ABDULLAH GÜL’ÜN „KAYSERİLİ“ ATASI ŞÊX ÎBRAHÎM HUSEYÎN SÎWASÎ KÜRD OLMASIN?
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 21.01.2013 · 2 görüntülenme
Aso Zagrosi · 2 yıl önce
Aso Zagrosi · 3 yıl önce
Brahim Ziravav · 4 yıl önce
Brahim Ziravav · 6 yıl önce
· 13 yıl önce
Te carek din zarokatîya min hanî bîra min. Ji demê zarokatî ya min heta xortanî u demê destpêka xebatên welatparêzî$ ez hemu kûçe u kolanên Amed jiber kir. Ji pira dehderî heta pira heft derî u ji wê derê heta devegeçîdî. Ji devegeçîdî heta balafirxane ya Leskerî ya dagirkerên Kurdistan a Tirka u ji vêderê heta çemê Embarê kû ez bi niga bûhist bi bûhist gerîya me te hanî bîra min. Demê ez ji derê çîya ber bi seyrantepe diçum navê Kurt Ismail Pasa li her der hatibu nivisandin. Min di got ev kuçik kûrê kuçika kî ye ji bo çi ev nav ... her hebî hawrê Aso...

Di xebat u têkosîna te da serkeftin dixwazim.

Rojhat Badikî

· 13 yıl önce

Rojbaş birayê Aso

Beriya ez li ser yek-du mijaran hinek têbîniyên xwe bidim xuyakirin, ez dixwazim bêjim, bila mala te ava be û destê te xweş be. Li gor min tu karekî gelek hêja dikî. Vejandina şuûra millî ji bo me kurdan wekî nan û avê pêwist e.
Di xebata te ya li ser Seyîd (Şêx) Ubeydullahê Nêhrî ya beşa 7an de, li ser hinek navan agahdarî hatine dayîn, li gor qeneeta min eger ew carek din di bin çav re bên derbas kirin û lêkolîn li ser bên çêkirin, dê gelek baş be. Ji bo ku di warê li ber çav re derbaskirin û lêkolînê de bikaribê alîkariya te bike û tu jê îstîfadeyê werbigrî, ez dixwazim agahî û zanyariyên xwe yên di vî warî bi te re parve bikim.
Malbata Seyîd Sebxetullah (Xawsê Hîzanê) yê bavê Seyîd Cealeddîn, bapîrê Seyîd Elî û. hwd... her çend ji gundê Arvasê yê girêdayî Miksê hatine, lê ew di nav xelkê de bi navê “Şêxên Hîzanê” yan jî mala “Xawsê Hîzanê” tên naskirin, ne Arvasî. Yên bi navê “Arvasiyan” tên naskirin, ew kesên li Arvasa Miksê mane ew in.
Seyîd Celaleddîn, yan jî Şêx Celaleddîn, kurê Seyîd Sebxetullah ê mezin e. Piştî ku ew ji şerê Bazîdê bi Seyîd Ubeydullahê Nêhrî re beşdarê şer dibe û bi serneketî vedigere, li Wanê dewlet jehrî dide wî û pişt re ew bi vê jehriyê koçê dawiyê dike...
Xala duduyan a ku ez dixwazim li ser bisekinim, agahiya di derbarê wan çend kesên wekî Elîxan, Fehîm Efendî, Musa Beg û Şêx Peyker de ne ku navê wan derbas dibe. Bêguman ev agahî dê gelek kurt bin, eger pêwîst be ez dikarim pişt re firehtir li ser bisekinim.
Elî Xan, wekî ku te jî behs kiriye serokê eşîreta Şikakiyan e(qebîleya yan jî eşîreta Ebdoyiyan, eşîreta Simkoyê Şikakî. Wekî tê zanîn eşîreta Şikakî konfederasyon e) , wekî eşîret, lê bi taybetî wekî malbat di berê de peywendiyên wan bi mala Seyîd Tahayê Nêhrî re hebûye û ev peywendî di dema Seyîd Ubeydullah de gelek xurtir dibin. Di navbera wan de peywendiyên xizmatiyê jî hene... Bi dehan gundên Seyîd Ubeydullah li navçeya ku ev eşîret li wir niştecihe hene (li wilayeta Ûrmiyê)...
Fehîm Efendî: Seyîd Fehîm Efendî, ji şêxên Arvasê ye. Xelîfeyê Seyîd Taha ye. Eger em bi kesên îro yên bi navûdeng ên kurd hene bidin nasîn, ew bapîrê ji aliyê dêve yê Nacî Orhan ê bavê Gulşen Orhana parlamentera Wanê ya AKPyê ye...
Musa Beg: Li gor baweriya min ev ne ew Musa Begê ku tu behs dikî û ji aliyê me tevan ve jî tê nasîn, Musa Begê Xwêtî ye. Eger tu dîqet bikî ew kesên bi Seyîd Ubeydullah re beşdarê şerê Rûsya-Osmaniyan bûne, yan peywendiyên wan ên xizmatî yan jî yên terîeta Neqşîbenditiyê hene, ew in û ji bilî vê ew xelîfeyên wî yan yên mamê wî (piştî Seyîd Taha şêxîtî derbasê birayê wî dibe) yan jî yên bavê wî Seyîd Taha ne.
Ev Musa Beg, Hacî Musa Begê Kêsanî ye. Li hinek ciyan jê re Hacî Musa Begê Simbanî jî tê gotin. Ew mezinê vê navçeyê û xwediyê çendîn gundan bûye. Yanî begê Mîrektiya Kêsanê, yan jî Simbanê bûye. Kêsan navçeke girêdayî qezayê Tetwanê yê wilayeta Bedlîsê ye. Ev navçe dikeve navbera Tetwan û Westana (Gevaş) Wanê. Di nav xelkê de jê re Geliyê Kêsanê tê gotin. Simban jî gundekî vî geliyî ye...
Di Şerefnameyê de Mîr Şeref Xan behsa mîrektiya wan kiriye. Ew sancaxeke girêdayî Mîrektiya Mehmûdiyan (Xoşaba Wanê) bûne...
Zinar Silopî jî di Doza Kurdistanê de behsa wî kiriye. Ew bi gotinên xwe yên ku ji aliyê Zinar Silopî ve hatine neqil kirin tê nasîn... (“...Xortên kurdan eger firinek çêkin û ji bo germkirina wê dar lazim be, ez dikarim xwe bikim dar û wê gerim bikim...)
Peywendiyên wî bi malbata Şêxên Hîzanê re gelek xurt bûne. Heta keça xwe dide yek ji şêxan ê navê wî Mehmed Reşîd û gundekî xwe yê gelek hêja ku jê re Kerp tê gotin û li eynî navçeyê ye, hubeyê vî kesî dike. Gund niha di destê Kamuran Înan an jî biraziyên wî yên kurên Abidîn Begê de ye.
Ev Hacî Musa Beg ji aliyê ermeniyan ve hatiye kuştin. Wextê ku kuştine ew mudurê nahiya Kêndrasê bûye. Kêndras wî wextî nahiyeke girêdayî Westana Wanê bûye. Piştî di sala 1936(?)an de Tetwan bû qeza, ji ber nêzikatiya wê ya coxrafîk kirin ser Tetwanê. Niha gundekî biçûk ê girdayî Tetwanê ye...
Şêx Peyker: ev jî qasî ku ez dizanim pismamê şêxên Arvasê yê nêzîk in û li Erdîşa Wanê rûdinin...

