Şêx Adî û Cemaya Şîxadî

Pir Dima · 07.10.2009 · 1 görüntülenme

Şêx Adî û Cemaya Şîxadî

--------------------------------------------------------------------------------

Şêx Adî û Cemaya Şîxadî

Pir Dima

Guhartinên mezin di êzdîyatîyê da bi hatina zanyar-mîstîk Şêx Adî bin Misafir ra di sedsala XII da çêbûne [1073 (1078) – 1162]. Êzdîyan ew wek Tawisî Melek di xulkê Şêx Adî da dît û ji ber vê egerê ew di sêgoşeya (trîada) pîroz da cî digire – Şêx Adî, Tawisî Melek û Siltan Êzîd. Şêx Adî di 90 salîya xwe da qedem guhastîye û sindrûka wî li peristgeha Lalişê da ne.

Şêx Adî hêzên ezdîyan yên belavbûyî li dora xwe civandin û peristgeha wan ya kevnar Laliş, a ku ketibû destê biyanîyan, ji bo wan vegerand. Di nav zanyaran da hizreke wisa heye, ku Şêx Adî gelek tişt ji sofîgerîyê (tesewuf) anîyê nav ezdîyan. Ji bo nimûneyê, fikirên di derbarê «nefsê» û rêzgirtina hinek bavçakan, ku di sofîgerîyê da hene, wek sofî tên hesibandin (Zenûnî Misrî, Bazîdê Bastamî, Ebdil Qadirê Gêlanî û hwd.). Fikrên metafîzîkî û praktîka asketî (derwêşîyê) di tesewifê da heye. Mirîd bi riya huba mîstîkî Xwedê nas bike û rola mezin hostayê wî (mûrşîd, pîr) rêberiya wî li ser vê rê dike. Serdema ŞêxAdî bi geşbûna wêjeya dînî ya êzdiyan tê nasîn: helbesta dînî (qewl, beyt, qesîde û hwd), serpêhatîyên derheqa xas û bavçakên êzdîyan da hatine afirandin. Mixabin, ji wêjeya nivîskî ya êzdîyan tenê nusxeya çend rûpelên du pirtûkan «Mishefa Reş» û «Kitêba Celwe» gihîştîye ber destê zanîyaran. Wek xuya dibe, ev pirtûk bi herfên êzdîyan yên taybet û nihênî hatine nivîsandin. Herwha nivîsarên êzdiyan bi zimanê erebî jî hene “Mişûr“ ku di hindek malên pîra de têne parastin. Fere em bibêjin, ku çavkaniya sereke ya êzdîyatîyêqewl û beyt in û otorîteya wan ji bo bawermendên êzdî bêşik e û nayê

gengeşekirinê.

Sazîa civaka êzdîyan

Ji ber hinek sedemên cuda, mîna sazîya kastan û eşîretîyê êzdî bûne civakek dergirtî. Êzdîyatî wek dînê xirîstîyanî û misilmanîyê qebûl nake, ku kesek bê ser dînê êzdîyan. Êzdî divê di malbata êzdî da ji dê û bavê êzdî bibe. Civaka êzdîyan bi prensîpa kastan-teokratîk hatîye avakirin û hinek lêkolîner dibêjin, ku ev encamên reformên Şêx Adî bin Misafir (sedsala XII) in. Lê bi rastî, sîstema kastan rêyeke dûr û dirêj bi sedan sal derbasbûye û wek civaka êzdîyan ya niha derketye holê. Di nav civaka êzdî da sê kastên (çîn) sereke hene, didu ji wan – şêx û pîr – ruhanî ne, û yek mirîd in, ango, yên peyçûyî. Zewac di navbera kesên ji wan sê kastan gorî qanûnên êzdîyatîyê qedexe ye û guneh tê hesibandin. Wacib û borcên her kastekê bi silsilet ji bavê derbasî kur dibe. Lê belê, hene wezîfe û karê dînî, yên ku mirîd hildigirin û xizmeta dînî dikin.

