ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
26.10.2008 · 1 görüntülenme
Piştî seredana serok Barzanî ya resmî bo Îranê ya resmî, di vîdemî de, dê seredana xweya bo emereika ku ji layên Serok Buş ve bo seredana resmî hatibu dawetkrin bike. Min di heyiva 8.2008de dema ew bo seredana hindek welatan çûbu derve, gotibu dibeku ew çûbe Emerîka. Lê ev seredana Barzanî niho pêktê û jiterefên wezareta derve ya Emerika hate diyarkirinbo raya giştî.
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dê serdana Amerîka bike û dê dîdar û kombûnan ligel serokê Amerîka Corş W. Bûş, wezîra derveya Amerîka Kondoleza Rays, namzedê komariyan Johnn Makkeyn ê hilbijartinên serokatiya Amerîka û namzedê demokratan Barak Obama yê hilbijartinên serokatiya Amerîka re saz bike. Herweha, dê serokê herêma kurdistanê kombûnekê bi kurdên devera Karolinaya bakur û devera Tensî jî re saz bike.
Di evê bareyê de jêderekî ji wezareta derveya Amerîka ji kanalê CNNTurk re ragihand, ku dê roja duşembîya bêt, serokê herêma kurdistanê û wezîra derveya Amerîka Kondoleza Rays, kombûnekê bi hevdu re saz bikin û dê di sibeha roja çarşembîya bêtin de, kombûnekê ligel serokê Amerîka Corş W. Bûş re saz bike.
Evî rayedarî holê jî da zanîn ku, dê serokê herêma kurdistanê di evê seredanê de kombûnan bi namzedê komarîyan John Makkeyn re û bi namzedê demokratan Barak Obama re jî saz bike.
Holê jî têt çaverêkirin ku, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, serdana Herêma Karolinaya bakur û ya Tensî jî bike û li wêderê kombûnan bi kurdên ewan herdu herêman re saz bike.
Ji bilî evê yekê, gerek serokê kurdistanê Mesûd Barzanî li bingehekî mezinê bîrmendiya Amerîka gotarekê pêşkêş bike û gerek piştî du hefteyan ji destpêkirina evê serdanê, ev serdane bi dawî bêt. Seredana Serok Barzanî di demekî dîrokîde.
Serok Barzanî dinava Emerîka û Iranêde û dinava Kurdistanê û Iranê de jî rolekî serekî hebuye.
Barzanî bo îranê diyarkir ku ev rêketina dinava Iraqê U Emerîkade bo hemu terefan başe. Dibeku wî hindek mesajên Koçka spîjî gihandibin Tehranê.
Tirkiye, berdevkê wezareta derve bo çapemeniyê got, „didemekî nêzîkde tu biryarên ku heyetek ji Tirkiye biçe Kurdistan nehatiye dayîn“ got. Niwênerê YNK Behroz Gelaneyî pêşî du rojan liser Tv yê got didemekî nêzîkdê dê heyeteka Tirkiye biçe Kurdistan. Her weha ji rayedarên hukumeta Kurdistanê jî tu diyakirina vê seredanê nîne û nedane.
Liser hemiyan re Tirkiye welatê Kurdistan talan û wêrankiriye wekî Iranê. Îran dixwaze rêya mantiqî û aqili bikarbîne û Serokê Kurdistan Mesdûd Barzanî wekî serokê Kurdistan resmî dawetkir bo Tehranê. Bêguman Barzanî dîsa wekî her caran ew siyaseta diserê wîde bo dahatiya gelê Kurd û Kurdistan dubarekir. Rêyên leşkerî ne çareserîne û divê bo mesela Kurd rêyên siyasî bêne dîtin û xaftin.
Gelo dê Tirkiye jî vê bike yanjî ne? Dê didemên pêsiya mede diyarbin.
Îsmaîl Gieikî
26.10.2008
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Anonymous · 17 yıl önce
Silav bra ê Girikî Ez hevîdarim kû ev seredane Kak Mesud Barzanî gelek pirsgirêka zelal bike u mesela Kerkukê chareser bike. Ger ev babet û mesela girîng ne yê chareser kirin, ez tu berjevendîyê kurda di vê seredana dîrokî´de nabînim! Lê gava berjevendîye me bi rastî hatin pareztin, wê chaxê emê Kerkukê di nava Kurdistan´de bibînin. silav rêz Rasto
Îsaîl Girikî · 17 yıl önce
Birêz Rasto Wekî em dizanin her dewlet berjewendiyên aburî û înteresa dewleta xwe li pêsiya her tistîre digirin. Bêguman em vê ji tecrûba dîrkê û têkosîna gelê bindest û têkiliyên du aliyande dibîn. Bi baweriya min dîrokîye, jiberku rola ku serokê Kurdistan dilehîze bi rengehî aqilane û zanabun dice nav babetande û tevî vêjî, herweha wekî her welatekê serok Barzanî jî berjewendiya gelê Kurd û Kurdistan liser her tistîre dibîne û digire. Ez bixwe hemîdema vê fikirdikim, gelo, gelê Kurd kesekî wekî vê Malbatê, yanjî Barzanî neba da ci bihata serê vî miletî. Belê bi têra xwe zor tist hatin serê gelê Kurd, nexwesî, talan, mihacirî û kimyabaran û enfalên mezin jî ditine. Lê didawiya her nexwesiyekêde xwesî jî tên. Lê cawa û bi i taktîk û ramana netewî ev giringe. Silav û Rêz Îsmaîl Girikî Kes bila vê bawerneke ku Serok Barzanî hertista ku Emerika bêje dibêjit belê. Berovajî serok Barzanî hêdî navqa siyaseta cihanêde, bi teybetî li Rojhilata navî xwedî misyonekî netewi û dîplomasiye.