Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 5 December 2008

Ev demek e; em gengeşîya di navbera Apo û Beşîkçî de li ser rûpelên internetê dixwînin. Ka em dê bibînin, ev gengeşî dê çewa bidome. Ez ji dixwazim li ser bingeha tecrûbên xwe çend gotina ji vê gengeşîyê re bibêjim.

Ji boy minakek be, min dibe, bi destura we, li ser jinekê bîranînê xwe bibêjim.

Di sala 1986 min li Amedê dest bi xwendina zankoyê kiribû û wê salê û di salê duvre jî berxwedana zîndanan dom dikir. Ez û çend hevalên xweyî xwendevan jî me di kiryarên rojiyên birçîbûnê de piştevanîya girtîya dikir.

Di wan kiryaran de min Leyla Zana û Salîhe Şenerê naskir. Wê demê Leyla Zana ne jinek wisa bi pêşde bû; lê belê Saliha Şener bi kiryar û bi rengê berxwedana xwe tim di rêza pêşî ya kiryaran de bû.

Bi rastî rengê berxwedana wê jina bi rûmet bandorek mezin li derdorê û li ser kesên nêzî xeta berxwedanê dikir. Ji ber salîhaya diya Mehmet Şener ( min wî qet nedîtiye ) wan salan bibû sembola berxwedanê.

Dema sala 1990 ez tevlî nav refên gerîlla bûm û ez li akademîya Mahsum Korkmaz bûm; kongra 4. hatibû kirin û Mehmet Şener hatibû girtin û duvre ji girtîgeha partîyê revîyabû. Rojekê Apo hat akademîyê û bi hêrsek mezin gotinên gelkî xerab, dujîna bi Şener dikir û heta bi şener tenê ne dima dujina bi Salîhayê jî dikir û digot:

'eger ku ev bireve û têkeve....diya xwe jî em dê wî bigrin û ceza bikin.''

Her yek ji me, yên ku li wir bûn, jî didît ku Şener xayînekî pir mezin e.

Çima me wisa didît ?

-ji ber apo wisa digot

Apo çi digot ?

Apo digot:

''Şener xayin e. Şener dixwaze partîyê têxe destê xwe. Şener kongra 4. ji xwe xistiye bin bandora xwe. Serê tevekê merkezîyê me şuştiye hwd''

Belê Xocê delal Îsmaîl Beşîkçî, wê demê ne min û ne jî hevalekî li vê derê tu pirs nedikirin '' gelo Şener bi çi hewayî xayintî kiriye'' lê belê em tev gihîştibûn wê encamê qaşo ew xayîn e.

Bi rastî wê demê ez ne mîna niha difikirîm. Ma gelo çima ez ne mîna niha difikirîm ? An jî çima min ramanek azad tunebû an jî beî ku ez pirsa bikim min bi her hewayî piştevanîya Apo dikir.

Belê Îsmaîl Beşîkçî, hêj jî yên ku beî ti pirsî bikin û li ser qasek kurt bifikirin Apo diparêzin û Apo êrîşî kî û kîjan ramanê bike, ew jî êrîş wî û wê ramanê dikin, hene.

Ma gelo ev çima wisa ye ?

Dema ez dîsa li ser halê xweyî wê demê hûr bibim, dikarim bibêjim; wê demê mîna hezkirîyekî ku bi rengê hezkirina platonîk hezdike, ez bi Apo û pkk've girêdayî bûm. Mîna em dizanin rengê hezkirina platonîk, an jî rengê girêdana platonîk bi çavkorî ye.

Yanî em bi îdeala Kurdîstanek azad û serbixwe, bi evîna welatek ji 4 perçan çêbûyî ketibûn nav refê şoreşê û refê şorêşê jî ti îmkanên ramana azad nedida me, lê belê li dijî vê ramana azad berbend û qedexe dikir.

