Serok Barzanî Li Italya -Serokwezîrên Italya Silvio Berluskonî Bêswaziya Barzanî kir

26.02.2009 · 1 görüntülenme

SEROKWEZÎRÊN iTALYA BERLOZKONI PÊSWAZIYA Serok Barzani KIR

Serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berluskoni Îro li Romayê pêşwazî li Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Di civînê de rewş û jiyana kêmneteweyên li Iraqê, bi taybet jî yên li Kurdistanê, pêwendiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hate gotûbêjkirin.

Di civînê de hate diyarkirin, ku divê Îtalya ji bo xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê roleke girîng bilîze, ku pêwendiyên wê yên xurt digel Tirkiyeyê hene.

Herweha di civînê de ewlekariyê enerjiyê ku di wî warî de biryar hate dayîn ku ji Kurdistanê bi riya Tirkiyeyê ve gaz ber bi Îtalyayê û Ewropyaê bi rê bikin.

Hêjayê gotinê ye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duşema borî bi serdanake resmî gehişt Romaya paytexta Îtalyayê.Tê çaverêkirin serok Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de serdana Elmanya û Fransayê jî bike.

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.