BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Ez van rojan bala xwe didim rojeva Kurdên Bakur, qet tishtekî zelal, têr shîrovekirî û rênîshander nabînim..
Ji bo vê yekê jî ez reshbînim... Hinek heval û dostên min dikarin ji vê yekê an jî ji ber vê helwesta min nerazîbûyîna xwe diyarbikin..
Kurdên Bakur bê îdeolojî bê sîyaset man e.
Pêsh 12 Îlona 1980ê û heta derecekê pêsh ruxandina dîwarê Berlînê, Tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê di bin kargerîya bîr û bawerîyên Cep de bû... Hemû hêzên sîyasî ên Kurdistan bi awayekî vekîrî û eshkere xwe wekî hêzên cepgir didan xuyakirin û her yekê xwe wekî beshek ji beshên tevgera cep û sosyalîst nîshan didan..
Pîshtî ruxandina dîwarê Berlînê, Tevgera Kurd jî bê Qabe û bê navenda rêvebir ma.. Wê demê karên propagande û avakirina teorîyên zanistî gellek asan bû.. Ji ber ku, Kurdên me pêwîstîya hewlên lêkolînê nedidîtin... Hemû teorî û kategorîyên pêwîst bi awayekî gishtî, ji alîyên dezgayên wan welatan ve ku xwe wekî sosyalîst didan nasîn, dihat amade kirin...
Ji ruxandina dîwarê Berlînê ve heta niha Tevgera Cep a Kurdî li benda Godo ye.. Godo jî qet naye.. Cepên Kurd ev 15 salin di derheqa sosyalîzmê de qet tishtek negot û nenivîsî.. Bê bawerîyek temam di nav tevgera Kurd de peyda bû... Cepên berê sherm dikin, bibêjin, ew cep in û sosyalîst in.. Ev cendîn salin, em navê Marx û Lenîn jî nabihîzin... Berê hezaran Kurdan ji bo marxizm û leninîzmê hevdu dikusht... Lê îro qet kes qala vê yekê nake... Gelo ev yeka hanê tishtekî normal e an na?
Mirov dikare wisa bi asanî ji bîr û bawerîyên xwe biqete û rûpelek din veke û bibêje do do bû, îro jî îro ye... Gelo gelê dikare bi mirov û rêkxistinên wisa bawer bike?
Bersiva van pirsîyaran asan nîne....
Berê herhes sosyalîst bû... Niha jî herkes bûye alîgirê kapîtalîzmê û pesna lîberalîzmê dikin... Herkes bi yek dengî diqîre û dibêje: Ez nijadperestê Kurd im, ez kurdperwer im, Cep dujminê Kurdan e û cepan mala Kurdan shewitandîyehtd...htd...
Lê heta niha kes hewil nade hîm û bingehê nijadperestîya Kurdan bavêje... Kes naxwaze xwe biwestîne ji bo karekî wisa...
Do Rusya hêzeka serîkî a dunyayê bû. Ji ber vê yekê Kurdên me digotin : Bijî Rusya.... Îro jî Amerîka hêzek wisa ye û em dibêjin : Bijî Amerîka....
Sibê cawa dibe? Nizanim..............
Bi a min, pêwîst e hemû hêz û kesên Kurd, kî li ser kîjan bawerîyê be, bila bibe. Lê herkes pêwîst e sedemên parastina bîr û bawerîya xwe bide dîyar kirin... Îro li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya me gengesheyek bingehî heye... Ji ber ku temû tisht tevlihev bûne wekî sergo lê hatîye û genî bûye...
Wê dema gelek an neteweyek bê rêkxistin, bê teorî, sîyaset, bê îdeolojî be, ew gel bê stratejîya netewî ye... Rojeva wî gelî tun e... Heke car û bar hinek tisht bên rojevê, ew jî ji alîyê derekî ve tên..... Ji sûd zêdetir, zîyanê dide wî gelî...
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.