ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Lolo Pismamo çima deng nakî · 07.08.2009 · 1 görüntülenme
Aktaran Zinar
Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê Tirkan li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j'hev bela nakî
Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî
Lolo Pismamo haya te j'te bî
Çarika minê reş li serê te bî
Roja lêdanê mêr be l'meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye
Derefşa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
êriş e lêxe pismamo lêxe
Şerm û fehêt e îro tu razî
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L'pişta xwe girêde rext û fişek e
Pismamê min î, dotmama te me
Mi j'te re kil dane çavên belek e
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Aram
--------------------------------------------------------------------------------
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Kemal Tolan · 17 yıl önce
Ez jî bi kirasguhastina rêzdar Aram Dîkran, hunermendê ku mûzîk û zimanê Kurdî bi deng û helbestên xwe xemland ye gelekî xembar bum. Hêvîdarim rahmetiyê Aram Dîkran, mamostê hunera mûzîka Kurd û Ermeniyan bi rahma mîrê mezin şahbive. Ez ji hemû nefêrên malbat, dost û nasên rêzdar Aram Dîkran ra jî sebir û sersaxiyê dixwazim.