ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
L · 10.05.2009 · 1 görüntülenme
KEVNEŞOPÎYÊN XERAB
Û
WEHŞETA CERDEWANAN
Lokman Polat
Wehşeta ku cerdewanan li gundê Mêrdînê pêk anîn, anku kuştina 46 mêr, jin, zarok û sê jinên hemîle xwîna mirov sar dike, tûkên porên mirov radike. Ev wahşet bi gotinan nayê rave kirin. Di dîroka Kurdistanê de wahşeteke weha xwînxwarî nehatiye pêkhatin.
Ev qetlîam bi destê peywirdarên dewletê (cerdevan) ve hatiye pêkanîn. Bi çekên dewletê hatiye kirin û li ber pozê qereqolê çêbûye. Ji îfadeyên mêrkûjin xwînxwar yên cerdewan jî diyar dibe ku; wan bi zanebûn xwestiye kesê zindî nehêlin da ku bikarin bûyerê bixin stûyê PKK'ê.
Sedemên vê wahşetê ne yeke gelekin, lê sucdarê vê wahşetê netenê xwînxwarên mêrkûjin, sucdar di bingeha xwe de dewleta tirk bi xwe ye. Dewleta tirk ji dema damezrandina “Alayiyên Hemîdiye“ û ta îro kurd bi kurd daye kuştin. Cerdewanî sîstemeke birakujiyê ye, kurdkujiyê ye ku ji alî dewleta tirk ve hatiye avakirin.
Ji roja damezrandina sîstema cerdewaniyê heta niha bi destê cerdewanan gelek xirabî hatine kirin. Bi milyonan gundiyên kurd yên ku xwedî hesiyet û şeref bûn nebûn cerdewan, neçar man û gundên xwe terk kirin. Mal û milkên wan, bax û baxçeyên wan, erd û zewiyên wan li gund man û cerdewanan dest dan ser û ji bo xwe bi kar anîn. Ji pênc hezar zêdetir gundên kurdan bi destê dewletê hatine valakirin. Yên ku li gundan man, cerdewanên dewletê ne. Mal û milkên gundiyên ku bûne koçber ji alî dewletê ve li ser cerdewanan hatine tapû kirin. Ev jî dibe sedemê nakokiyê di nav gundiyên koçber û cerdewanan de. Binêrin dewlet bi xwe wan bera hevûdu dide, dike dijminê hevûdu. Dema gundiyên koçber vedigerin gundên xwe, dibînin ku cerdewanan dest daye ser mal û milkên wan û erdên wan ji xwe re diçinin. Ev nakokî di hemû gundên kurdan de di nav gundî û cerdewanan de heye û dikare bibe sedemê gelek bûyerên xirab di pêşerojê de. Cerdewan êrişê gundiyan dikin, dixwazin wan ji gund bikin derve û paşve bişînin bajaran. Dewlet jî ji vî tiştî re çareseriyeke nabîne û piştgiriya cerdewanan dike.
Gundiyên ku bûn cerdewan destê xwe xistin xwîna birayên xwe, wan dan pêşiya leşkerên tirk û li dijê çekdarên kurd yên li çiyan şer kirin, wan kuştin û hatine kuştin. Hêzên tarî yên dewleta dagirker a tirk li çend gundan li dijê cerdewanan qetlîam pêk anîn û kirin ser hêza çekdaran. Cerdewanan jî dewletê alîkarî, piştgirî û hêz û qûwet girtin û bi gundiyên birayên xwe xirabî kirin. Wan jî gundiyan kuşt û kirine ser hêza çekdaran. Cerdewanên mêrkûjên ku di vê bûyera dawî de 46 kesan kuştin, li gor xwe planek çêkirin ku ew hemûyan bikujin û kuştina wan bikine ser çekdaran. Lê, ev plana cerdewanan biser neket, têk çû.
