Gotinên pêşîya -17

24.11.2008 · 2 görüntülenme

Gotinên pêşîya -17

Diyar AYDÎN

340- Bê qatix şîr havên nagire.
341- Bê şer û teşqele kar nemeşe.
342-Bê Şêx u Pîr meçe dîwane mîr,kû tu nekevê halê feqîr.
343- Bê xîret bê îman in.
344- Bê xedê dibe lê bê xwedî nabe.
345-Bê dahol u zirne nereqise.

346- Bêndere şirîke çûke xwerî ye.

347- Bêje; bêje ziman ditêje.

348- Bêş hat ser maldaran, avêtin ser feqîr u jaran.

349- Bi bêjingê tîrêjê rojê nayên girtin.
350- Bi bêxemîtîyê mîritîyê.
351- Bi darê zorê hezkirin nayê Torê.
352- Bi darê zorê pîr avêtên binê bîrê.
353- Bi dereva aş nagere.
354- Bi derewe mal ava nabe.
355- Bi destê jinê mirîşk naye serjêkirinê.

356- Bi dorêye, ne bi zorêye.
357- Bi eqilê vala tu kes nagihê hevala.
358- Bi got got kes naçe cot.

359- Bi girî ranabin mîrî.
360- Bi gotinê xweş mar ji qulê derdikevê.
361- Bi dizre dixwe û bi xwedîre şînê dikşîne.
362- Bi gûlekê buhar nayê.
363- Bilavlavê tu kes ji ber jinê xelas nabe.
364- Bi nexweşen re çû ser zebeşen.

365- Bi tajîyê xelkê neçe nêçîrê.

366- Bi te xweşe û min şêst û şeş caren ne xweşe.

İlgili

Yorumlar (2)

Îsmaîl Girikî · 17 yıl önce

Kekê can ez nizanim lê ez dibêjim şaşîtiyek livêde heye. 365-Bi tajîyê xelkê neçe nêçîrê, Ez bawer dikim te xweytsiye vê bêjî: Tajiya bi zorê biçe nêçîrê,netu nêçîre. (li herêma me, em vê gotinê bi vî rengî bi kar tînin ) Silav û rêz Îsmaîl Girikî

Diyar AYDÎN · 17 yıl önce

silav birêz Girikî Birastî we ez xafil girtim! Ez spasîye we dikim ji bo vê rastkirinê. Birêz Giriki li hêla me (li cem me) dibêjin "Bi tajîyê xelkê, nêçîr nabe". Lê wekîdinjî wek kû we anî ziman jî " Tajîyê bi zorê biçê nêçîrê, netu neçîre" tê gotin. carekdin ji bo zahmetîye we ez sipasîye we dikim. Bimînin di xweşîye de. silav u rêz Diyar Aydin

Anonymous · 17 yıl önce

1-Çavên li deriya xwelî li serîya 2-Ji bo xatirê xatiran, diçin ser dînê(ola) kafiran 3-Jin stûna malê ye 4-Hamû kar birastî,rûn dikeve mastî 5-Dîkê çê di hêkê de ban dike 6-Çû heyfa bavê qûna dê li ser kir 7-Heta me xwe naskir,emr xelaskir 8-Dîtin û gotin nabe wekhev 9-Xweş xebere lê min ne bawer e 10-Sofî Xelef keda te çû bertelef 11-Ne bûkê ne jî berbûke 12-Devê xelkê ne doxîna te ye ku tu bigir e 13-Kesek ji bo xêrê naçe Dêrê 14-Ji xelkê re gule,ji xwe re kul e(Jixelkê re Jîre ji xwe re Kwîre) 15-Bixwu mîna mêran, bimre mîna Şêra 16-Qenc kiro bi xwe kiro xerab kiro bi xwe kiro 17-Hinek dikin ,hinek dixun 18-Sal bi sal em dibêjin xwezî bi par 19-nanê bê xwê dixu tirê şor dike 20-Ne ji malkê nizane bi hewalkê 21-Zikê têr haj ê birçî tune 22-Dengê tenê Elîyê şêr be deng jê nayê 23-Mêr ketine Kewaran jin çûne hawaran 24-Teyrê baş bi refên xwe re difire 25-Dîtina çavan qinyata dilan 26-Şam şekire qelat şêrîntire 27-Dengê defê ji dûr ve xweşe 28-Şevên tarî ji êvardexuyane 29-Ne dixu bedide hevalan, genî dike davê newalan 30-Destê bi tab li ser zikê têre Yên din bela bimîne carekî din!

Anonymous · 17 yıl önce

Re: Gotinên pêşîya -17 Gönderen: bekir (IP Kaydedildi) Tarih: 25 November, 2008 17:08 1-Çavên li deriya xwelî li serîya 2-Ji bo xatirê xatiran, diçin ser dînê(ola) kafiran 3-Jin stûna malê ye 4-Hamû kar birastî,rûn dikeve mastî 5-Dîkê çê di hêkê de ban dike 6-Çû heyfa bavê qûna dê li ser kir 7-Heta me xwe naskir,emr xelaskir 8-Dîtin û gotin nabe wekhev 9-Xweş xebere lê min ne bawer e 10-Sofî Xelef keda te çû bertelef 11-Ne bûke ne jî berbûke 12-Devê xelkê ne doxîna te ye ku tu bigir e 13-Kesek ji bo xêrê naçe Dêrê 14-Ji xelkê re gule,ji xwe re kul e(Jixelkê re Jîre ji xwe re Kwîre) 15-Bixwu mîna mêran, bimre mîna Şêra 16-Qenc kiro bi xwe kiro xerab kiro bi xwe kiro 17-Hinek dikin ,hinek dixun 18-Sal bi sal em dibêjin xwezî bi par 19-nanê bê xwê dixu tirê şor dike 20-Ne ji malkê nizane bi hewalkê 21-Zikê têr haj ê birçî tune 22-Dengê tenê Elîyê şêr be deng jê nayê 23-Mêr ketine Kewaran jin çûne hawaran 24-Teyrê baş bi refên xwe re difire 25-Dîtina çavan qinyata dilan 26-Şam şekire welat şêrîntire 27-Dengê defê ji dûr ve xweşe 28-Şevên tarî ji êvar de xuyane 29-Ne dixu bedide hevalan, genî dike davê newalan 30-Destê bi tab(ked) li ser zikê têre Yên din bela bimîn in carekî din!