TEKEZÎ LI SER PEYWENDÎYÊN DOSTANÎYÊN NAVBERA HERÊMA KURDISTANÊ Û FRANSA HAT KIRIN

Neqil · 10.04.2009 · 1 görüntülenme

TEKEZÎ LI SER PEYWENDÎYÊN DOSTANÎYÊN NAVBERA HERÊMA KURDISTANÊ Û FRANSA HAT KIRIN

Peyamner PNA

Evroj berî nîvrojê serokê parliyamenta Kurdistanê Ednan Muftî serdana konsulxaneya giştîya Fransa ya li bajêrê Hewlêrê kir û ji alîyê balyozê Fransa yê li bajêrê Baxdadê Jan Franswa Jero û konsulê giştîyê Fransa yê li bajêrê Hewlêrê Fredrîk Tîsot ve hat pêşwazîkirin...

Di dîdarekê de, behsa peywendîyên dostanîyên navbera herêma Kurdistanê û Fransa di biwarên siyasî, rewşenbîrî û aborî de hat kirin.

Serokê parliyamenta Kurdistanê behsa qanûna hilbijartinan û astegên teknîkî û darayî yên li ber evê prosesê kir û tekzî jî li ser giringîya encamdana hilbijartinan di dema dîyarkiriya xwe de kir.

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.