Zimane netewi: çawa ?

Xebat · 21.04.2008 · 2 görüntülenme

[url=http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=5177&Itemid=1]PUKmedia
2008-04-21[/url]

Hejmareke nivîskar,edîb û akademîsyenên kurd ên kurd,daxwaza standartkirina zimanê kurdî û bi fermî nasandina zaravaya kurmanciya naverast wek zimanê xwendin û nivîsê di herêma Kurdistanê de dikin û ji bo vê armancê jî daxwaznameyek aresteyî hikûmet,parlamento û partiyên herêma Kurdistanê kirin.

Li gor daxwaznameyê ku ji aliyê 53 kesan ve hatiye îmzekirin daxwaz ji serokê herêmê,civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê û parlamentoyê dikin ku di asta hestiyariya qonaxa îro ya kurd da bin û şêwezara kurmanciya naverast ji hêla gramer,rênivîs û bikaranîna giştî ve bi fermî bê nasîn.

Di daxwaznameyê de tê gotin:“ Zaravaya kurmanciya naverast êdî lehceyeke lokalî û mîllî nîne belku zimanê hezaran pirtûk û sedan rojnameyan e û êdî dibe zimanê fikrî û bîrkirinê jî.

Di dawiya daxwaznameyê de tê gotin:“ Pêşniyar dikin:

Yekem:Bi yasayek biryar bê dayîn li ser bi fermînasîna şêwezara kurmanciya naverast,wek kevirê bingehê zimanê standart yê xwendin û muameleya navbeyna dezgehên hukmî.Hevdem li gorî heman biryarê dikare qutabî û xwendkar bên pêbendkirin ku di programa zimanê kurdî de aşnayetiya temam digel hemû şêwezarê din zimanê kurdî de peyda bikin ji bo zemînexweşkirin bo nêzîhevûdukirina şêwezarên cihê.

Duyem: Bi yasayeke hevpêç biryar bê dayîn li ser damezrandina enstîtûyeke neteweyî (yaxûd zanko û dezgehên zanîstî bên wezîfedarkirin) ji bo lêkolîn,saxkirin û erşîvkirina hemû şêwezarên zimanê kurdî û pêşkêşkirina pêşniyarên berdewam bo têkelkirina zimanê fermî bi zaraveyên kurdî ên din.“

Çend navên girîng ên ku vê di vê daxwaznameyê îmze kirine:

Şêrko Bêkes,Şêrzad Hesen,Bextiya Elî,Tarîq Fatîh, Azad Berzincî,Bextiyar Kerîm,Refîq Sabîr,Rêbwar Sîweylî,Rêbîn Ehmed Herdî,Fetah Zaxoyî,Merîwan Urya Qatîh,Hogir Mihemed Ferec,Ferûdîn Ebdul Berzincî,Ehmed Mîre

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.