BİR ANTLAŞMA; DÖRT İTTİHATCI BİR BOLŞEVİK
Bîşar Norşîn · 7 ay önce
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 görüntülenme
Dawîyê ew gav jî hat avêtin, bê guman niqta herî girîng a vê gavê ew e ku rê li ber avêtina gelek gavên din vedike; yekkirina hêzên pêşmerge, wezeratan, û hwd hemû dubendîyên ku dibûn bend li pêş robarê netewebûna gelê Kurdistanê. Netewebûn garantîya mayîndebûna Kurd û Kurdistanê ye û averêbûna ji rêya netewebûnê mezintirîn xetera li dijî vê garantîyê ye. Di parlamentê de yekbûna hêz û sazîyên Başûrê Kurdistanê û wek serok hilbijartina birêz Mesûd Barzanî wê bandûreke sînerjîk li meşa azadî û serxwebûna Kurdistanê bike. Di vê çarçovê de û bi vê girîngîyê hilbijartina birêz Mesûd Barzanî bo serokatîya Başûrê Kurdistanê li hemû Neteweyê Kurd pîroz be.
Rojan
Henüz yorum yok — ilk yorumu siz yapın.