Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 8 August 2009

[b]Çiye Statîstîk[/b]

Statîstîk navê beşeke zanistiyê ye. Ji bêjeya Îtalî Statista (zilamê dûgelê-dewletê, polîtîker) bingeha xwe girtiye û bi pirtûka Gottfried Achenwall ê Alman a ku datayên dewletê diweşand, Statistik (1749) navdar dibe . Cara pêşîn di sedsala 19emîn de ji aliyê Sir John Sinclair ve bo zimanê Îngîlîzî tê bikaranîn. Ketiye zimanê Kurdî jî û tê wateya "bi hesabkirin, bi hejmarkirin". Wekî beşekî zanistiyê, bi rêbazên zanistiyê li bersivên daneyên armancên peyîtandî digere.

Îro ji saziyan heya dewletan hemî pêdivî bi encamên statîstîkê dibînin. Statîstîk ji bo tiştinên nayên zanîn tên kirin. Mirov bi hejmara, mîqtara tiştekê nizanibe, bi rêbazên zanistiyê dikare lê bigere û bibîne. Herçendî yê Kurdan saziyeka wan ê statîstîkên neteweyî nebin jî, Kurd jî hewcedarê daneyan e. Em hemî daneyên xwe ji kanên dagirkerên Kurdistanê yan ji yên navneteweyî digirin.

[b]Gelo bawerî dibe?[/b]

Heya vir tişteka nayê fêhmkirin nîne. Em hemî jî pê dizanin. Tişta ku em nizanin, an dizanin lê guh nadinê, pêbawerbûna encaman e. Ango me statîstîkekê xwend em pê bawer dikin lê nafikirin gelo kê ev kiriye, bo çi kiriye û çendîn rast e.

Erê, dewleteka Kurdan nîne. Welatê me hatiye dagirkirin û bindestkirin. Zimanê me, hebûna me, jiyana me hatibû qedexekirin. Me çendîn serhildan çêkirin jî hêj negihîştine azadiyê. Rêxistinên me, enstîtuyên me, rewşenbîrên me hwd çê-xirab hebin jî heya niha xizmeta hewcedariyên me yên neteweyî nekirine. Ji ber wê, heya niha saziyên me yên bingehîn ên neteweyî jî, ji xwe nînin. Bi gotineke din, em mecbûr in an mecbûr hatine hîştin ku li devê xelkê binêrin, ji statîstîkên xelkê sûdwerbigirin.

Werin em li ser şerê Îsrael û Filistiniyan mînakê bigerînin. Îsrael dewleteke cidî û rûniştî ye. Xwedî hemî saziyan e û heya dawiyê ji zanistiyê sûdê werdigire. Li dijî HAMAS û hêzên din ên Filistîniyan bi tundî şer dike. Herdu alî jî dixwazin dijminê xwe ji holê rabikin. Ji bombeyan heya şerê psîkolojîk, di hemî qadên jiyanê de bi hev re şer dikin. Niha aya çiqas bibawer e ku Îsrael statîstîkên xwe yên bingehîn bide Filistiniyan? Çiqas bibawer e ku Îsrael hejmara tankên xwe, nêrînên hevwelatiyên xwe, hejmara leşkerên li Aşkelonê hwd bide Filistîniyan?

Helbet bawerî nabe û ne realîst e. Sîxurî ango îstîxbarat bi du eniyên sereke tên kirin; Wergirtina/bidestxistina agahiyan û belavkirina agahiyan. Herdu eniyên îstîxbaratê bi qasî hevûdu girîng in. Her welatek xwedî saziyeke sîxuriyê ye û hemî jî li pey bidestxistina statîstîkan/agahiyan in. Heger statîstîk nehatibana veşartin dê hewceyî bi KGB, CIA, MOSSAD hwdê nebana.

Dîsa her welatek xwedî saziyeke statîstîkê ye. Ji nifûsa hevwelatiyan bigire heya nêrînên wan, li ser hemî pêdiviyên dewletê xebatan dikin, statîstîkan berhev dikin. Van agahiyan di kurnekê de kom dikin, didin dewletê. Dewlet gorî daxwaza xwe wan bikartîne, ji bo ku welatên din pê nizanibin agahiyan diguherîne û bo raya giştî belav dike. Ango agahiyên bo rayagiştî tên dayîn, li moxilê û heya bigire li bêjingê hatine xistin, ne rast in. Kes bi wan naxapin, tenê rebeno em Kurdên Bakur ji xwe re pê hewîniya xwe tînin, dixapin.

