Siyaset

GELO LI EVRUPA, BI ZIMANÊ TIRKÎ KESEK KARE RÊYA WC BIVÎNE!

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme

Carna ez kû li der u dorê xwe dinirêm, dilêmin min pir teng dibe, divêjim gelo emê kîngê bi asanî di hemu varîda zimanê xwe biaxifin. Emê cawa ji vî zimanê dagirker ê parsek rizgarbin. Ez bawerêm ev asteng, girêdaye bi hestê netevî u xebata sîyasî.

Zimanê me jî wek xebat u celakîyên me ê polîtik belangaz u sherpeze bîye. Bêrî cend roj min li teksta Tv`ye da cend nuce xwend, ji wan nuceya, yek nuce jo bo min pir balkesbu. Di nuce ya ku li tekstê da hatibu nivisandin, li ser xebat u calakîyên Tirkan, ên li dervayê welat kû ji firbuna zimanê xwe bu.

Ev nezîkê saleke ku karbidestê dewlata Holanda bi ber hinek egera, perwerda zimanê Tirkî rawestandbun. Lê Tirkên kû li Holanda dijîyan li dijî ev bîryarê derketên u ji bo mafê zimanê xwe dest bi calakîya kirin.

Ez baverên ku dinav van Tirkan`da mirovên Kûrd jî hene. Pêstî kar u xebat Tirk carek din gihîstên mafê xwe u dîsa perwerda zimanê Tirkî li Dibistana destpêkir.

Niha ez difikirim gelo mirovên me ên li Evrupa dijîn nikarên ji Tirka mînak wegêrên u ji bo bi zimanê Kurdî zarokên me perwede bibin. Ez bawerên hêjmara Kûrdin me ên li Evrupa dijî ji Tirka pir zêdetêre.

Gelo Partî, rêkxistin u rewsenbîrên me, nikarin nakokî yên xwe bidin alîkî u dest bidin hevdu ji bona vî armancê dest bi xebat bikin?

Carna ez li forma dixweynim hinek mirovên me li Welat bi Tirkî nizanên, tên Evrupa u lê Evrupa firê Tirkî dibin!

Ez pir ecêbmay dibim, ev ci nexwesîye ku mirovên me li Evrupa firê zimanê bîyanî wek înglîzî, fransizî an Elmanî nabin dicên firê zimanê Tirkî dibin.

Gelo fêrbuna zimanê Tirkî cê dide wan ji xêynê zirarê u asîmilasyonu! Li Evrupa ku bi zimanê Tirkî, ez bawerêm kesek rêya WC jî nîshan nade!

Ez bawerêm astengîya herî mezin li rêya yekîtîya rêkxistên Rewsenbir u partîya zimanê Tirkîye. Heta em dev ji zimanê Tirkî bernedên, hemu berhemê me bi zimanê tirkî be, bêakubetî jî ji nav me ranabe.

İlgili

Yorumlar (0)

Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.