Şêx – (şêxê biskê) wacibê wî yê yekemîn car di temenê yeksalî da porê zikmakî yê zaroka kurîn bi destê xwe hilde û dua tûra mirîdê xwe bike ji bo zêdebûnê.

Pîr – wacibê wî ev e, ku salê carekê qesta mala mirîdê xwe bike, dua li nan û xwêya mala wî bike, daku mal û rizqê mirîd zêde be. Şêx û pîr her yek wacibê wî heye û yek bê yê din nabe.

Mirîd – piranîya êzdîyan mirîd in û ew ji eşîra û bereka pêk tên. Ji çîna mirîda gelek zanayê dînî, qewlbêj, feqîr, qewal, xizmetkar, koçek hene û rojên cejnan ew jî beşdar dibin. Ji bilî van sê kastên sereke «binkast» jî hene. Şêx li ser sê «binkasta» dabeş dibin– Adanî, Qatanî, Şemsanî –û zewaca wan jî bi hev ra çênabe û guneh e. Lê pîranî li ser çend binemalan dabeş dibin (Hesinmeman, Mehmereşan, Îsêbîya, Omerxala, Pîr Sînî Behrî, Pîr Dirbês, Pîr Xanî, Pîr Alî, Memşivanî û hwd). Wek ku hate gotin, zewaca di navbera sê «binkastên» şêxan guneh tê hesibandin, herwisa jî zewac di navbera hinek binemalên pîran da jî qedexe ye. Maneya qedexekirina zewacê ev e, ku têkilyên wan binemalan li ser bingeha pîrozîyê û ruhîyê hatine avakirinê, her yek ji wan mirîdê yekî ye. Heger ji hevdu bizewicin, ew beranberî zewaca xwîşk û bira tê hesibandin. Civaka êzdîyan li ser sê bingehên sereke hatîye avakirin û jê ra dibêjin «sê herf». Heger êzdî yekî ji wan bi cî neyîne, bi otomatîk ew ji êzdîyatîyê derdikeve.

1. Şerbikê zêrîn (anku terîqet) – zewaca di navbera kast û «binkastan» da qedexe dike.

2. Dîzka denê (anku şerîet) – zewaca di navbera êzdî û neêzdî qedexe dike.

3. Derba xerqe – qedexeye êzdî cewaba merivê dîndar (oldar) bide û destê xwe ser rake. Heke êzdîyek destê xwe li ser feqîrekî bi xerqe yan jî şêx û pîrê xwe rake ji êzdîyatîyê derdikeve. Di êzdîyatîyê da du şêweyên ferzan hene: ferzên heqîqetê û ferzên terîqetê. Ferzên heqîqetê tê wateya wê, ku her êzdîyek gerekî pênc terîqê wî hebin (şêx, pîr, hosta, merebî, yar û birê axretê) û her yek ji wan wezîfa wî ya dînî heye.

Ferzên terîqetê ev in: xwedênasî, kiryara çê, xêr û qencî, rojîgirtin, sunet, biskhildan, dua, ziyaret kirina Lalişê, zikat, xêrat, fitu, xwarina helal û nexwarina heram, wek goştê beraz, kelem, xes û hwd.

