ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
14.08.2008 · 1 görüntülenme
[center][b]GELÊ KURD NE BÊ XWEDÎ YE![/b][/center]
[center][img]http://img134.imageshack.us/img134/4100/15tebaxmi3.jpg[/img][/center]
Gelê kurd di bin geflêxwarina dewletên dagirkerên Kurdistanê de, 25 saliya pêngava 15ê Tebaxê pîroz dike. Di van rojan de têperînek balkêþ di navbera serokên dagirkerên Kurdistanê de tê dîtin. Têperîna di navbera Tirkiye, Sûriye û Îranê de, ne ji xêra kurdan re ye. Kengî di navbera van dewletan de çûnûhatinek wiha çêdibe, tê dîtin ku dek û dolabên nû yên li serê gelê kurd werin gerandin tên plankirin. Bi vê sedemê divê gelê kurd ji her demê zêdetir hiþyar be û di rewþek xweparastinê de be.
Xweparastin mafê herî xwezayî yê hemû heyîneyên li xwezayê dijîn e. Þînatî, ajal û mirov tev, li hemberî xetariyan bi awayek xwezayî reaksiyonê didin der û dikevin rewþa parastina jiyana xwe. Jiyîn mafê herî bingehîn ên heyîneyan e. Her heyîne xwediyê mafê jiyînê ye. Mirovan ev maf piþtî têkoþîneke dijwar û dûvdirêj hilgirtine bin zagonên gelemperî; lê tevî vê jî, li gelek welatan sazûmanên dijmirovî, yên vî mafî nanasin hene. Ev sazûmanên wiha ne tenê li hemberî mafê jiyînê yê mirovan, li hemberî mafên þînatî û ajalan jî êrîþkar û nenas tevdigerin.
Li Kurdistanê her sal destpêka havînê dema pûþ dest bi hiþkbûnê dike leþkerên tirk wê dest bi sotina dar û deviyên Kurdistanê bikin û vê þewatê heta berf û barana derengiya payizî bikeve didomînin. Bi sotina dar û deviyan re hêlîn û kunmalên bi hezaran cureyên ajalên vî welatî jî tên þewitandin. Dema agir bi darisatanê dikeve, gelo kîjan dil dikare guh bide ser axîn û nalîna ji hinava kezeba þînatî û ajalan bilind dibe?
Dagirkeriya desthilatê Kurdistanê bi hovitiyeke dijwar êrîþî ser hemû hebûnên gelê kurd dike. Ji xwe sererd û binerd nehiþtine; tev talan kirine, çelpandine, dizîne û yên mane jî dest danîne ser. Çend kevnareyên dîrokî yên mane jî bi tilama lêkirina bendavan vedikolin û tiþta tê de tev dikiþînin muzeyên welatê xwe; li cihê wê kavilekî dihêlin û çavê dijmin bi wê jî bar nabe, wê dawî noqî binê avê bikin.
Ger tu dixwazî gelekî ji holê rakî, ziman lê qedexe bike, dîroka wê pê bide jibîrkirin û wê bê nasname bihêle… Tiþta bi serê kurdan de tînin jî ev e. Dixwazin wiha bi serê kurdan bînin ku piþtî çend deh salên din ti delîlek ku kurd li ser xaka Mezopotamya jiyane li holê ne mînin.
Kurd ev 25 sal in bi sedema parastina rewa li ber xwe didin. Berxwedana gelê kurd, berxwedanek rewa, mafdar û pêwîst e. Tevî ku ev berxwedan heye, dagirkerên Kurdistanê ti mafên gelê kurd naxwazin binasin. Baþ e, ku ev berxwedan tinebaya wê rewþa gelê kurd çawa ba?
Diyar e ku berxwedana gelê kurd tinebaya, niha bi navê kurd û Kurdistanê zêde tiþtek wê di destê kurdan de nemabaya. Çima?
Ev 25 sal in li Kurdistanê têkoþînek jiyînê di her warî de tê dayîn; lê tevî vê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonek mezin li ser gelê kurd tê meþandin. Bi milyonan kurd bi tirkî diaxivin, bi tirkî dijîn û dema ji wana tê pirsîn, di navbera tirkbûn û kurdbûnê de zêde ferqiyê nabînin.
