BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
PROSESA BÊKURD KIRINA KERKÛKÊ Û GEŞTIR KIRINA XEBATAN
Nivîsa xwe ya berê de min li ser erka Kurdên
Kurdistana Bakur di parastina deskeftên Kurdistana
Azad, hewcedarîya vê yekê û li ser Kurdistanîyeta
Kerkûkê sekinî bûm.Niha bo hin baştir
agahdarkirina xwendavanan di derbarê dîrok û prosesa
Erebandina Kerkûk û sedemên Kurdbûna Kerkûkê zêdetir
eşkêre bikim.Wekî ku min berê jî diyar kiribûm ku
daxwaza Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna
pêşketina ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje
–û hwd.- Kurdî,xwedî derketina Kerkûkê,xwesteka
çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber
gelek mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd
wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet
mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake,bi
sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de
derbas dibe,hemû mafên wî ji destê wî tên girtin, her
cûre riyên çareserîya mirovî ku li ber vê gelê hatina
girtin çawa daxwazên vê gelê dibe netewperestî. Her
wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu
gelekî,ji faşizmê dûr be û bêzirar be wekî hemû
gelan mafê gelê Kurd jî heye ku netewa xwe biparêze..
Her wiha em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî
Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaştên
vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê
Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku
derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû
Kurdistana Başur de heye.Her wiha le başurê
Kurdistanê madenên din jî heye.Beşa Kurdistana
Başur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya
Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de
di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê
rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke
Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kurd di Kerkûkê de çewsandin,bişaftin,zoradarî û
hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû man.Hin pirtûk û
çavkanîyande kitekita wan zilm û zordarîyan hitine
dayîn.Lê bi kurtasî prosesa hewlên bê Kurd kirina
bajarê Kerkûkê em dikarin wisa bi rêz bikin.
Kurdistanî bûna Kerkûkê bi gelek hewlan hatiye xwestin
ku ji holê bê rakirin.Lê disa jî wan hewlan
serneketiye û li gel hemû bêmafîyan Kerkûk wek
bajarekî Kurdî maye. Niha jî ka em binêrin ku Kerkûk
çima bajarekî Kurdistanîye û çi hatine kirin;
-Ewliya Çelebîya Tirkan di "Seyahatname" ya xwe de
diyar dike ku "Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum,Wan,
Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn Ömer,Îmadi, Musul(Kerkûk
jî girêdayê vê wilayetê ye),Şarezor û Ardelan pêk
tê.
-Di belgeyên Osmanîyan de Kerkûk wek bajareke Kurdî
dihat binav kirin.
-Di hêjmartinên 1922 û 1924 de li beramberî 494007
Kurd hejmara Ereban bi qasê 166941 bû.
-Hin nexşeyên dîrokî û biyanîyan de jî Kerkûk
di nav sînorên Kurdistanê de dihat nîşan dan.
-Şemseddîn Samî ku yekem zanînnameya Tirkan
nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha dibêje;"Kerkûk
,li bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî
Mûsilê ye.
-Bi hemû hewlên Erebandinê bajarê Kerkûkê di
hêjmartina giştîya 1957 de nifûsa Kerkûkê ji %52
Kurdan,ji %26 Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.
-Di salên 1920an de dema ku Îngîlîzan li Iraqê bûn,
wê demê de jî Kerkûk him bo Iraqê him jî bo Brîtanya
girîngîyekê jiyînîya wê hebû.Ji ber vê jî her dem hewl
didan ku di çarenûsa Kerkûkê de rola Kurdan tune
be.Rêvebirîyên Britanya û Iraqê gelek pêlingên girîng
de Tirkmenan wezîfedar kirin û bi avayekî ne rewa
zimanê perwedeyê jî kirin zimanê Tirkî.Di salên 1950ê
an de jî ev rewş berdewam kir. Her wiha
kompanyaya Neftê li Kerkûkê karkerên tenê Tirkmen,Ereb
û Asûrî dixebitandin.
-Dîsa di dema Şahitî de jî li Kerkûkê
perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe bû,pîroz kirina
cejna Newrozê dihat asteng kirin,bi destê hin
rexistinên Tirkmenan -ku ji hezên ewlekarîyê
piştgirî digirtin- gelek kesayetîyan mezin a
Kurdan dihat kuştin û kargehên Kurdan dihat
şewitandin.Ji ber wan buyeran gelek malbatên Kurd
neçare man ku ji Kerkûkê derkevin.Her wiha bi destê
rêveberîyê hin memûrên Kurd derwey Kerkûkê hatin
sirgûn kirin.Bi sedan Kurd jî hatin zindanî kirin.
