ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
KRG · 19.09.2009 · 1 görüntülenme
Josef Biden cîgirê serokê Amerîkayê gihişte Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê re civiya
Duhî roja 17-09-2009ê Josef Biden cîgirê serokê Amerîkayê gihişte Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê û bi Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê re civiya.
Di civînê de ku heyeteke mezin ya herêma Kurdistanê û heyeteke mezin a hikûmeta Amerîkayê amada bûn, behsa têkeliyên di navbera herêma Kurdistanê di çarçoveyê Îraqê de li gel Amerîkayê hat kirin û her du aliyan tekîd li ser berdewamiya têkeliyên dostane û dîrokî yên navbera Kurdistanê û Amerîkayê kir.
Rewşa siyasî û emnî, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsên hilawîstî, qanûna gaz û patrolê, pirsa pêşmerge, budce û madeya 140ê mijarên sereke yên civîna navbera serok Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê bûn.
Piştî civna serokê Kurdistanê û cîgirê serokê Amerîkayê bidawî hatî, her du derketin pêşberî rojnamevanan û naveroka civnê ji mediyayê re eşkere kir.
Di axaftina xwe de serok Barzanî bi navê gelê Kurdistanê bi germî bixêrhatina Josef Biden cîgirê serokê Dewletên Yakgirtiyên Amerêkayê kir û û got:
- Ev civîn û serdane ji bo lihevguhertina bîr û rayan li dor rewşa Îraqê bi giştî û têkeliyên herêma Kurdistanê û Amerîkayê di çarçoveyê Îraqê de derfetek bû.
- Li vira em careke din tekîd dikin ku em dixazin bi rêya danûstandin û diyalogê hemû arîşeyan çareser bikin. Em bi temama destûra Îraqê ve pabend in.
Josef Biden cîgirê serokê Amerîkayê jî di axaftina xwe de behsa guhertin û pêşkeftinên herêma Kurdistanê û Hewlêra paytext kir û got:
- Hewlêr gelek pêşkeftiye û guheriye.
- Hikûmet û gelê amerîkî di wan hemû êş û nexweşiyan, yên ki li ser destê rijêma Bassê bi serê gelê kurd hatine, têdigihîje.
Li dor mijarên civîna bi Barzanî û Talebanî re Josef Biden got:
- Gelek pirsên giring hebûn ku min li gel Barzanî, Talebanî û Malkî beihis kirin.
Josef Biden behsa qonaxên paşerojê yên pirosesa siyasî li Îraqê û herêma Kurdistanê kir û got:
- Ji bo qonaxa dahatî gelek pirsên giring li pêşiya serokatî û parlamentoya Kurdistanê ne. Dikare ew pirs hemû li gor destûra Îraqa federe bihên çareser kirin û yekalî kirin.
Cîgirê serokê Amerîkayê eşkere kir ku di civînên wî yên bi Barzanî, Talebanî û Malkê re, diyar bû ku, ji bo çareserkirina arîşeyên di navbera her du aliyan de, îradeyeke paqij heye.
Di dawiya axaftina xwe de, Josef Biden cîgirê serokê Amerîkayê behsa kesatiya Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir û got:
- Ez ji azayetî û jêhatiya serok Barzanî ku karî wê mesûlîyet û wezîfeya dîrokî bigre ser milên xwe û cîbicî bike û rû bi rûyê rijêma jinavçûyî ya Bassê bibe, ecêbmayî dimîn im.
Duhî piştî nîvro Josef Biden cîgirê serokê Amerîkayê bi şandeyeke mezin ya hikûmeta Amerîkayê re gihişte Hewlêrê û li firkexaneya Nvadewletî ya Hewlêrê ji aliyê Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.