Bi milyonan kurd ji têkoþîna azadiyê bêxeber ango bêpeywendî dijîn. Di nava sazûmana desthilat de cihê xwe digrin. Memûrtiyê dikin, leþkertiya dijmin dikin. Bi hemû peywendiyên xwe bi sazûmana dijmin ve xwe kirine yek û wê bi hêz dikin.
Bi milyonan kurd bi desthilatdariyê re di nava têkiliyên xerab ên xisarê didin nijada kurd de ne. Çete, sîxur, cerdewan, polês, siyasetmedarên di nava partiyên nijadperest de, nokerên dewletê û hwd. Tev di vê beþê de ne û bi awayekî zanistî dijberiya doza gelê xwe dikin. Gelek ji vana bi îxbar an rasterast bi hilgirtina çekan him dijminatiya gelê xwe dikin û him bi vê kiryarê hêz didin jiyîna dewleta dagirker.
Ev rewþa xerab a bi milyonan kurd tevî hebûna têkoþîna azadî û rizgariyê wiha heye; ger têkoþîna azadî û rizgariyê tinebaya, dibe ku tevahiya gelê kurd niha di vê rewþê de ba ya û ji rastiya xwe bi tevahî dûr ketibaya.
Bi vê sedemê, divê gelê kurd baþ têbigihêje nirx û buhayê pêngava 15ê Tebaxê. Ev pêngav di dîroka gelê kurd de, bendek li pêþiya têkçûna hatiye lêkirin e. Mirovên kurd cara yekem bi hebûna xwe û mafên xwe hisiyane. Mirovên kurd bi kiryarên dijmin ên li ser gel û xaka kurd dimeþîne jî bi germahiya vê pêngavê hisiyane.
Îroj ger hinek kurd dadikevin kolanan û doza zimanê xwe, nasnameya xwe, mafên xwe diqêrin, ev bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye. Ger îroj zarokên kurdan giyana xwe di ber doza azadî û rizgariya Kurdistanê de didin jî dîsa bi saya vê pêngavê ye. Û ger îroj gelê kurd gihiþtibe asta berxwedana parastina rewa dîsa bi saya vê pêngavê ye.
Dagirkerî bi vê sedemê pir bi hêrs e. Ji xwe dipirse û dibêje; ``Min ev gel kuþtibû, xistibû binê erdê û ser beton kiribû. Ew çawa careke din derket ser ruyê xakê û zindî bû. Na, na. Ev xewneke ez dibînim. Ez vê þînbûnê napejirînim. Divê ew mirî be. Ji bo careke din binerd bibe çi pêwîst be ezê bikim.``
Evqas înkarkirin, evqas redkirin, evqas domandina þer, evqas qirêjkirina vî þerî tev bi vê sedemê ye. Dijmin dibîne ku gelê kurd di hundirê berxwedanê de, xwe vedijîne û ji ber vê diqehire, diteqe û zêdetir êrîþkar dibe.
Li hemû peywendiyên siyasî, aborî, leþkerî û dîplomatîk ên li dagirkeriyê binêrin, tev li ser bingehê redkirin û tinekirina doza gelê kurd e. Kîjan dewlet bêje; `Li Tirkiyê mafên kurdan nayên xwarin, PKK terorîst e!` hikûmet û rayedarên Tirkiyê, dikarin derpiyê diya xwe jî diyarî wan bikin.
