BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
NEWROZ EVÎNA KURDISTANÊ YE
Newroz cejna evîndarên Kurdistanê ye; dilketîyên Newrozê dilketîyên Kurdistanê ne; evîndarên Newrozê bêyî Kurdistan dinyayekê qebûl nakin.
Newroz cejna wan Kurdan e ku Kurdistana niştimanê xwe di tu rewşan de bêxwedî nahêlin.
Newroz cejna wan kesan e ku bêyî Kurdistan jiyanekê nafikirin.
Newroz ne aşitî ye; Newroz têkoşîn, evîna serxwebûnê, tîbûna azadîyê ye.
Newroz serhildan li dijî zilmê, raperîn li dijî zaliman e.
Newroz hebûna Kurdan, hebûna Kurdan çikandina agirê azadî û serxwebûnê li serê zilmê ye.
Newroz Kurdistan e.
Newroz cejna wan kesan e ku, dibêjin bêyî Kürdistan Newroz, bêyî Newroz Kurdistan nabe.
Newroz qîrîna serhildana fetisandina dengê Kemalîzmê, hêrsa zarokên Kurdistanê, pêvekirina taca serxwebûnê li serê Kurdistanê, serberjêrkirina xiyanetê, bi kesk û sor û zer xemilandina Kurdistanê ye.
Bila newroz evîna azadî û serxwebûnê bi êgir xwedî bike.
Bila newroz bi agirên di dil de heta bi heta vêketî pîroz be.
AGIR LI NEWROZÊ, NEWROZ LI KURDISTANÊ, KURDISTAN LI KURDISTANÎYAN PÎROZ BE.
Rojan
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.