Bi hêviya ku tu bikaribî jê îstîfadekê werbigirî.
Bi silavên gerim ên biratiyê.

Ziya Avci

Aso Zagrosi · 13 yıl önce
Kek Ziya berîya her tiştî ji bo şîrova te a hêja û bi nirx Spasîya te dikim.
Bi rastî ezê gellek sûd ji şirova te a hêja wergirim. Li ser mijara Şêxên Arvasê û Şêxên Xizanê... Her wisa li ser babeta Musa Begê..
Li ser wan hemû malbatan min gellek belge komkirin. Mijara lekolîna min nebû. Ji ber vê yekê jî ez gellekî hûr û kûr li ser ne fikirim. Wisa diyare ku hinek şaşitî tê da peyda bûn.. Ji bo serrastkirina te spas dikim û dest xweş.

Kek Ziya,

Ji bilî van kesên ku min navê wan anî zimên, Şêxên Bîyare û Şêxên Qedîrî ên Berzencî ji di vî sherî de beshdar dibin. Kurê piçûk ê Shêx Ubeydullah, shêhîd Seyyîd Abdulkadir jî yek jî beshdarê sher e.. Ez niha hewl didim romana nivîskarê Ermenî Raffî a li ser Shêx Celaleddin dixwinim.. Lê sed heyf min tenê beshek wê peyda kir û xwend... Lê besha duyemîn min peyda nekir. Di vê pirtukê de jî gellek agahdarî hene... Her çiqas nivîskar Shêx Celaleddin wekî dujmin bide jî... tishtên bash tê da hene.

Ez li jorek tarî de ji bo dewlemendkirina arshîva Kurdî hewlên piçûk didim.. Tu wekî tîrêja rojê hatî.. Dubare destxwesh û Sipas

Aso