Siyaset

Îro hertişt qirêj e

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

Îro wêneyên çavên pembebûyî, bêhnên çikîyayî, çermên bipîne, laşên piçûk ên hişkbûyî, gundên di nav mij û dûmanan de wek hûrikên camê li nav dilê min ê xwînbûyî rûdine, îro çav nagirîn, dil digirîn. Îro bîr bi wêneyan bibîr tîne. Îro ku derkevin derve, mirov wek endamên şikestî, rûxayî, xerabokî, xwînbûyî xuya dibin.

Îro mirov kom bi kom, lod bi lod, mirî, wek laşên jihevketî xuya dibin. Îro dikevim nav êş û xeman, dinyê dijmin dibînim, kîn tije dibe laşê min, bi serhildanê kef dide dilê min, bi tolhildanê dike xuşîn xwîna rayên min.

Îro dinya adî, dinya bêbext, dinya xayîn; îro mirovatî pênc pere nake; dîn, îman, kîtab, bîr û bawerî, afirandî, afirandêr, exlaq, moral li dezgehên kuçeyan tê firotin.

Îro meriv gor bi gor bigere li Helebçê, îro meriv kîn bigire, kîn bigire, nefret bike ji vê mirovahîya bêesil. Îro meriv ji Tirkê ku laşên teze yên kîmye-jahrdayî raberî çapemenîyê nedikir, ji Erebê tazî ku bi qerf û ken li laşên hûrik ên Kurdan dinêrî, ji xemgînbûnên sexte, kurtepista sar a mafên mirovan ên Rojava bikerixe.
Îro, axx îro wê qet sehal bibe ev dilê Kurd ê perçe perçe.

16 Adar 2005

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.