Bi pêngava 15ê Tebaxê gelê kurd ji vê cîhana newekhev re dibêje ku; ``Ey cîhana bêbext, we tevan dest da hev û laþê min kir çar qet. Her qetek di bin destê hovekî de kir xulamek bê maf, lal û kerr! Min tovek ji hinava xwe zîl da û bi tîrêjên rojê re da himbêzkirin. Çavên we bar nebûn ku þînbûna min bibînin. Bi potînên xwe we xwest min bipelixînin, katên min bisojînin, cardin binerd bikin. Lê ez bi înada deviyên Kurdistanê li ber xwe didim. Xwe li hemberî êrîþ û bêmafiyên we diparêzim. Di vê parastinê de ezê xwe ji qirêjiya kiryarên we bi agir biþom. Xwe nû bikim. Zindî bibim. Vejînim. Lê hûn her ku biçin, wê kevnare bibin, birizin; di nava hêrs û bêmafiya xwe de, goþtê laþê xwe bixwin û tine bibin…``
Gelê kurd bi vê sedemê sipasdarê amadekar û pêkanêrên pêngava 15ê Tebaxê ye. Her çiqasî gelek kurdên xwe zane dihesibînin, lê ji rastiya gelê kurd dûr in, dixwazin aliyê þer ê pêngava 15ê tebaxê derxin pêþ û wiha, wê ji cewherê wê vala bikin, mezinbûna wê kêm diyar bikin jî, nikarin bi serkevin. Ji ber ku pêngava 15ê Tebaxê ne tenê pêngavek leþkerî ye. Ew pêngavek rûmetî, exlaqî, felsefîk, etîk, estetîk û jiyanî ye.
Bi vê pêngavê gelê kurd û Kurdistanê ji bêrûmetîkirina dagirkeriyê re dibêje; `Êdî Bes e!` Bi vê pêngavê gelê kurd ji hilweþîna di warê çand, ziman, wêje, tore, exlaq, namûs, felsefe, dîrok, nirx, maf û hemû hebûnên mirovan dikin mirov re dibêje; `Êdî Bes e!` Bi vê pêngavê ji qirkirina dijmin a rojane li ser gelên Kurdistanê dimeþîne re dibêje; `Êdî Bes e!`
Bi vê sedemê pêngava 15ê Tebaxê, roja destpêkirina þoreþa gelê kurd a di her warî de ye. Ji mafê gelekî bigir, heta mafên jinê, mafên yek yek mirovan, mafên þînatî, ajal û xakê, mafê jiyîna hemû heyîneyên li ser xaka Kurdistanê tê rojevê; lêpirsîna van tê kirin û ji bo bidestxistina van têkoþînek parastinê tê dayîn. Ji bo vê jî di warê bîrûbawerî, raman, hest û giyanî de xwenûkirinek mezin, vejînek mezin tê jiyîn. 15ê Tebaxê ev vejîn e. Bi vê sedemê gelê kurd bi pêngava 15ê Tebaxê bi kurdbûna xwe dihise. Bi hebûna xwe, bi mafên xwe dihise. Bi hisînê jî namîne dest diavêje pirtûk û çeka xwe; xwe zane dike û li ber xwe dide. Ev bi tena xwe serkeftinek herî mezin e. Bi vê sedemê pêngava 15ê Tebaxê bi destpêkirina xwe, serkeftin bi dest xistiye. Ew ji gelê kurd re bûye piþtqewînî.
Beyana vê pêngavê, beyanek qêrîna vê rastiyê ye: `Gelê kurd ne bê xwedî ye. Dema dilê we bixwaze hûn nikarin wê înkar, red û tine bikin. Ger ev gel ji holê bikaribe were rakirin jî, wê ev yek di nava bêdengiyê de pêk neyê. Bajar bi bajar, gund bi gund, kolan bi kolan, dar bi dar, devî bi devî, kevir bi kevir, kanî bi kanî bi hemû hebûna xwe wê li ber xwe bide û têbikoþe. Ger mirinek wê hebe, wê bi rûmet be, bi têkoþerî be!`
25 saliya Pêngava vejîna kurd û Kurdistanê gelê me û li mirovahiyê pîroz be!