[b]Statîstîk jî yek ji çekên şer e[/b]

Kurdistan ji şerê cîhanê yê yekemîn vir de bêî vîn, bêî desthilatiya neteweyî ye. Kurdistan bûye sufreya guran û hirçan. Hemî welat û hêzên dinyayê li ser me polîtîkayên xwe dimeşînin, gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Tenê em wisa nakin. Tenê em nizanin ka berjewendiyên neteweyî çi ne. Herwiha hemî welat û hêz jî, derbareyê Kurdan û Kurdistanê de statîstîkên gorî berjewendiyên xwe belavdikin.

Nexşeyeka Kurdistanê ya standart nîne. Her hêz gora dilê xwe nexseyekê ji me re çêdike. Her hêz gora dilê xwe nifûsa Kurdan kêm an zêde dide nîşandan. Çend salan berê CIAyê gelheya Bakurê Kurdistanê li dora 12 milyonî dabû nîşandan. Di salên 80'î de, beriya ku YKSS (Sovyeta berê) belav bibe dewleta Bulgaristanê hejmara Kurdên Bakur 12 milyon dabû destnîşankirin. Kîjan rast e gelo? Bîst sal berê jî 12, gelo qet zêde nabin?

Çendeyekê berê saziyeke Tirkan gorî berjewendiyên Dewleta Romê statîstîkên Kurdan amade kiribû. Zanayên me wekî her carî xwe avêtin ser van statîstîkan û hatin xapandin. Kesî negot ma çima di destpêka 90'î de Turgut Özal hejmara Kurdên Stenbolê wekî 3 milyon dabû nîşandan û piştî ewqas koçberiyên ji ber şewata gundan, hejmar daketiye binê 2 milyonî.

[b]Xebateke aktûel[/b]

Weqfekî YDAyê ya bi navê United States Center for World Mission (USCWM ), van rojên dawiyê, encama xebatên xwe yên li ser Kurdên Bakur û Dewleta Romê diweşîne. Malpera Rizgarî Online viya wekî nûçe da. Li gor wê nifûsa tevayî Tirkiyeyê 74 milyon û 398 hezar û 700 e. Ji vê hejmarê 20.8 %'ê wan kurd in. Ango Kurdên Bakur (Kurmanc û Zaza) 15 milyon û 426 kes in. Ji 15 milyonî nêzîkî 14 Kurmanc, 1 û hinek jî Dimilî ne. Ji 15 milyon Kurdî 5 milyon bi Tirkî diaxivin. Ango her ji 3 Kurdan 1 bi Tirkî diaxive, assîmîle bûye.

Rizgarî Online wiha didomîne: "Ji bilî vê yekê, li gor raporê, jimara kêmneteweyên din yên ku li Tirkiyeyê dijîn, weha hatine dayîn: 1.8 milyon Ereb, 910 hezar Çerkes, 620 hezar Fars, 540 hezar Ezerî, 410 hezar Gagawûz, 331 hezar Pomak, 328 hezar Bulgar, 151 hezar Laz, 76 Ermenî, 28 hezar Sûryanî, 14 hezar Rûm û 13 hezar Cihû".

[b]Xêra xelkê ji mirov re nabe[/b]

Wekî remlavêtinê, falvekirinê ye. Pê bawer nekin lê bêî wan jî nekin. Li statîstîkan binêrin, pêderbixin ka xelk ji me çi dixwazin. Pêderbixin ka dijmin dixwaze me di çi rewşê de bibîne. Mirov bi dijminê xwe nizanibe, nas neke, nikare serî pê re bikişîne. Ti carî bi wan bawer nekin û jibîr nekin ku van statîstîkan me çênekirine, xelkê çêkirine.

Bi ya min hejmara Kurdan zêdetir e. Beşekê mezin ji Kurdên Bakur assîmîle bûne. Li li pirr cihên perên Derya Naverast, li gelek cihan hejmara Kurdan ji etnîsîteyên din zêdetir in. Li Stenbol û Marmarayê Kurd xwedî gelheyeke mezin in û di paşerojê de dikare bo wan otonomî were xwestin.

Ewçend enstîtûyên Kurdan hene hêj nikarin nexşeyeke standart a Kurdistanê çêbikin. Hêj nikarin hejmara Kurdan bipîvin, projektan bo pêşîlêgirtina pişavtinê bikin. Xwelî li serê wan be. Navê wan enstîtû ne. Zanistiyê na lê siyasetê dikin. Ketine bin siya partiyên statûkoparêz û egoîst, pêşbirka "bijî" lidardixin.

Tenê dîasporaya me dikare bi hêz û keda xwe saziyên bingehîn ên neteweyî ava bike û şertên dinyayê bo wê dest didin. Tenê enstîtûyeke me dikare li ser statîstîkên rastî yên Kurdistanê xebatan bike. Dijmin destûrê nede jî gelek rê hene. Lê nakin. Naxwazin bikin jî.

10'ê rêbendanê 2009

[email protected]

Êlxan Penaber

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.