Tê gotin, ku şêx û pîr (dunav) di esil û koka xwe da ji Mala Adîya ne û ji zureta hevfikrên Şêx Adî ne, yên ku rêya êzdîyatîyê nîşanî êzdîxanê dikirin. Mirîdayî û şêxtî û pîrtî ji bavê derbasî kur dibe wek zincîr (silsilet). Mirîdê şêx û pîran jî piştî bavê mirîdê kur dimîne. Heger binemala şêx û pîrê mirîdekî bêzuret dimîne, hîngê mirîd şêxekî yan pîrekî nû ji xwe ra digire. Ji bilî vê her êzdîyek divê xûşk û birayê wî axretê hebin û ew jî ji binemalên dunavan (şêx û pîr) tên girtin. Şêx û pîr divê çavdêrîya jiyana êzdîyatîyê ya mirîdê xwe bikin, wan bidine ser rêya rastîyê, rêûrismên dînî bi cî bînin (sunet, zewac, şûştin û veşartina mirî, cejnên olî, xwendina têkstên pîroz û hwd.) Hinek rêûrism hene, ku şêx û pîrê malbatê pêk tîne, lê belê hene merasimên wisa, ku tenê şêx, an jî pîr bi cî tîne. Di jîyana herrojî da şêx û pîr di warê civakî û aborî da tevî mirîdên xwe di jîyan û karê wan yê komelayetiyê wek hev in. Dema qala têrmînolojîya hîêrarşîya êzdîyatîyê dikin, lêkolîner têrmînên di koka xwe da erebî destnîşan dikin, wek: şêx, qewal, mirîd û hwd. Bi rexma wê, ku ev têgeh di terîqatên sofîyan da (tesewif) jî hene, di bingeha xwe da kevnar in. Zanyarê rûsî O. Vîlçêvskî dinivîsî: «Yekemîn car, bikaranîn û deynkirina tegehên şêx û pîr ku di Rojhilata misilmantîyê da belav bûye, nayê wê wateyê, ku sazîya wan ji cîyekî hatîye hilanîn. Wek tê zanîn têgeha «kal» (pîr) di mîstîsîzma îslamî di du forman da heye – şêx û pîr. Ev nayê vê wateyê, ku em bêjin sofîyên faris saziya «kala» ji ereba hildaye yan jî berevajî vê. Ya duyemîn ev e, ku heger em bibêjin êzdîyan saziya şêxtî û pîrtîyê ji sofîgeriyê hildaye, pirsek derdikeve: lê di tesewifê da ew ji ku hatîye? Bêguman, O. Vîlçêvskî rast dibêje, ku koka «kaltîyê» dighîje tradîsyonên binecî yên berî îslamê: «... di bin şiklê îslamî ya şêx û pîran da şûnewarên kevnar ya saziya binecî ya berî zemanê feodalî tên parastin».

Bi kurtayî me di derbarê dîroka êzdîyatîyê û taybetmendîyên wê da behs kir. Di derbarê êzdîyan û peristgeha wan ya sereke Lalişê da gelek hatîye nivîsandin û para bêtir ji alîyê lêkolîner û rêwîyên biyanî va: W.A. Wigram, M. Gardzonni, G.P.Badger, G. Gudjieff, G. Perkins, H.Layard, W. Seabrook, K. Nibur, M. Bittner, G. Furlani, R. H. Empson, û hwd. Lê belê, para bêtir agahîyên wan lêkolîneran dijî hevdu ne, gelek car tiştên şaş hatine nivîsandin. Divê bê gotinê, ku êzdîtî pêwîstîya xwe bi lêkolîneke zanistî ya taybet heye. Êzdîtî di şiklê îroyîn da di sedsala XII paşî hatina Şêx Adî bin Misafir hatîye sêwirîn. Pirsgirêka peydabûna vî dînî heta niha jî di nav zanyaran da heta dawîyê nehatîye ravekirin. Lêkolînên warê etnografî ya civaka êzdîyan, ên ku heya niha dîn, edet, rêûrismên xwe yên netewî û dînî diparêzin, pir balkêş in. Ji bilî armancên xurû zanistî, divê êzdîtî bi berfirehî bête naskirin ji bo cîhanê. Gelek dîrokzan, lêkolîner û olzan di derbarê êzdîtîyê da an kêm dizanin, an jî hîç nizanin. Ji ber ku agahîyên di derbarê êzdîtîyê da kêm in, ev dîn gelek caran bi çewtî wek sekteke (tarîqat) dînî (şaxeke zeredeştîyê yan îslamê) tê binavkirin. Lêbelê, bêguman, êzdîtî dînekî xweser e, rêûrismên wê yên dînî, adet û felsefeya wê reseniya çanda gelê kurd e.

