Zalimek derket, got; Ev zarokê Dîyarbekirê ye

Mancel · 10.06.2008 · 1 görüntülenme

Zalimek derket, got;
Ev zarokê Dîyarbekirê ye,
Wî çeng kin zîndanê, zîndanê, zîndanê...

Rojname wisa dibêjin:
Ajokarê Ambûlansê ji Dîyar Oymakê ku wek wî li Bodrumê li klînîkeke taybetî dixebite, pirsî ku ji kuderê ye, dema ku Dîyar bersîv da û got, ’Ez ji Dîyarberkirê me', ew kêr kir, bi kêran pê ketê.
Dîyarê ji kezebê du kêr xwarî rakirin klînîkê, ajokar jî bi kefalet hat berdan.

Zalim gotibû çi: Wî çeng kin zîndanê, zîndanê, zîndanê...
Kêm gotiye, divya bigota: Wî kêr bikin, kêr bikin, kêr bikin...

Em jî li kuçe û kolanan biqîryana:
Bijî biratîya gelan, bimre emperyalîzm...

Mancel

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.