Ji xwe paradoksa me jî li vê deverê ye. Rengê girêdana me ya platonîk Apo' yekî mîna niha, yê ku ti kesî û ti ramanî di nav refê xwe de napejirîne; lê belê ramanê dijminê xwe dipejirîne.

Dema ez çûbûm nav refên şoreşê em xwendevan bi ''kemalîzm''ê dihatin gûnehbarkirin. Ji me re digotin:''we di xwendegehê komara Tirkî de xwendîye û hûn bi fikrên kemalîzm ê mezin bûne, ji ber vê yekê jî divê hûn xwe ji wê ramanê bişon.''

Mîna ku em niha dizanin Apo her heftî peznê kemalîzmê dide û ti kes ji nav pkk napirse û nabêje:Çima tu vê jarîyê berdidî nav me ?

Di vir de dîsa ramana ne azad dixûyê. Ji xwe di nav pkk de ti kesê ku bikare Apo rexne bike tuneye. Gotinê Apo ''mutlaq rast '' û mîna fermana têne pejirandin. Ji ber vê rastîya çewt tu wateya kongra û konferansa di nav pkk de tuneye.

Tenê di kongra 4. de Şener gotiye bila bûtça pkk bête dîyarkirin ji kongra pkk're û daxwaza xurtkirina berxwedana sivîl kirye uhwd.. Apo vê yekê mîna êrîşa tevrî mezin ji bo xwe fêhm kiriye. Ji xwe Şener ji ber ramanên xwe yî cuda hatiye kujtin. Heta Apo û pkk ji ber wî, diya wî yî kedkar jî ji refên şoreşe îzole kirine.

Bi rastî bi nerexnekirina Apo, ya di nav refê pkk de, em pkk yî ye kevn û bi me re jî gelê kurd pêşeroja xwe êxistiye talûkek mezin de.

Belkî we jî xwendibe Cemîl Bayik û serokên pkk yên dî di gotarên xwe yên ji bo sersala pkk de digotin: '' di van 30-35 salên davîde pkk gihîjtiye armancên xwe.''

Ma gelo pkk gihîjtiye kîjan armancên xwe ?

Armanca pkk ya mezin rizgarkirina kurdîstanê bû û damezirandina Kurdîstanek serbixwe bû. Ma gelo divê em pirs nekin,

Birêz Cemîl Bayik ka ye Kurdîstana serbixwe ?

Berî çend sala me li ser navê pkk û Apo li ser navê serokatîya vê ji hêzên başurî re digotin :''reformîst''

ji ber wan daxwaza Kurdîstanek federal dikirin û me ''qaşo'' daxwaza Kurdîstanek serbixwe dikir.

Û niha ew daxwaza Kurdîstanek serbixwe dikin dîsa Apo bi navê serokatîya pkk rexne li wan dike û dibêje:''ew bi emperyalîzmê ve girêdayîne''

Ma birêz Apo bi emperyalîzmê ve girêdayî bû dema wî û kongrê pkk daxwaza serxwebûnê dikirin. Di van hedefên xwe de pkk 180 grad berê xwe guhartîye. Ma gelo di kîjan kongre û konferansan de ev biryar hatine danîn ?

Tevekên van biryaran Apo daye. Apo berê pkk 180 grad guhartîye û hêjî ew û Cemîl Bayik dibêjin pkk gihîjtîye armancên xwe.

Ka kîjan armancin, yên ku pkk xwe gihandiyê ?

Belê birêz Îsmaîl Beşîkçî ti kes nikare van pirsa di nav pkk de bike.

Kî van pirsa bike ew dê bê hûnda kirin û her kes di nav pkk de vê yekê dizane. Ji alîyekî ve hezkirinek platonîk di nav pkk de ji Apo re heye û ji alîyê din ve jî her kes dizane ku dema ew rexna li Apo bike biryara tunebûna xwe jî dide.