Cemaya Şîxadî

23-ê meha îlonê (bi saljimara rojhilatî, ango salnameya yûlîyanî) yan jî 6-ê çirîya yekê bi salanmeya girîgorî cejna «Cemaya Şîxadî ye» û rojên çûyîna ber Lalişê ne. Tê hesibandin, ku rojên vê cejnê bi qedemguhastina Şêx Adî va girêdayî ye, ango wan rojan Şêx Adî terka vê cîhanê kirye û hevraman û şagirtên wî hatine xatirê xwe jê bixwazin. Bi tembî û wesyatên Şêx Adî êzdyan heft rojan şîna wî kir û di gêlî da veşartin. Ji wê rojê û şûnva her sal heft rojan êzdî tên Lalişê û ziyaretî dibin, rêûrismên dînî tên derbaskirin. Êvara qewal şîreta li hazira dikin, rêya rast didin pêşya êzdiyan, qewla dixwînin û tekstên pîroz şirove dikin. Paşê qewal dest bi lêdana def û şibaban dikin û bi deng û awazê mîstîk, kubreke xweş qewla distirên.

Rîtûalên (merasîm) sereke roja çarê, pencê, şeşê û heftê ên cejnê tên derbas kirin. Hinek ji wan ji zemanê kevnar ji bawerîyên binecî yên Mêzopotamîyayê gihîştine roja îroyîn. Yek ji wan serjêkirina gê ye li ber quba Şêşims (xudanê Rojê) roja çaran ya cejnê. Ji goştê wî gayî xwarina pîroz – «simat» (şîlan) çêdikin û di nav mêvanên Mala Şîxadî da belav dikin.

Roja pêncan û şeşan rêûrismên ku veşartina cenazê Şêx Adî sîmbolize dikin, tên derbaskirin. Wê rojê darebestê, ya ku cenazê Şêx Adî li ser bûye (dibêjnê «Berê Şibakê»), ji gundê Behzanê tînin Lalişê û tom dikin. Dema tomkirinê têksteke pîroz «Qewlê Texte» tê xwendin û tê da behsa afirandina cîhanê û Textê Xwedê (Kursya Xwedê) tê kirin. Piştî vê şîrnayî û êmîş (fêkî) li haziran tên belavkirin. Roja şeşan oldarên êzdîyan, feqîr û kesên ji çend eşîrên taybet yên êzdîyan li gel mîr li ber Berê Şibakê disekinin. Hingê qewlbêj qewla dixûnin û paşê bi ava Kaniya Sipî mor dikin di bin melodya def û şibêban da. Berê Şibakê dibin avayê perestgehê û li wir dihêlin. Paşê êzdî yek bi yek diçin ber û ziyaretî dibin. Roja heftan ya dawiyê ye, û gel seredana hevdu dikin û cejna hev pîroz dikin. Li Gelîyê Lalişê dîlan tê girtin û êzdî li ber aqideyên xasa û nîşangehên pîroz ziyaretî dibin. Her yek xêra xwe dibe ber nîşanga babçakekî. Heman rojê rêûrismên siwarkirina «perîyan» tê derbaskirin. Peyva perî tê wateya parçeyekî qumaşî û roja cejnê xizmetkarên Lalişê perî bi ava kaniyê mor dikin û li ber dengê def û şibêban, û dûkela bixûrê tînin hindurê avayê peristgehê. Êzdî perîyan didin ser sere xwe û her yek xêra xwe datîne. Paşê wan perîyan dibine ser qubehê û li raserî wê girêdidin. Para bêtir perî ji sê parçeyên qumaşê yê sê rengan: kesk, sor û zer pêk tên. Xêncî vê, stûnên peristgehê di hindur da jî bi perçeyên rengîn hatine xemilandin û êzdî girêyan li ser çê dikin û mirazê xwe dixwazin. Bi vî awahî pênc stûnên ziyaretê hatine xemilandin: stûnên Melek Nasirdîn, Siltan Êzdî, Melek Fexredîn, Şêşims (Şêx Şems), Melek Şêx Sin. Êvarên her heft rojên cejnê oldarên êzdî dîlana olî «Sema» yê dikêşin û bawermendên amade bi ruhî paqij dibin. Sema rojê jî li ber quba Şêşims (Celsa Şêşims), li ber Kaniya Sipî, û ber avayê Şêx Ebdil Qadir tê kêşandin.

