Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 13 November 2008

Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî vegera KURDİSTAN

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî îro gihijt balefirxana Hewlêrê û kongireyek rojnamevanî saz kir. Serokê herêmê di evê kongireyê de behsa encamên dîdar û kombûnên xwe yên bi berpirsên mezinên Amerîka û Ewropa re kir û holê da zanîn, ku ev serdana min gelekî pozetîv bû. Di bareya serdana xwe de ya ber bi Amerîka ve, serokê herêmê got ku ewan gelek dîdar pêk anîne û derfetek baş ji bo dîyarkirina rewşa kurdistanê ji wan re hebû û got, ewan dilgiranî li nik Amerîka nehiştin û ev dilgiranî di evê dawîyê de dirist bibû.

Di bareya serdana xwe de ya ber bi Fransa ve jî serokê Kurdistan got: me di ewê serdanê de dîdar û kombûn bi dostê xwe yê kevn Bernard Koçner re saz kir. Ev derfetek baş bû, da ku em bikaribin bi rêya Fransa ya ku niho serokatiya demê niho yê Yekîtiya Ewropa yê birêvedibin, peywendîyên baş bi welatên Ewropa re saz bikin.

Di derbarê serdana serokê Turkiye Ebdullah Gul de ya ku diviya bibe, serokê herêmê got: berî ez biçim Amerîka, min du dîdar bi nûnerê serokê Turkiye re kiriye. Bi min weha ye, ku perdeya dilgiranîyê di navbera me û Turkiye de nemaye.. em dê pêşwazîya Ebdullah Gul bikin, heger ew ji bo xurtkirina peywendîyan serdana herêma kurdistanê bike.
Îsmaîl Girikî

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.