Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta biencambûna hilbijartinên li Îraqê peyamek da.

Mesûd Barzanî Serokê herêma Kurdi · 08.03.2010 · 1 görüntülenme

Peyama serok Barzanî weha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Silavên biratiyê!

Bi minasibeta serketina proseya hilbijartina parlamentoya Iraqê, ji bo min xweşe germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû gelê Iraqê û bi taybetî jî li gelê Kurdistanê bikim.

Spasiyên bê payan ji bo gelê Kurdistanê û hemû birayên delalên pêşmerge, polîs, asayîş û hemû dezgehên pêwendîdar bi parastina ewlehî û asayîşa li herêma Kurdistanê ku karîn hewayeke aram ji bo hevwelatiyan dabîn bikin da ku bi azadî û dilniyayiyê ve dengên xwe bidin.

Spas ji bo hemû Kurdistaniyên derveyê welat ku li ser dirustkirina astengiya li ber beşdariya wan ji aliyê hinek ji regezperestan ve lê belê wekî ku me dît bi coş û xweşiyeke baş serî li sindoqên dengdanê dikirin.

Spasî hemû qewareyên siyasiyên beşdarbuyiya hilbijartinê dikim ku bi hîmeta hemû aliyek rê nedan ku tu rûdaweke nexweş rû bide û bi vê yekê jî hilbijartin bi awayeke asayî birêveçû.

Her wiha spasî hemû medyayan dikim û her ji niha ve jî pîrozbahiya li wan hemû xwîşk û birayan dikim ku baweriya gel bi dest dixin.

Ji bo me Kurdistaniyan jî dûpat dikim ku divê beramber bi pirsên netewî em yek helwest bîn û nûnerên gelê Kurdistanê pêkve ji bo cihbicihkirina destûrê û bi taybetî jî madeya 140 de kar bikin.

Li ser asta Iraqê jî hêvîdarim ku em hemû bi xwe ve biçîn û bi birayetî hevkariya hevdû bikîn û pêkve Iraqeke federal û demokrat pêk bînîn û girêdayî destûrê bîn û yasa jî serwer be li Iraqê da û em hemû jî pêkve hewl bidîn şerê terorê ji Iraqê dûr bixîn û berjewendiyên bilindên welat jî ji aliyê hemû aliyek ve li ber çav bên girtin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
08.03.2010

KRG

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.