Ji bo Mekteba Sîyasî a Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan û binemala Mam Celal,

Aso Zagrosi · 04.10.2017 · 2 görüntülenme

Ji bo Mekteba Sîyasî a Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan û binemala Mam Celal,

Ji bo Mekteba Sîyasî a Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan û binemala Mam Celal,

Me bi dilekî xemgîn û kul nûçeya koça dawîyê a tekoşer, peşmerge, dîplomat, nivîskar, sîyasetmedar û serokê Kurd Mam Celal bihîst.

Mam Celal hemû jîyana xwe ji bo doza Kurd, azadî û serxwebûna Kurdistanê terxan kir û qet careke jî sengerê şoreşa Kurdistanê çol nekir. Wî di hemû jiyana xwe a sîyasî û dîplomasî de hewl da doza Kurdistana dabeşkirî bide nasîn û pêş bixe.. Mam Celal di bar û doxên here xirap de qet peywendîyên xwe ên nişmanî ligel Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê qut nekir û her wekî parêzerekî Kurdayetîyê di tekoşîna niştimanî de berdewam bû. Sed heyf û mixabin koça dawîyê a Mam Celal di van rojên dijwar de zirareke gellek mezin e ji bo doza gelê Kurd.

Bi navê Tevgera Kawayê û hemû qadir û alîgirên xwe serxweşîyê li we, li xwe û li hemû Kurdên cîhanê dikin.

Bila serê gelê Kurd sax be!!

Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî û azad!!

TEVGERA KAWA

04.10.2017

 

 

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.