BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Li min bibore, Birêz Mam Celal, ez hîn jî pifî mêst dikim, ji lew re ev çend roj in ku ez her çiqas bi hilbijartina cenabê we bo Serokkomarîya Iraqê şa û bextiyar bim jî, dudilîyek bi min re peyde dibû.
Li ba me dibêjin VÎ MASTÎ HÎN DI ŞÎRTÎYA XWE DE DEVÊ MIN ŞEWITANDIYE. Ango berê şîrê germ vexwariye, dev şewitîye, êdî ji tirsa pifî mêst jî dike.
Ê min jî ew hesab bû; dema ku min dît ku Mam Celalê Kurdan wek nûnerê hemû Başûrê Kurdistanê posta herî bilind a dewleta Iraqê bidest xistiye, bê guman laş û giyanê min bi coş, şabûn, heyecan û hêvîyeke nedîtî tije bû, û vê nûçeyê li gel Kurdên seranserê dinyê ez jî xistim nav serbilindî û dilgeşîyeke bêhempa.
Lê belê dîsa jî divê mukir bêm, ango îtiraf bikim ku ev çend roj in min dikir nedikir destê min nedigirt ku ez jî wek gelek Kurdên din bi çend rêzan şabûna xwe bînim ziman û vê serketinê li we û hemû Kurdan pîroz bikim. Ev raman di serê min de diçû û dihat: Gelo me vê carê baş pifî mêst kiriye? Gelo wê berdêleke vê destketîyê hebe û ku hebe wê çi be? Kerkûk, Pêşmerge, çi? Gelo çima dost û dijmin hemû bi hev re şabûyî xuya dikin û pîrozbahîyê dikin? Hwd.
Bê guman herî baş tiştek dikane ji van pirs û dudilîyan re bibe bersîv; ew jî ew e ku hun bi xwe vê serketinê çawa dinirxînin. Ev çend roj in ku ez li benda vê bûm; min dixwest ez ji devê we bibihîzim ku hun vê pêngavê çawa dibînin.
Dawîyê min di rojnameya Aso de ev gotinên we dîtin:
POSTA SEROKKOMARÎYÊ ŞEREF Û PRESTÎJEK E, LÊ BELÊ NE XELATEK E. XELATA ME PÊKANÎNA HEMÛ DOZ Û DAXWAZAN E KU BI HEZARAN ŞEHÎDAN JIYANÊN XWE YÊN GIRANBIHA JÊ RE FEDA KIRINE.
Aha wê gavê dilê min yekser ket cîh, fikar ji serê min bidûr ketin, Mam Celalê hêja. Ez ê van gotinên we di mejîyê xwe de xweş bikolim û hêvî bikim ku hemû Kurd van gotinan ji bîr nekin û xebata we ya hêja di vê perspektîfê de bişopînin.
Pîroz be, Mam Celal, ev serketina we li we û me hemû Kurdan pîroz be û bila bibe pêlikek zexm di dirênceka pîroz a têkoşîna rizgarkirin û avakirina Kurdistanê de.
Rojan
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.