Heft rojan dema Cemaya Şîxadî «sema» tê kêşan. Êvarê, êzdî lihewşa Lalişê ber Derê Qapîyê li «Celsa Şîxadî» kom dibin û her yek cîyê xwe digire, li ser berik û kulavan rûdinên. Oldar li ber dîwarên peristgehê li herdu alyê Derê Qapîyê rûdinên, lê Extiyarê Mergehê, Bavê Şêx û dîwana wî li bin rewaqê da rûniştîne. Qewal pêşberî Derê Qapîyê li cîyê nîşangeha Pîrê Kemal di cîyê xwe da rûniştine û hazirya xwe ji bo qedandina wacibê xwe dikin. Yek ji oldaran radibe û ji qewalan hîvî dike, ku ew dest bi mishebetan bikin û rêya dîn nîşanî hazira bikin. Paşî mishebetê dema kêşana «Semayê» tê, feraş diçe hindurê peristgehê û çirayê «çeqeltûyê» dertîne, ji bo ku li nava hewşê li ser çirayê merîfetê hilbike. Qewalbi def û şibaban dixin, feqîrê bi xerqe diçe peristgehê û «Tac û hilê» Şîxadî li xwe dike û ji Derê Qapîyê va derdikeve. Hemû radibin ser pêyan. Feqîr bi dest û pêyaê xwe hereketên (livandinên) mîstîkî dike. Destê rastê dide ser mile xwe yê çepê û hêdî hêdî dibe ser destê çepê. Herwisa gavekê davêje û lingê çepê hêdî-hêdî digehîne yê din. Ev livîn paqijbûna dil sembolîze dikin. Herweha Sema wek dîlana mileyketan (firêştêyan) jî tê hejmartin. Pey feqîr ra oldarên semakêş tên û ew jî mîna wî dilivin. Qewal rîtma mûzîkê zêde dikin û gotinên (têkst) pîroz dibêjin. Ji nav gelê amade car bi car merivek dike gazî: «Hole Hola Siltan Êzdî ye!», «Hola Tawisî Meleke!» Çaxê feqîr nêzîkî qewalan dibe, rêza din bi pêşîkêşiya Pêşîmamê Bavê Şêx û Bavê Şêx dû feqîrî va diçin û semakêş dibin du rêz. Wisa sê caran dora çirayê (çeqeltu) dizivirin, paşê jî feqîr ber Derê Qapîyê disekine, û semakêş yek bi yek pey wî di rêzê da disekinin. Pey vê ra feqîr li ber derçika Derê Qapîyê ziyaretî dibe û li ber dergeh disekine. Pey wî ra

semakêş jî wisa dikin, û li tac û hilê Şîxadî jî ziyaretî dibin. Xelkê amade jî dide dû wan û ziyaretî dibe.

Peyva «Sema» cem êzdiyan tê wateya «reqasa pîroz». Ji bilî eyda Cemaya Şîxadî sema wisa jî di dema cejnên din jî tê kêşan: Cejna Çilê havînê û cejna Çilê zivistanê. Ev herdu cejn paşî rojîgirtina çilê havînê û çilê zivistanê tê pîroz kirin. Gelek cejnên êzdiya hene: Cejna Êzîd, Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas, Cejna Bêlinde û hwd.

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.