala 1919'î de bo Tirkan wiha nivîsandiye "Tirk ji berê de parazît in. Niha jî hovên şarezayiyê ne"

Avakerê neteweya Tirk û îdeologiya Tirkperweriyê Ziya Gökalp bi xwe jî, gelek caran bo Tirkan "Tirk ker in" nivîsiye. Tê zanîn Gokalp bi eslê xwe Kurd bû û tevlî Komkujiya Ermeniyan bûbû, ji ber komkujiyê ji aliyê Brîtaniyan ve li Girava Maltayê hatibû girtin.

Herwiha di çanda rojavayê, Çînî, Balkanî, Qefqasî de Tirk wekî "barbar" hatine binavkirin, wisa cih girtine.

Gelo me heya mirov ji aliyê pêximkeriyê û aboriyê ve xurt nebe, kê guh dide mirov? Aya riya rast ne ew e ku em Kurd bo yekîtiya neteweyî nexşerêyan çêbikin? Hûn çi dibêjin?

19'ê gelawêjê 2009

[email protected]

Êlxan Penaber

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.