- .Gelek taxên Kurdan hat rûxandin.Piştî ku di
Hezîrana sala 1963an de Arteşa Iraqê êrîş
birin ser Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî Kurdan
jî nerîtên zordarî zêde bû.13 gundên ku nêzî sazîyên
petrolê bûn hatin şewitandin.Karkerên Kurd ku ji
sazîyên petrol hatin qewirandin.Gundên ku hatibû vala
kirin,li şuna wan Ereban hatin bicîhkirin û li
Kerkûkê hemû papûr,tax,kuçe,rê,cihên dîrokî ku navên
wana Kurdî bi navên Erebî hat guhertin.
-Piştî ku Tîrmeha 1968an rejima BAAS hat ser
hûkmê hewla guhertina demografyaya Kerkûkê hin zêdetir
bû.
-Memûr an jî karkerên /ên ku Kerkûkî bûn/ ku
malnîş dibûn destur nedihat dayîn ku carekê din
vegerin malên xwe.Bi her avahî kirîna xanî,erd,milk bo
Kurdan ne mimkûn bû û her wiha Kurdan ji xeynî
Erebeban re nikarîbûn milkên xwe bifroşin.
-Bo kêm kirina gelheya Kurdan li Kerkûkê navçeyên
ku bi piranî Kurd lê dijîyan wek Tuzxurmatû Tikrîtê
re,Çemçemal û Kelar Silêmanîyê re,Kifrî,Diyalayê re
hat girêdan.
-Di operasyona wehşî ya Enfalê de Kerkûk gelek
zêde qurbanî da -nêzî 80 hezar Kurd hat qetl kirin- .
-Di 1991an dema ku ji aliyê Kurdan Kerkûkê bona
demekê jî be hat rizgar kirin.Lê di wê demê de Iraq bi
hêzekî pirr mezin êrîşê Kerkûkê kir,gelek xanîyên
Kurdan hat talan kirin û rûxandin gelek Kurd hat
kuştin û sirgûn kirin.
Li Kerkûkê hewla bê Kurd kirin di salên dawî de wisa
pêk hatiye;
Ji Kerkûk,Xaneqîn û hin deverên din malbatên ku
hatine koçber kirin;
Di navbera salên
- 1991, 1992 û 1993 an de 13.367 malbat
- 1994 an de 112 malbat
- 1995 an de 393 malbat
- 1996 an de 282 malbat
- 1997 an de 710 malbat
- 1998 an de 394 malbat
- 1999 an de 449 malbat
- Navbera salên 1.1.2000 û 10.5.2000 an de 123 malbat
- Ji destpêka Serhildana 1991 heta 10.05.2000 malbatên
ku hatine koçber kirin 15.831 e.
Kesên ku ji Kerkûkê ji malên xwe hatine
dûrxistin.(Kesên ku hatine dûr xistin şandine li
Silêmanî)
- Kesên li nav Silêmanî hatine belav kirin 7.835 kes.
- Kesên bo navendên Silêmanî 14.905 kes.
- Derbanixan-Kalar-Kifrî 18.003 kes.
- Ranya 5.332 kes.
- Şehrazor 4.527 kes.
- Çemçemal 32.727 kes.
- Di sala 1997 an de 3.638 kes.
- Di sala 1998 2.446 kes.
- Qempa Takya kampı 740 kes.
- Kesên nû tomar kirî 421 kes.
- Kesên navbera 1/10 2000 û 10/5 2000 hatine koçber
kirin 688 kes.
Giştî 93.838
-Rejîma Iraqê di navbera 01.01.2000 û 09.07.2000ê de
ji Kerkûk û Xaneqînê 155 malbat sirgûnî Hewlêr û
Silêmanî ku di bin kontrola Hikumetê Kurdistanê de bû
hatkirin
-Di navbera 01-2000 û 06.2000an de taxên Domez û
Seddam a bajarê Kerkûkê 270 malbatên Filistînî hat bi
cîhkirin.
