BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Ala Kurdistanê Li Lozanê Bilindkin !
Wek tê zanîn kû dewleta Tirk a dagirker u hawbendin vî ên nîjadperestên Faşîst bi navê İstiklal Savaşıyla kazandık Lozana dokunulamaz! li Lozan 24. 7. 2005 xwepêşandin li dardixin. Em wek Komela AllIENCE DES KURDES Ji bo ev meşa nîjadperesta dewleta Tirk a Dagirker were rawestandin u meşek bi navê Peymana Lozan meşru nîne, pewîste were helweşandin pêk bînin, me ji bo destur xwestin serlidana sazîyê dewleta Sivisra ( Isvicre) kirîye.
Armanca me ji alîyek, bi riya kanunî meşa Dewleta Tirk bidin rawestandin, doz li dadga vekin u ji alîyê din jî meşa bi nave Peymana Lozan ne meşruye pêwîste were helweşandin amade bikin.
Meş li Roja 24. 7. 2005 li Lozan demjimêr ( Seat ) 11 sibê heta pişt nîvro 15 bidomîne. Li meşê da, Ala u sembolên tu partî u rêkxistina neyn bilindkirin. Bi tenê Ala rengîn, ALA KURDISTAN were bilindkirin.
Ji bo beşdarbunek xurt, emê li gel PKE, Partî, Rêkxistin, Komel, Malper u mirovên welatparez ê Kurdistan peyvendi çêkin. Roja 24. 7. 2005, roja têkçun u şikestina zincîrên dagirkerî u serhildana serxwebun u Azadîya Gelê Kûrd u Kurdistane.
Rojhat Badikî
Bi Navê-Allience Des Kurdes
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.