“
1- Ji bona kurdan KURD-KAV xwediyê taybetiyekê ye. Lewra li Bakurê Kurdistanê, piştî salên 1960-yî cara yekem bû ku bi nasnemaya “kurd” dezgehek kurdî ava bû. Loma jî divê hemû kurd, bi taybetî jı damezrêner û endam ji KURD-KAVê re xwedî derkevin û KURD-KAVê pêş bixin.
“2-KURD-KAV, wek dezgeh weqfek e. Lê KURD-KAV ji weqfên din xwediyê taybetiyên cihê ye. Weqif, girêdayî peymenekê, girêdayî qada xebat û fonksîyona weqfê ya taybet ji aliyê kesên nesiyasî û taybet û eleqeder de tê ava kirin. Lê KURD-KAV bi giranî ji aliyê siyasetmedaran de hat ava kirin. Ew jî bûye sedem ku fonksîyona KURD-KAVê ya bingehî û esasî, fonksîyona siyasetê bikeve nav hevûdu û pir caran jî fonksîyona siyasî giraniyê çê bike. Loma jî KURD-KAV bibe qada reqabata siyasetê.
“3-Loma jî KURD-KAVê hemû kategoriyên civakê eleqeder kiriye û bi taybetî jî sinifa siyasî zêdetir eleqeder kiriye.
“4-Divê bê zanîn ku her dezgehek xwediyê fonksîyonekê ye û divê gorî ev fonksîyona xwe tevbigere. Partiyên siyasî fonksîyon û karên siyasî dikin. Komele, kemeleyetî dikin. Weqif jî, kar û xebatên pisporî yên ku di peymanên xwe de hatine diyar kirin, pêk tîne.KURD-KAV jî divê wek weqfê gorî peymana xwe fonksîyona xwe zelal bike û gorî fonksiyona xwe ya bingehî tevbigere. Di navbeyna fonksiyona xwe û fonksîyona siyasetê de xetekî qalind bikşîne.
“5-Weqf, karên pisporî dikin. Loma jî divê xebatên KURD-KAVê jî bi profesyonelî bê meşandin. Loma jî divê çend profesyonel bên amade kirin û ji bona wan profesyonalan derfet çê bibin. Heger kêmtir in, ji aliyê fonksîyon û qabiliyetan de serokê weqfê profesyonel be, jiyana weqfê hem domdar dibe û hem jî pêşketina weqfê pêk tê.
“6-Divê hemû edamên Komîteya Birêvebir ya KURD-KAVê di çerçewa fonksîyon û dezgeha weqfê de bên perwerde kirin. Endamên Komîteya Birêvebir biçin qursan û an jî li weqfê qurs bên hûnandin. Bi taybetî jî, divê endamên rêvebir yên KURD-KAVê di qada projeyan de bên perwerde kirin.
“7-Ji bona ku KURD-KAV pêş bikeve, divê bi pispor, edebîyadzana, hûnermend, zanistan re danûstandin bên kirin, ji wan piştgirî bê girtin.
“8-Ji bona ku endamên KURD-KAVê beşdarî xebatên wê bibin, divê ji bona endaman projeyên taybet bên meşandin.
“9-Ez jî bi pêşniyara avakirina zanîngeha kurd û dibistana kurd re me.”
*****
Komîteya Birêvebir, yanzdeh (11), nivîskar û hûnermend û siyasetvan ji bona endametî pêşniyar kirin û endametiya wan ji aliyê nûnerên kongreyê de hatin pejirandin. Ew kesan: Zeynel Abîdîn KAYA, Î
brahîm GUÇLU, M. Şah ARAS,
Nevîn ÎL, Mehmet Emîn BALTAŞ,
Mehmet Salih OZGOKÇE,
Mehmet OLÇER, Osman KARAVÎL,
Hiseyîn Cîhan BAYKARA, Zîya AVCI,
Suphî ORAK, Faruk DURRE,
Aydin HASAR, Gulperî SEVÎM,
Ahmet ONAL in.
*****
Kongre bi hilbijartina rêvebiriyek nu bi dawî bu. Rêvebirên nu yên weqfê ev in: Kasim ERGUN,
Mazhar KARA, Fîsun KILIÇKAP PARLAK,
Abdurrahîm ESER, Bahattîn AYAZ,
Alî ÎNCESU, Ozgûr BASUT,
M.Emîn EREN, M.Behlul YAVUZ,
Abdurrahîm DELÎ, Zeynel Abîdîn ZINAR.
*****
Kongreya 11-emîn a KURD-KAVê, gorî agahdariyên nûner û berpirsiyarên KURD-KAVê, cara yekem e ku ji derveyî niqaşeyên siyasî domandiye.
Ev kongereya ji bona KURD-KAVê dê bibe qonaxek nû û an na, dê di pêşerojan de diyar bibe.