BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî,
Fraksiyona partiyên Kurdistanê û nûnerên hilbijartî yên parlamentoya herêma Kurdistanê ji bo namzed û hilbijartina cenabê we ji bo postê seroktiya herêma Kurdistanê ku bi tevayiya 111 endamên parlamnetoyê di 12.06.2005ê de pêk hat, ciyê şanazî û sebilindiyê ye ji bo hemû kurdan.
Bê şik di dîrokê me de ev cara yekê ye ku gelê kurd bi hilbijartineka giştî ya demokratîk parlamentoya xwe hildibijêrin û ev parlamentoya hilbijartî jî we serokê dewletê hildibijêre. Serokatiya we yekemîn serokatiya Kurdistanê ye, ji bo wê dîrokî ye. Li kurd û Kurdistanê pîroz be.
Guman tê de tuneye ku seroktiya we erk û berpirsiyariyeka mezin derdixîne pêşiya cenabê we. Kêşeya Kerkûkê, navçeyên Kurdistanê yên ku hin bi herêma Kurdistanê ve nehatine girêdan, hukûmeteka yekgirtî ya herêma Kurdistanê ji wan hin kêşayen in, hin nehatine çareserkirin. Baweriya me ew e ku di van 4 salên ku di bin seroktiya we de derbas bibe ev pirs bên çareserkirin û gelê kurd bigihîje refaheka bilind.
Hûn bi xebat, têkoşîn, sebir û metaneta xwe ev seroktî ji herkesî bêtir heq kirîye. em Platforma Netweyeyî a Kurdistan-Bakur(PNK-bakur) bi hilbijartina we serbilind in. Bi hêvî û baweriya serkeftinê, em careka din serokatîya we pîroz dikin.
12.06.2005
M. Ali Yildirim
Li ser Navê Komîteya Birêvebir ya Platforma PNK-Bakur:
Partîya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê PADEK, Partîya Îslamî ya Kurdistan PIK, Partîya Sosyalist ya Kurdistanê- PSK, Partîya Sores ya Kurdistan KAWA, Partiya Rizgariya Kurdistan- PRK- RIZGARÎ
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.