Eşîrtî li welatên kolonî, nîv kolonî, welatên ku hatine dagirkirin û ji alî dagirkeran ve bi qestî paşve hatine hêştin û ji hêla aborî, siyasî û civakî ve gelek paşve mane, eşîrtî hêj jî didome. Di çanda eşîrtiyê de, di adet, tore û kevneşopiyên eşîrtiyê de tiştên gelek xirab hene û hêj jî têne pêkanîn. Yanî bi kurtahî aşîrtî kevneşopîyeke paşvemayî ye û di nav civakên paşvemayî de heye û herweha eşîrtî xwedî tradisyoneke nebaşe û kultureke wan î gelek xirab heye. Kultura eşîrtiyê adet û toreyên wan, kevneşopîyên wan nebaş in.
Di nav her neteweyî de kevneşopiyên baş û nebaş hene. Divê mirov yên xirab ji holê rake. Divê gel di hêla sosyal – civakî de bê perwerdekirin û bê hişyarkirin ku ew adet û toreyên nebaş pêk neynin. Hevûdu kuştin, şerê doza xwînê, eşîrtî, bûyerên wahşîyane di nav civakên paşvemayî de gelek pêk tên. Civak bê perwerdekirin dikare pêşî li van tiştan bigre.
Wahşet û qetlîama ku li gundê Mêrdînê hate pêkanîn bi çekên dewletê û ji alî sîstemeke ku bi destê dewletê hatiye pêkanîn û hêzeke nebaş hatiye pêkanîn rûda. Ev qetlîam bûyereke jiberxweve pêk hatibe û bi destê kesekî ku dîn û har bibe nehatiye pêkanîn. Ev bi plan û bi piştgiriya hêzên dewletê ji alî cerdewanên xaîn ve hatiye pêkanîn.
Encama vê bûyerê li hemberê doza kurd xirabiye. Bi vê bûyera wehşîyane, dijminên doza netewa kurd çepikan lêdixin û dibêjin “binêrin kurd wahşî ne, xedar in, mêrkuj in, nikarin xwe îdare bikin. Em dixwazin wan medenî bikin.“
Ev buyer tenê bi adet, tore û kevneşopiyên kurdan ve bê girêdan ji bo kurdan nebaş e. Di adet û toreyên kurdan de, di olên kurdan de –ola Zerdeşî, Êzîdî û Îslamê – de pêkanîna wahşetên weha tune. Kuştina jin û zarokan tune. Rayedarên hukumeta tirk, kesên wekî Cemîl Çîçek ku zilamê Ergenekonê ye û fermandariya artêşa tirk dixwazin sîstema cerdewaniyê pîrûpak derxin û sucdariyê bixin stuyê adet û toreyên kurdan.
Dewleta dagirker bi kirinên xwe zemîna qetlîamên weha amade dike. Ew ji bo pêşî li qetlîamên weha bigre nakeve nav tu hewldanek. Ew naxwaze ji doza kurd re, ji pirs û pirsgirêkên netewî û civakî yên kurdan re çareserî bibîne. Dewlet li çareseriyê nagere û lewre jî bûyerên weha pêk tê.
Di qewimandina vê bûyerê de, bi min armanca hêzên tarî, kesên ergenekonê û daxwaza fermandariya artêşê ev e ku mesaja; ’kurd paşverû û cahil in, toreyên wan belaya serê mirovahiyê ne û ew nikarin xwe îdare bikin' bidin cîhanê. Armancek din jî; şerxwazên dewlet û artêşa tirk xwestin êrîşê bavêjin stûyê PKK'ê û propagandaya ’PKK'ê sivîl qetil kirin“ li nav raya giştî belav bikin.
Dewleta tirk, fermandariya artêşê, hêzên tarî û cerdewanên xaîn bi vê kirina xwe biser neketin. Rûreşiya wan derkete hole.
Kurdkujî û bûyerên weha wahşîyane rûreşiya dewleta komara Tirk e! Kurdên welatparêz, pêşverû, demokrat, rewşenbîr, siyasetmedar û însanên xwedî wijdan ji ber bûyerên weha gelek xemgîn dibin. Li ber dikevin ku kurd bi destê kurd têne kuştin. Divê di qada netewî û navnetewî de dewleta tirk û sîstema wê ya cerdewaniyê bê şermezarkirin.
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.