BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Berîya 82 sala di tîrmeha 1923 de li bajarê Lozanê li ser qedera gelê kurd neheqîyek dîrokî ya bi navê Peymana Lozanê hate îmze kirin.
Bi vê peymanê ku 82 sal li ser derbas bû, mafê gelê kurd yên neteweyî hate înkar kirin û ji bo asîmîlekirina gelê kurd siyaseta oven û nijadperest hate fermî kirin. Cihê daxêye ku ev siyaseta, bi çavdêrîya hin welatên Ewrûpî hate pejirandin.
Bi vê peymanê û bi pitgirîya hin welatên Ewrûpî, zilm û zordarî û êrîên dewleta Tirkîyeyê ya li hemberî gelê kurd dijwartir bûye.
Peymana Lozanê neheqîyeke dîrokîye ku yek ji peymanên ku ne tenê perçekirin û dabe-kirina Kurdistanê herweha wek siyaset, înkarkirina gelê kurd bi fermî hate pejirandin.
Li dij derketin û Serîhildanên gelê kurd, bi îddet û qetlîaman hate rawestandin.
Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî Komara Tirkîye, di demên cuda de li hemberî gelê kurd hin caran bi siyaseta zordarîyê, hin caran jî bi navê demokrasîyê siyaseta xwe ya nijadperest meandîye. Bingeha vê siyaseta jî her dem asîmîlasyon û înkarkirina gelê kurd bûye. Ev siyaseta qirêj ya Kemalîstan e ku, heta vê rojê mohra xwe li Komara Tirkîyeyê xistîye.
Nûnerên vê siyasetê ango yên Komara Tirkîyeyê her sal li bajarê Lozanê qao tunebûn an jî têkçûna Kurdan pîroz dikin. Lê ew rastîyê naxwazin bibînin ku Gelê Kurd li ser pîyane û tu caran teslîm nebûye û herweha bi xebat û têkoîna xwe li Kurdistana xwe xwedî derketîye. Mînaka herî zindî jî Azadîya gelê Kurd li Baûrê Kurdistanê ye.
Ev xebat û têkoîna Kurdistanîyan û deskeftîyên Baûrê Kurdistanê ji dijminên Kurdistanê re dibe bersiveke fermî û ji raya gitî re dide dîyar kirin ku Peymana Lozanê jî nikarîbû doza gelê kurd ji holê rake. Me do jî vê Peymanê ne pejirandîye û îro jî em napejirînin û nas nakin.
Em wek PKE Platform, Komîteya HEVKARÎ-Swêd û Komîteya HEVKARÎ-Almanya biryarên wusa yên li ser qedera Kurdistanê têne dayin protesto dikin û dibêjin ku, atî û aramîya Rojhilata Navîn bi destxistina mafên Neteweyî yên gelê kurd ve grêdayî ye.
2005.07.11
PKE - Platform
HEVKARÎ-Swêd
HEVKARÎ-Almanya
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.