Siyaset

KÛRD Û HUNERA ŞANOYÊ 2-

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

Di para yekem ya vê gotarê de me ronahî xiste ser çawaniya hatine rojeva hunera Şanoyê. Me bas kir ku çawa komek diyarok, sinc û tîtalên civakî bûne hîmên hunera Şanoyê.

Di vê beşa gotarê de em bala we dikişînin ser çawaniya navnana vê hunerê û şirove kirina wê. Xwezayî ye ku her neteweyek yan komek ji mirovan ku bi hev re dijîn, ji bo her diyarok û kevneşopiyeke taybet bi xwe navekî şiyaw û jêhatî hildibijêrin. Lê mixabin gelê Kurd tevî vê çendê ku hîmdar û çêkerê vê hunerê hatiye nasîn, hêj nekariye hunera xwe bi Kurdî navdêr bike. Vê çendê jî du sedemên bingehîn hene:

1- Yûnaniyan xwe kûk û binetara vê hunerê ji Kurdan girtiye û bi hin guhartinan ev bi şêwazekî nûjen ya îroyîn derxistine û navek jê re danîne.

2- Kurdan ji ber tune bûna deshilateke xweser ya siyasî nema bikaribin guhartinên lezgîn û rojîn di civaka xwe de pêk bînin, ev jî ji ber vê çendê bû ku her gav êrîşên dujminan li pey wan de bûn ku vê çendê Kurd dixistine qonaxa berxwedaniyê û di rastî de jî berxwedan girîngtir bû.

Kurd heta destpêka sedsala 20\'an Şano bi awayekî nûjen û Rojavayî nedîtibûn û bo cara yekem Mehviyê Helbestvan (Huner) di dawiya sedsala 19\'an de wisa pesna Şanoyê dike!
Dunya Tiyatro ye, meweste tiya biro
kê mayewe ke nebûbê tiya tiro

Mehvî deqa navê biyanî bi kar dibe (Teatre), ku ev nave jî di çanda Kurdan û di zargotinên Kurdî de rengekî neqenc bi xwe ve digire û wateya rastîn ya vê diguhire. Di çanda Kurdî de Tiyatro bi wateya wan Jinên bedkar û cihên ku ev tê de dişuxilin, tê bikar anîn. (Bar, kilobên şevan û).

Di destpêka sedsala 20\'an û pê de zaraveyên din yên pêwendîdar bi hunera Şanoyê wekî: \"Piyes\", \"Diram\" û \"Tiyatr\" di rojname û belavokan de reng dan. Hin caran \"Nimayîş\" û \"Temsîl\" jî hatiye bikar anîn, lê ew ji zimanên Farsî û Erebî ve hatine nava zimanê Kurdî, gelek caran jî ji zargotina \"Misreh\"ê mifah hatiye wergirtin ku bingeha wê jî ji Erebî hatiye.

Bo cara yekemîn di nîviya sedsala 20\'an de helbestvanê nûxwez yê Kurd Ebdula Goran peyva Şano li şûna Nimayîş, Mesreh, Temsîl û Tiyatro bikar aniye ku ev jî ji nijadekî Îtaliyayî ya bi navê \"Şên No\" hatiye wergirtin.

Lê bi desttêwerdan û guhartinan bi terzên xwe yê îroyîn derketiye û bi kincê Kurdî xemiliye. Herçiqas Şano peyvekî bi kûk Kurdî nine, lê di dema îro de şiyavtirîn û bêtirîn nav ji bo vê hunerê ye. Peyva \"Scene\", \"Şênê\" yan \"Şên No\" peyvekî Îtalî ye ku di Firansî û Îngilîzî de bûye, \"Sen\" û di Farsî de jî \"Siên\" tê bi kar anîn.

Bi her awayî niha peyva Şano bi rindî cihê xwe girtiye û paşgirên wekî name, kar, gerî, nivîs, ger û hwd lê zêde dibin û peyvên wekî: Şanoname, Şanokar, Şanogerî, Şanonivîs û Şanoger çê dibin.

soranrezayi@yahoo.com

Ji Rojnama PDK-iran, Agirî hatîye vergirtin

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.