[b]HESEN HUSEYîN DENîZ[/b]
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
Anonymous · 18 yıl önce
[b]Welleh bi serê min û Te, gelê kurd bêxwedî maye![/b] [b]MIJARA 1´YÊ TEBAXÊ: [/b]Rast e ez jî bi Te re.. Pîrozkirina 15´yê Tebaxê a bi giyana (ruhê) berê, ku di wateya serxwebûna Kurdistanê de bû, ez bi Te re! Bila ew ruhê serxwebûnparêzî ya berê ya 15´yê Tebaxê her bijî - Lê belê ew 15´yê Tebaxê ya ku ji bo Turkiyecîlîk´ê ya bi navê Demokratîk Cûmghûriyet bila di bin erdê keve! Hem jî sed hezar car! Bi kurtî bijî 15´yê Tebaxê a ruhê berê! Bimrî ev ruhê nû ya teslîmiyet û xiyaneta Îmraliyê! [b]MIJARA HEVKARIYA DEWLETÊN TIRKIYE, ÎRAN, SÛRIYE Û IRAQÊ: [/b]Ev jî ez bi Te re.. Pirr rast e. Ev her çar dewlet her car li hevberê xelkê Kurd di nav hevxedbatkariyek tund û tije de ne. [b]MIJARA XWEZA Û MAFÊ MIROVAN: [/b]Ev jî ez bi Te re me. Neyarê kurdan, ne tenê mirovê kurd, neyarê xweza û ajelên tev Kurdistanê ne jî. [b]MIJARA BERXWEDANÊ: [/b]Bêguman. Ev jî rast û pirr rewa û durust e. [b]MIJARA XURTBÛNA SAZÎ Û SÎSTEMA XIYANETÊ LI KURDISTANÊ:[/b] Ev jî rast e. Neyar bi milyonan kurd, guvaþtiye, biþaftiye, kiriye tirk wek xwe. [b]MIJARA HIÞYARBÛNA KURDAN:[/b] Belê kurd hiþyar bûne. Ev rast e. Lê hin hêzên tarî berê kurdan dîsan dane nezanî û xefletê. Li vir ez tam ne bi Te re me. [b]MIJARA VEJÎNÊ: Rast e. Ev gel WEK PIÞTÎ HER ÞIKESTINEKÊ DÎSAN XWE VEJANDIYE.[/b] Lê belê vê cara dawîn, ev pêla hiþyarbûna vê dawiyê, wek gelek kes dixwazin nîþan bidin, ne welê ye. Ev pêla hiþyarbûna dawiyê, ku ji sala 1925'a ve dest pê kir ta 1977, ne ked û berhema PKK'ê (1976-1978) ye! Xelkê kurd bê PKK hiþyar bû ta sala 1977'ê. [b]MIJARA KARÊ XIRAPKIRIN Û XIRAPNÎÞANDANA KURDAN:[/b] Ev jî rast e. Dewleta Tirkiyê HER TIÞTÎ dike da ku doza kurdan bide xelet nasandin û her wisan tecrîtkirinê. [b]MIJARA BÊMAFÎ Û BÊDENGIYA XELKÊN CÎHANÊ LI BER VAN BÊDADIYÊN KU LI SER GELÊ KURD DIBIN: [/b]Rast e. Xelkên cîhanê kurdan þaþ nas kirine. Bi xebatên Tirkiyê, xelkên cîhanê kurdan wek terorîst û pirr xirap nas dike. Her çend ku xelkê kurd karekî biçûk ê terorîstî jî qet ne kiriye!!! [b]SPASDARIYA JI BO 15'YÊ TEBAXÊ:[/b] Na xêr! Gelê kurd vê yekê spasdarê biryardarî û evîndariya xwe ya ji bo serbestî û azadiyê ye, spasdarê ji bo biryardariya li ser doz û daxwaza xwe ya ji bo rizgarî û serxwebûnê ye. Rêberê liva 15'yê Tebaxê (PKK), kurdan xirap bi cîhanê dan nasandin. 15'yê Tebaxê ne þerê azadiya kurda bû. Lê hezar mixabin ku 15'yê tebaxê bû destpêka ENCAM Û XIYANETA ÎMRALIYÊ! Ma ev rastî çawa têt veþartinê?? 