-Walîya berê ya Kerkûkê Sabah Nuri Alwan di
13.06.2000an de civînek bi rayedarên paye bilnd
pêkanî.Di vê civînê de biryara derxistina Kurdan û li
şûna wan bi cih kirina Filîstînîyan hat girtin.
-Serokdewletîya Iraqê 11.06.2000an de danezanek
eşkere kir û di vê danezanê de fermana
sirgûnkirina Kurdên ku li Xaneqîn,Haweceh,Daqoq û
Tuzxurmatu dijîn li herêmên Ereban dihat kirin.
-Kurdên,qempa ku bo derxistîyên Kerkûkê di herêma
Silêmanî de ji layê NY hatibû avakirin de diman di
nav belengazîyek dijwae de dijîyan.Berpirsyarêke
bilind ya NY ê bi navê Binon Syvan seredana vê qampê
kiribû û wiha gotibû:"Ezê rewşa Kurdên, ji ber ku
xwedî nasnameyên xwe derketine û Erebbûn nepejirandinê
ragihînim berpirsyarên li New Yorkê.
-Rapora mafên mirovan ku Wezareta Derwe ya Emerîka
weşandi bû wisa dihat gotin;"Rejima Iraqê ku di
çerçoveya pelamera Erebkirina de bi avayekî rêkûpêk
qedexeya derneketina kuçeyan pêk tîne û hewl dide
hin zêdetir Kurd ji Kerkûk derdixîne.
-Di Avrêla 2000an de 23 malbat (142 kes) ji Kerkûkê
hatin dûrxisitin.
-Di Gulana 2000ê de 46 kes sirgûnî herêma Kurdistanê
ku di bin desthilatdarîya Kurdan bû hate kirin.
-Di navbera 01.01.2000 û 12.08.2000an de bi
giştî 170 malbat(nêzî 1000) kes ji Kerkûkê hatin
dûr xistin.Hin ji wanan sirgûne başurê Iraqê hat
kirin.
-Rejima Iraqê dewrûberên wek Firokxaneya
Kerkûkê,baregehên polisan li cihên stratejîk ya
Kerkûkê de erdan û bo zû çêbûna xanîyên nû pere dida
Ereban.
-Wisa diyare ku bi giştî nêzî 100.000 Kurd ji
Kerkûkê hatine dûrxistin.
Encam;
Wekî ku tê dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji
bawerîyê der hatine kirin.Hin jî ji %50yê wan tehriban
nehatiye paşve vegerandin.Li gel vê yekê jî di
hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80
dengan vergirtin.Dibe ku ew jî behîta Neteweya Kurd
e.Kerkûk ya Kurdistanê ye.Divê em vê rastîyê bizanibin
û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram ûxwebawer
bin.Bi hêla çandî,dîrokî,sirûştî,erdnigarî ve
ango bi her şêweyî eşkereye ku Kerkûk
bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re
bidin pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya
Kurdên Başûre.Bi qasê Kurdên Başûr e,ji wan
bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û
Rojavayê.Bo xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê,
çavê Mejûyê li ser Gelê Kurd e.
Bo gihîştina dahatûyekê şad,azad û bihêz
divê bizava rizgarîya Kurdî xwe bi rêbazên reel ji nû
ve bihelsengîne û bernameyekê Netewîya Kurdistanê
dîyar bike.
Qonaxa 1. rizgarkirina Kerkûk e
Qonaxa 2. pêşxistina aborî,hêza leşkerîye û
Medyaya Kurdî ye.
Qonaxa 3. di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya
Neteweyî û piştgirîya girseyî ya Kurdistana bakur
bo Kurdistana Azad e..
Qonaxa 4. bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina
piştgirîya Cihanê ye.
Qonaxa 5. pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina
çarenûsa Neteweya Kurd.
Qonaxa 6. jî îlan kirina Dewleta Serbixwe ya
Kurdistanê û pêşxistina vê dewletê ye.
ÇAVKANÎ
Şemseddîn Samî(Kamûsu’l-Alâm)
Kurd(Kürtler) (Mehrdad R.Izady) (Weşanên
Doz-2004-)
Kovara Serbestî
Rêza Lêkolîn û Lêgerînê
Serhad B.RÊNAS
B.KURDISTANÊ-AMED serhadbrenas@yahoo.com
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.