Çerçovek wisa di nav pkk de heye, ev çerçove jî nahêle ramanên azad di nav pkk de gengeşîya hev bikin û hev pêş bixin. Pkk jî ji xweydana berxwedanvanên Kurdîstanê çêbûye. Keda zîndana ye. Keda şervanên bênav e. Keda Salîha Şener û wan dayikên dî ye.

Ya tewrî çewt jî Apo artêşeka mîna pkk li ser axa Kurdîstanê ji girtîgehên Tirkîyê bi rê ve dibe. Hêj di vî halî de jî serwerîya Pkk û Hpg ji destê xwe bernade. Û em rewşenbîrê Kurd dixwazin bawer bikin ku ew bi ramanên azad serwerîya me dike !?...

Heta îro tu kesê ku di nav pkk de bikare pirsa li ber gotine Apo deyne tune ye. Em dev ji Apo berdin tu kesê ku biwêre cemîl Bayik bi rengê ramanê rexne bike wê tunebe. Ji ber her kes dizane dema rexne bike ew dê çi were serê wî/wê.

Di wirde rengê nezîkbûna kadir û alîgirê pkk û Apo divê bê nîqaşkirin. Ji ber ev reng pirsa nake û bi rengek çavkorî girêdayî ye. Giredayîbûn diva ku bi Kurdîstanê û gel û azadîyê re bûna. Lê belê girêdayîbûnê me şaş hatine girêdan.

Mîna mînak berî 10-15 rojan kongra netewî ya Tîbet kom bû. Di vê kongra netewî de tevekên partîyê Tîbet hebûn. Wan teveka bi rojan li ser şerê çekdarî nîqaşê kirin û birayar dan ku wê heta kongreyek nû şerê çekdarî nekin. Tîbet di sala 1974 de şerê çekdarî dane sekinandin. Dîsa li ser serokatîya Dalaî Lama gotûbêj hatine kirin û biryar hate dayîn, heta kongreyek nû ew serwerîya dalaî lama dom bike. Dîsa kongrê biryar da, maf bide Dalaî Lama da ku ew li ser navê gelê Tîbetê gotûbêja bi Çînê re bike.

Belê pirsgirêkek mîna Tîbet, serwerîya wê bi îdeolojîya ola bûdîzmê ve girêdayîye bi vî rengê kongre netewî hêza xwe bi rengek demokratîk tevgêr dike. Lê belê Apo dibêje wî '' marx, lenîn û mao derbaskiriye'' û doza Tirkîyek demokratîk dike, tevgêrek mîna Kongra netewî ji me re nedane damezirandin. Dîsa parlamentoyek a Tîbetîya ya li surgûnê heye. Parlamentoya me jî ya li surgûnê hebû; lê belê Apo digot: doza serwerîyê li min dikin.

Û ew ji hev belav kir.

Ma gelo çima kongra me yî netewî tuneye ?

Ma gelo çima parlamentoyeka me li surgûnê tuneye ?

Kî van tevgêrên netewî ji hêz xist û ji hev belav kir.?

Li ser van mijara daxwazê ji birêz Beşîkçî dikim ku ew ramanê xwe bibêje.

Binêrin Apo li ser navê zanebûnê û materyalîzmê diaxive rê li ber digre ku dezgehên me yî netewî werin hebûnê. Lê belê Dalaî Lama'yê bi ola bûdîzmê ve girêdayî rê li ber dezgehên netewî vedike û wan xurt dike.

Di virde divê beî ku em bi îdeolojîya marx an jî yan bûda bînin ber hev divê em xwe û Tîbetîyan re bînin ber hev. Tirkîye ji Çînê ne bi hêztir e; lê belê tevgêra Tîbetîya ji hêla tevekê dinyayê ve tête pejirandin. Ev jî hinek ji rengê tevgerbûna wan û demokratîya nav wan tê...

Divê em karibin bi rêya dezgehên netewî hêzê bidin serokan û karibin ji wan bistînin jî.

Bengîn Xerzî

04.12.08

[email protected]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.