15'yê Tebaxê em hanîn ENCAMA ÎMRALIYÊ (Turkîyecîlîk ve Demokratîk Cumhuriyet Safsataciligi). ENCAMA ÎMRALIYÊ ango bêxwedîmayina xelkê kurd e. Heger gelê kurd î roj ne bêxwedî ba, va ye merc û hoyên li qada siyasetmedariya dewletavakirinê li cîhanê heye, lêbelê ka xwediyê/Xwedê gravî rêberê gelê kurd li ku derê ye? Ew rêberê xurt çima ne diyar e gelo? Bila ew serokê netewî li Kosovayê temaþe bike û þerm û fedî bike heger çîçkek kurdbûn di laþê wî de hebe! Min baweriyek xurt heye ku ne nîvkurdbûn (ku wek wî got diya min tirk e), bi çendî nîv milî-meter jî kurdbûn li nik wî serokê derewîn NÎN (sifir) e. Lê belê ez dîsan wan þehîdên me yên dilpak ên buhayê dilopên zêra, ku BI BÎR Û BAWERIYA SERXWEBÛNA RIZGARÎ Û KURDISTANÊ tevlî Liva 15'yê Tebaxê bûne, ez wan bi dilgermî û rêzdariyek mazin û kûr bi bîr dihênim. Her wisan jî van XAYINÊN ÎMRALIYÊ ku wateya vê pêngavê pûç û bêsûd hiþtin, ez bi tundî tûk û lanetê li ser wan dibarînim. BIJÎ TÊKOÞÎNA XWELKÊ KURD JI YA BO RIZGARIYA JI BIN DESTAN! BIMRÎ XIYANETA ÎMRALIYÊ! [b]KURDO[/b]
hesen huseyin deniz · 18 yıl önce
mirovek ku mezinahiya pêngava 15ê Tebaxê înkar bike, mafê wî nîn e, li şervanên azadiyê jî xwedî derkeve. dev ji vê nakokiyê berdin. ger îroj hûn li bi kurdî dinivîsînin, dixwînin û dijîn ev bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye. hûn çiqasî înkar bikin jî, nikarin vê rastiyê berûvajî bikin. devavêtina we ya Îmraliyê jî ne bê sedem e. êşek we ji birêz Ocalan heye. hûn bipejirînin jî, nepejirînin jî îroj bi sed hezaran mirovên kurd dadikevin kolanan û wî wek rêberê xwe dipejirînin. qe ne bila ji van sed hezaran re rêzdariya we hebe. dibe ku hûn wî neecibînin, dibe ku hûn bi ramanên wî re ne hevpar bin, ev asayî ye, lê çima hûn dijminatiya wî dikin? ger bi sed hezaran kes dibêjin ew vîna me ye, wê demê ji kerema xwe re ji vê vînbûnê û ji vê gotinê re rêzdar bin. kê li kê xiyanet kiriye. îmralî çima li we xiyanet kiriye. komara demokratîk çima bi we zor tê? yanî ku sazûmana Tirkiyê bibe komarek demokratîk çima hûn ji vê yekê aciz in? ma qey wek komarek faşîst bimîne ji we re baştir e? na ku hûn îlla dibêjin, divê ev komar têk biçe, were hilweşandin. ê fermo. ma kê bi destê we girtiye. yanî hûn hatine bi çek û rextan we gule barandine ser dewleta Tirkiyê û we ew hilweşandiye, lê Apo bi destê we girtiye, nehêlaye ku hûn hilweşînin ku hûn wî xayin beyan dikin? ew însan jê tê ku komarê veguherîne awayekî demokratîk û bi vê rêkê biçe encamek xêr ji bo kurdan. ji destê wî ew tê. kerem ke bila ji destê te zêdetir were. tu derkeve serê çiyayên kurdistanê, dakeve bajarên Kurdistan û Tikriyê û cîhanê li sazûmana Tirkiyê bike zîndan. Tirkiyê biherifîne, hilweşîne û li chê wê dewletek kurdî ji Colemêrgê heta Tekîrdagê saz bike. Ma kê bi destê te girtiye? qey Apo nahêle tu vê yekê bikî? bi rastî ev karê hûn dikin, tenê hêz dide dijmin û destê desthilatiyê xurt dike. ger ji bo kurdan hûn dikarin tiştekî bikin, fermo bikin. kesek li pêşiya we ne bend e. na ku hûn tenê bi gotin dev biavêjin her derê û kesên têdikoşin, esas xiyaneta li vî gelî were kirin ev e. ger mirovê kurd dibêjin Apo vîna me ye, û hûn vê vînê wekî xiyanetkar bi nav dikin, wê