Siyaset

YÊN LI BENDA GODOYAN

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

Li riya serxwebun u azadî da, xebat u tekoşîna gelê, Kûrd bê mînak u bê hempeya. Xebata dehan sal, virankirin, qirkirin u talana dehan sal, kû ji alîyên dûjminên dagirker li dijî gelê Kûrd bê westan hatîye meşandin agiri azadî u serxwebun ji dilê vî gelê hêjar u xweragir u egîd dernexistîye.

Bê gûman pêvajo ya îro her çika mercên pir baş hanîye holê jî, em ne amadene, ji van mercan sud (qezenç ) bistînên. Ev nexwşîya me, îro peyda nebîye, Mamostayê mezin Ahmedê Xanê demê xwe ev nexwêşîya me pir xweş hanîye ziman Rehberek u Serokên me Hebuna .

Belê ev pirsgirêka xebata rizgarîya netewa Kûrd hêjî berdewame. Gawa mirov rewş u gûhertinên li ser rûyê Dûnyayê dinêre miro divê Sed heyf u mixabin kû em ji vê rewş u pêvajoya baş nikarin li gor berjewendîyên gelê xwe bikar bînên.

Partî, rekxistin u rewşenbîran, dev ji xebat u tekoşîna netewa Kûrd a Bakurê Kurdistan berdane, divêjin va hatin godoyên me Serok u Rehberin Başurê Kurdistan, Serok u Rehberên Başurê Kurdistan jî dev ji berjewendîyên ev gelê hêjar berdane, ketine derdê berjewendîyên taybetî u hîzbî u yekîtîya Êraq`ê.

Hîç partîyek yan rewşenbirek kû vîjdanê gelên, bi çawek rastî pirsgirêkên Bakur u Başurê Kurdistan naynin ziman u rastî ji Gel vedişêrin. Li hember gel du Rutîyê dikin.

Demê Partî u rewşenbîrin Bakurê Kurdistan rastîya Başurê Kurdistan bînên ziman, ewê du rutîyên wan derkeve meydanê u berjewedîyên wan ê taybetî u jîyana wan xweşik u rind bikeve xeterîyê u asalaleta wan li erdê kaş bive.

Li alîyek bê zahmet, bê hêjarî jîyana xwe ya xweş bi domînên li ser mêzan qedehek awa behiştê ( Şerab ) vexwen u li alîyê din jî gel bi GODO`ya bixabînên.

Ev rewş u pêvajoya xeyaletan u derevan pêvîste bi vî şeklî nedome, ( li Bakurê Kurdistan bi mîlyonan mirovên Kûrd li ber hebun u tunebunê li jîyanekî sext da dijîn ) pêvîste perda ( Maske ) sextekaran u derevcîya vere xwarê u rastî derkeve meydanê!

Ji bo vî, ji mera, ji bo pêvajoya serxwebun u azadîya Kûrd u Kurdistan, erkên herî girîng u mezin daye li ser pişta şoreşger u sosyalîstan. Çarenusa mîlyona Kûrdin bindest, hêjar u zahmetkêşan li destê me sosyalistan daye, lê mixabin em Şexs u hêzên Şoreşger-Sosyalist ketine şerma xweparastin...

Ji bo layanê çep u sosyalîstên Kurdistanî lêkolînekî nu rêkxistinek xurt pêvîste. Pêvistî u erkên herî giring, ji alîyek bê tirs u bê şerm raste rast li ser pirsgirêkên xwe ê rêkxistinî bisekinin u ji alîyên din li ser têklatîyên xwe ê civakê çava ji nu va avakin! Bisekinin u gengeşe bikin. Yên êrîş tîne ser şexsîyet u hêzin Sosyalist, dixwazin bêrêkxistinî li nav gel belav kin u Gelê Kûrd li dijî dijminê dagirker dewleta Tirk bêçek u lawaz ( qels, zayif ) bikin.

Pêvîste em şoreşger u sosyalîstên Kûrd, xwînmijan ji pişta xwe bavêjin rêkxistinek xurt u çalak awakin u bêjin GODO emin u GODO´yên din tune...

rojhatbadiki@hotmail.com

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.