Siyaset

MESAJA SEROKÊ HEREMA BASURÊ VKURDISTAN BRÊZ SEROK MESUD BARZANÎ; BO SEROK WE

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

KÜRDİSTAN BAŞKANI MESÛT BARZANÎ\'DEN İNGİLTERE BAŞBAKANINA BAŞSAĞLIĞI MESAJI:

Nameyek serxweşiyê ji serokê Kurdistanê bo serokwezîrê îngîliztane

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber peqînên duhî yên heftê tîrmehê li Londonê di nameyekê de bo serokwezîrê brîtanî Tony Balirî serxweşî li wî û li gelê Brîtanyayê kir, ev deqa wê nameyê ye:

Ezîzê min hêja Tony Blair serokwezîrê Brîtanyayê

Ez ji ber bûyera Londonê ya cergbir bi navê gelê herêma Kurdistanê û bi navê xwe ji nîva dilê xwe serxweşiyê li we û li malbatên wan qurbaniyan dikim yên ko xweştiviyên xwe ji dest dane û ez beşdarî êş û azara birîndarên wê bûyera pirî metirsî ya bêgunehên komelgeha brîtanî dibim.

Gelê Kurdistanê di nav gef û encamên cergbir yên kiryarên terorîstî de jiyaye. Em jî li herêma Kurdistanê û di encama ji destdana canî û birîndarên van cure bûyeran rastî êş û azaran bûne. Digel hindê jî ev cure karên terorîstî neşiyan gavhavêtina me bo damezrandina pirensîpên azadî û demokrasiyê û berdewambûna me li ser programa xwe ya aştiyê rabiwestînin.

Em ligel we ne di bergirîkirinê de ji azadiyê û di îsrarê de li ser parastina aştiyê û jinavbirina wan yên ko zorî û dijwariyê bo bidestveanîna mebestên xwe bikartînin.

Mesûd Barzanî
Serokê Kurdistanê
7/7 2005

cavkanî.Nefel.com

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.