demê hûn vî gelî jî xayin dibînin. kî gelê kurd xayin dibîne. dewleta tirk. wê demê hûn li aliyê dewleta tirk in. ji kerema xwe re ger hûn li aliyê dwleta tirk in, di vê malperê de nenivîsînin. ev malpera aliyê kurd e. ez di vir de sazkarên vê malperê jî rexne dikim ku cih didin nivîsandinên kesên wekî we alîkarên dewleta tirk. bi rastî navê we jî, cihê we jî ne diyar e. çi malûm e ku hûn ne kesek ji ergenekonê bin, ne cerdewanek ango polîsek tirkan bin. belkî jî hûn ji aliyê dewletê ve hatibin erkdarkirin ku wiha di malperên kurdî de bersivan bidin û tevliheviyan pêk bînin. bi vê sedemê, divê xwediyên malperan, redaksiyona malperan nivîsandin û bersvên nasnameya wan ne eşkere neweşînin. ger tu bi rastî kurd î û ji bo berjewendiya gelê kurd tevdigerî, nasnameya xwe eşkere bike, ruyê xwe derxîne holê, bila her kes te binase, ramanên te zanibe. ger tu navê xwe deynî `kurd` tu nabî kurd. kurdbûn ne ew e ku dev biavêje vîna gelê kurd, hêvî û baweriyên gelê kurd. ez dubare dibêjim, qasî nirxên eşîrtiya kurdan jî bi we re rûmeta xwedîderketina li mirovên xwe nîn e. di eşîrtî de, dema endamek eşîrê dikeve zîndanê, tev dev ji nakokiyên xwe berdidin û lê xwedî derdikevin. lê yê we, hûn dibêjin, ev firsend careke din bi dest me nakeve, Apo ketiye zîndanê, nikare bersiva me bide, dê em tola xwe yabi salan jê hilînin. çi reşî û talî di dilê me de heye em verişînin der ve. bi vê sedemê eşkereye ku karê hûn dikin, plan û bernameya Ergenekonê ye. ger hûn durust bin û bi nezanî wiha tevdigerin xwe zû ji vê rewşa xiyanetkarî derxînin. na ku hûn ne durust in, wê demê nasnameya xwe eşkere bikin, bila gel we binase. madem hûn xwedî raman in, ramanên xwe bi nasnameya xwe biparêzin. ger hûn bi nasnameya xwe neparêzin, wê demê hûn endamekî dewletê ne. ji ber ku hûn ji vîna sedhezaran kesî re rêz nagrin. heyf mixabin. hn mirî ne, hayê we ji we nîn e. ger 15ê Tebaxê pêk nehatibaya, ma te dikarîbû îroj di van malpêran de bi kurdî binivîsanda? ma bi navê kurd û kurdistanê tiştek li ser vê xakê dima? û kesê ku 15ê Tebaxê amade kir, ew kesê li Îmraliyê ye. tu jî ger kurd bî, wekî her kurdekî deyndarê 15ê Tebaxê û birêz Ocalan î. tu qebûl bikî jî, nekî jî tu nikarî vê rastiyê biguherînî; ji ber ku bi sed hezaran kurd li kolanên Kurdistan, Tirkiye û Ewropa vê rastiyê diqêrin. ez bi vê nivîsandinê ne ku bersivê didim te tenê. di kesayeta te de didim hemû kesin bêbawer, ji kurdiniyê dûr û li aliyê dijmin cih girtine. hîn ku dem nêz e, werin nava refên gel, ji gel lêborîna xw bixwazin û bi rûmet tevbigerin. bes e, dijayetiya doza gelê kurd hûn dikin. ev tiştekî ji we re nade bidestxistin. ger hûn ajanê tirkiyê bin jî, ger hûn endamekî veşirtî yê JÎTEM an Ergenekonê bin jî, ger hûn kurd in, werin ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazin. ev gel mezin e; wê bikaribe li we bibore û we bi rûmet bike.