Siyaset

KÜRD Û HÛNERA ŞANOYÊ

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

Kurd ku yek ji kevintirîn neteweyên dunyayê ye, wek hîmdar û afirînerê hunera şanoyêtê nasîn. Pêştir li ser pirsa serhildana şanoyê dihate gotin ku ev hunera li Yûnanê serî hildaye, lê piştre xuya bû ku li Mîsra kevin de şano hebûye û niha pêka belge û lêkolînên zaftir hatiye selimandin ku çavkaniya şanoyê ji rewişt, tîtal û hincetên olî bûye, anku mirov dikare bibêje hevdem tevî serhildana efsane û ayînên kevin, şanoyê jî serî hildaye û hêdî hêdî kemiliye, hetanî gihiştiye qonaxa îro.

Îran jî xwediyê dîrokekî kevin û dirêje û bi Hind, Çîn û Mîsra kevin re wekî landik û navenda serhildana efsane û olên kevin yên cîhanê têne nasîn. Resentirîn neteweya Îranê jî neteweya Kurd e ku xwediyê dunyayekî berfireh ji efsane û ola ye, ji ber vê çendê em dikarin bibêjin yek ji afrînerên mezin yê şanoyê neteweya Kurd bûye û Kurd yek ji wan netewan e ku dikare xwe xwediyê şanoyê bizane.

Rê û resmên kevn û kilasîk wek "Kosebebe", "kosegelîn", "Mîrmîrên", "şah û Wezîr" û hwd... ji wan rê û resm û tîtalan in ku em dikarin bibêjin hîm û binetara şano û hunera şanoyê li ser van hatiye ava kirin û niha gihîştiye vê qonaxa xwe ya îroyînî.

Rûniştvanên Asiyaya Biçûk û Mezopotamiyayê pir ol bûn û baweriya wan bi zorê (Xwedayan) hebû. Xwedayên bi nav û deng yên wê demê Mad û Pars (Mîtra) û (Anahîta) bûn. Mîtra Xwedayê ronahî û germahiyê bû ku ev di rojê de dihat dîtin û Anahîta jî Xwedayê av û zelaliyê bû. Di ayina Mîtra de Ga nişaneya jiyan û avedaniyê dihate nasîn. Bi baweriya wan Ga ji bo şerê Ejdehayê dagîrkerê erdê tête dunyayê. Di nav zikê Ga de gelek rihberên din çê dibin û bi xwarina xwîna Ga mezin dibin û piştre jiyana wan a nû dets pê dibe. Ev baweriya yan ev efsaneye destpêka rê û resmekî zor dewlemend ya ayînî ye ku di nava Madan de edetî bûye.

Di vê rê û resmê de stran gotin, dawet û reqsîn bi awayên cur be cur û zaf hebûye. Herwiha li rê û resma qurbanî kirina Ga bo Mîtra ku ev rê û resme jî di roja ji dayîk bûna Mîtra de birêve çûye, ku piştre ev roje bi roja dayîk bûna Mesîh hatiye naskirin.

Her çiqas ew baweriya jî rast nine, ji ber ku ola Mîtra bi hezaran sal pêş Mesîh de hebûye. Ev rê û resmên cur be cur dema ku gihiştiye Yûnanê, desttêwerdanekî zaf têde hatiye kirin û boneya vê jî bi hinceta ji dayîk bûna Mesîh hatiye kirin û hetanî welatên Rojavayê jî çûye.

Ayîna Zerdeştî wekî ayîna Madan, ku em dikarin bi dayîka şanoyê bizanin, ji ber ku pir ji rewayet, gêraneveya ayetan û diyalogê ye, mirov dikare di Avestayê de çendîn şanonameyan derbixe. Bi baweriya Îbrahîm Ferşî yekemîn şanoname ya Gatayan bûye.

Evane diselimînin ku Kurd xwediyê ew bingeha dewlemend ya çandî ye ku şano têde hevên girtiye û bi liv û tevgera xwe rabûye ser pê, lê mixabin bi sedema nebûna derfet û deshilata siyasî ji aliyekê û dizî, wêran û talankirina neteweyên serdest û şerxwaz ji aliyekî din ve bûne sedema vê çendê ku ev sermaye û heyîna çandî ya Kurdê belengaz û perçiqandî ji mala vî bihête veguhastin bo malekê yan malên din.

Didome

soranrezayi@yahoo.com

Ji Rojnama Agirî
Weşana PDK-iran

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.